Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...
Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

‘Yên ku di xeleka rûmetê ya Kurdistanî de cih negirin dê gel wan bidarizîne’

Parlamenterê HDP’ê Tayîp Temel anî ziman ku li her çar parçeyên Kurdistanê destkeftiyên kurdan di bin êrîşan de ne û wiha got: “Navenda dijminahiya kurd û Kurdistanê AKP-MHP û Enqere ye. Ji bo pêşîlêgirtina van êrîşan ger ku sazî û rêxistinên kurdan ên Bakur di bin banê yekitiyê de bên cem hev, dê ev yek bandorê li parçeyên din jî bike.”

Komxebata Yekitiya Neteweyî ya Xebata Tifaqa Kurdistanî ku bi tevlêbûna Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û 8 partiyên kurd di 18-19’ê çileya 2020’an de li Amedê pêk hat, duh bi encamnameyekê bi dawî bû. Parlamenterê HDP’ê yê Wanê Tayîp Temel têkildarî yekitiya neteweyî ji ANF’ê re axivî.

Tayîp Temel anî ziman ku li ser erdnîgariya Kurdistanê şerekî dijwar pêk tê û ji gelek aliyên xwe ve ev şer weke şerê cîhanê tê bi nav kirin. Temel da zanîn ku çar parçeyên Kurdistanê ketine ber pêla şer û wiha dom kir: “Di vî şerî de deskeftiyên Bakur, Başûr, Rojava û Rojhilat dibin hedefa dagirkeran. Ji bo vê yekê di şert û mercên heyî de, kurd neçarin pir zelal polîtîkayeke hevpar û refleksek hevpar peyda bikin. Ev nayê wateyê ku kurd di nava taybetmendî û cudahiyê xwe de di cihekê de dibin yek û taybetmendî û cudahiyên xwe bihelînin. Di asta qaîdeyên mişterek ku yekitiyê pesend dikin, deskeftiyên kurdistanî diparêzin de, her siyaset û her şexsiyet her nêrînek e cuda dikare divan xalan de bê li cem hev.”

‘Navenda dijminahiya kurd û Kurdistanê AKP-MHP ye’

Di berdewamê de jî Temel anî ziman ku niha li bakurê Kurdistanê hewldanên yekitiya neteweyî li gorî parçeyên din bi taybetî jî li gorî Rojava û Başûr zehmetire û wiha pê de çû: “Ji ber ku bakurê Kurdistanê zext, zor û dagirkeriyeke mezin a rejîmê de ye. Bi taybetî jî rejîma AKP-MHP’ê bi navê kurdîtiyê çi hebe kiriye hedef û hişmendiya xwe ya qedexekar nû kiriye. Dîsan aqilê êrîşî Başûr û Rojava jî dike dike jî aliyê Enqereyê ve tê meşandin. Navenda dijminahiya kurd û Kurdistanê AKP-MHP û Enqere ye.”

‘Yên ku di xeleka rûmetê ya Kurdistanî de cih negirin dê bên darizandin’

Bi domdarî jî Temel destnîşan kir ku ger rêxistinên kurd ên siyasî û civakî li bakurê Kurdistanê yekitiya neteweyî pêk bînin û di bin avasaziyekê de qeyde û pîvanên xwe aşkera bikin dê bandora xwe li ser parçeyên din jî bikin û ev nirxandin kir: “Li Amedê ji bo du rojan civînek gelek girîng hate li darxistin. Hemû rêxistin, siyasetên cuda û kesayetên cuda hatin li cem hev, ji bo bakurê Kurdistanê yekitiyek çawan wê bê afirandin nîqaşên berfireh kirin. Ev komxebat dê pêşî li gelek provokasyonên hene bigre. Dema kurd li ser yekitiyê tên li cem hev hêzên xêra kurdan naxwazin dikevin li pey provokasyon û dikin ku hinek aliyên kurd tev li xebatên yekitiyê nebin. Em careke din bang dikin, çi dibe bila bibe yê ku di vê enî û xeleka rûmetê ya Kurdistanî de cih negire dê li hemberî dîrok û civaka kurd bikeve nava kêmahiyeke mezin û wê bên darizandin.”

‘Destkeftiyên kurdan di bin êrîşan de ne’

Herî dawî jî Tayîp Temel ev tişt anî ziman: “Ger kurd li ser xalên bingehîn, yekitiya xwe ava nekin wê her demê dagirker û dijminên Kurdistanê ji vê yekê sûd bigirin û nakokiyan bixin nava kurdan. Niha êrîşên berfireh li ser gelên Kurdisanê hene û destkeftiyên kurdan dibin êrîşan de ye. Ji ber ku heta niha kurdan yekitiya xwe ava nekiriye, dijminên kurdan vê yekê ji xwe re bikartîne û hincetên êrîşên xwe jî weke partiyek yan jî rêxistinekê destnîşan dike. Her wiha dibêjin, pirsgirêka me bi kurdan re nîne. Ev yek ji binî de derewe û ne raste. Di koka Tirkiyeyê de dijminatiya kurdan heye. Dagirkerên çar parçeyênên Kurdisanê naxwazin kurd bibin xwedî statu. Statuya heta niha kurdan bidestxistiye jî dibin êrîşan de ye. Ji derveyî yekitiyê tu rêya parastin û nirxan tune ye. Ev sedsalek dîrokî ye ji bo kurdan. Îro li Rojhilata Navîn qeder tên tayîn kirin û sînor tên xiz kirin. Her wiha statuyên gelan ji nûve tên diyar kirin. Divê serdemê de jî kurd aktorên herî girîng ên Rojhilata Navîn in. Ji bo vê yekê bê ku dem winda bibe divê kurd yekitiya xwe ava bikin. Ewil îro ev yek li Bakur pêk tê û bi hêviya ku ev li hemû parçeyên Kurdistanê belav bibe. Divê teqes partî û siyasetmedarên kurd ji bo dijmin nebin pêlîstok.” AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar