Eniya Tirkmen a Iraqê (ITC) îro bi merasîmek li Hewlêrê navenda xwe vekir. Navend bi amadebûna Serokê Eniya Tirkmen a Iraqê Erşed Salihî, Wezîrê Tirkmen ê ji Pêkhateyên Herêma Kurdistanê berpirsyar Aydin Meruf û gelek berpirsên tirkmenan hate vekirin.
Balkêşe ku bi dehan caran Erşed Salihî wek dema referandûmê de dijayetiya kurdan kir, berê niha demekî careke din li ser mijara pulê ku nexşeya Kurdistanê li serê gef li rêveberiya Herêma Kurdistanê xwaribû û gotibû; “Gavên bi vî awayî, gef li ewlekariya millî a herêmê û Iraqê dixwe. Divê gavên wisa vahîm bidin sekinandin û şaştiyên berê (referandûm) dûbare nekin.”
Erşed Salihî her wiha derbarê mijarê de daxuyaniyeke lezgîn jî ji rayedarên hikûmeta herêma Kurdistanê xwestibû. Vekirina navendê piştî 4 rojan bû! HEWLÊR