Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

‘Yên ku nebin hevparê qîrîna Emîne Şenyaşar, dirûne’

Hevseroka SES’ê Selma Atabey a serdana Emîne Şenyaşar kir û wiha got: “Em ê hem mudaxil û şopdarê dozê bin. Yên ku nebin hevparê qîrîna Emîne Şenyaşar dirûne.”

Hevseroka Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Tenduristî û Civakî (SES) Selma Atabey û endamên Desteya Rêveber a Navenda SES’ê, serdana Emîne Şenyaşar a 25 roj in li ber Edliya Rihayê di çalakiya nobeta “Edaletê” de ye, kirin. Rêveberên SES’ê ya Rihayê jî, beşdarî serdanê bûn.

Dayika Emîne Şenyaşar di serdanê, bi girî behsa roja bûyerê ya kuştina hevjîn û zarokên xwe kir. Şenyaşar, diyar kir ku polîs ji roja ku wan dest bi nobeta “Edaletê” kiriye heya roja îro wan dişopînin û wiha bertek nîşan da: “Polîs zext û zilmê li me dike. Polîs li her derî me dişopînin. Kesên li kargeha me em qetilkirin, dû me bernadin. Ne me bişopînin, kesên em qetilkirin bişopînin. Ez dixwazim kurê min bê berdan. Kurê min bê sûce.”

Îbrahîm Yildiz di şaredariyê de bû!

Mehmet Şenyaşar ê bi birîndarî ji bûyerê rizgar bû jî, wiha axivî: “Malbata me rastî gelek bêmafiyan hat. Birayê  min duh ji bo biçe gel dozger, daxwazname nivîsand. Lê destûr nehat dayîn ku daxwaznameyê bide. Destûrê nadin em biçin ber edliyê. Ji bo Îbrahîm Yildiz ê cihê xwe di komkujiyê de girt, biryara girtinê heye. Lê ev 3 sal in li Pirsûsê digere. Ji ber ku apê wî parlamenterê AKP’ê ye nayê girtin. Her roj dikeve Şaredariya Pirsûsê û derdikeve. Hemû kes wî dibînin.”

Banga piştevaniyê

Hevseroka SES’ê Selma Atabey, piştî hevdîtinê daxuyanî da û wiha got: “Ji bo ku em li Enqereyê bibin dengê daxwaza ‘Edaletê’ ya malbatê em hatin vê derê. Daxwaza malbatê ya edaletê, daxwaza me ye jî. Ji roja ewil ve em dosyayê dişopînin. Ligel ku 2 sal û 9 meh bi ser bûyerê re derbas bûn jî, hîn neheqî û bêmafî li malbatê tê kirin. Em bang li hemû rêxistinên civakî, pişeyî, saziyên civaka sîvîl û sendîkayan dikin ku piştevaniyê bidin malbata Şenyaşar. Yên ku nebin hevparê qirîna Emîne Şenyaşar dirûne.” RIHA

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar