Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

‘Yên ku îradeya me nas nekin em jî wan qet nas nakin’

Li Mêrdînê bi tevlêbûna gelek kesan çalakiya Nobeda Demokrasiyê hate lidarxistin. Di çalakiyê de parlamenter Pero Dundar desthilatiya AKP-MHP’ê weke dizek pênase kir û diyar kir ku ev desthilatî dixwaze tola hilbijartinê ji gelê kurd hilîne. Dundar got ku yên ku vîna wan nas nekin, ew jî dê wan qet nas nekin

Nobeda Demokrasiyê ya li Mêrdînê di roja 43’yan de dewam kir. Polîsan beriya çalakiyê, avahiya HDP’ê dorpêç kir. HDP’iyan dibin ablûkeya polîsan de bi gotina stranan çalakiya xwe berdewam kirin. Di çalakiyê de girseyê pankarta ‘Tu kes nikare vîna gel xesp bike’ vekiribûn. Piştî nobeta ku heya demekê dewam kir, daxuyanî hate dayîn.

Parlamentera HDP’ê ya Mêrdînê Pero Dundar daxuyanî da. Dundar got ku ew li dijî xespkirina vîna gelê kurd û bêhiqûqiya tê kirin, derdikevin. Dundor diyar kir ku li dijî vîn û mafên gelê kurd êrîş hene û wiha domand: “Li her devera ku zilm lê hebe, em ê li wê derê li ser pêya bin. Yên ku dê pêşî li van êrîşan bigire, her gelê kurd bi xwe ye.”

Têkoşîna xwe dê bidomînin

Di berdewamê de jî Dundar bi lêv kir ku çalakiya wan li her deverên Tirkiyeyê dewam dikin û wiha pê de çû: “Desthilatdariya vî welatî, desthilatdariyeke dizeke. Heya ku ev zext û êrîş bi dawî bibin em ê têkoşîna xwe berdewam bikin. Em li vir in. Dixwazin tola hilbijartinê ji gel hilînin. Dixwazin şer bikin û ji ber vê jî êrîş dikin.”

‘Em îro li vir in û dê sibê jî li vir bin’

Herî dawî jî parlamenter Pero Dundar ev tişt anî ziman: “Rojane van deveran bombebaran dikin. Pereyê van bombeyan ji kîsê kedkaran diçe. Yên ku me nas nekin em wan qet nas nakin. Ev ne sûce, pîvaneke demokrasiyê ye. Beriya ku dereng be, qeyûmên xwe paşve bikêşin. Em ê tu carî dest ji mafên xwe, pergala xwe ya hevserokatiyê û destkeftiyên xwe bernedin. Em îro li vê derê ne û dê sibê jî li vir bin.” MÊRDÎN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar