Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

‘Yên Mexmûrê weke hedef nîşan didin berpirsyarên êrîşa DAIŞ’ê ne’

Navenda Nûçeyan |

Komên çete yên DAIŞ’ê duh piştî saetên nîvro ji hêla başûr ve êrîşî Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) kir. Hêzên Parastina Cewherî yên wargehê bersiva êrîşa çeteyan da. Pevçûn bi qasî saetekê dom kir û di encamê de du çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin. Her wiha di dema pevçûnê de şivanek û du şêniyên kampê jî birîndar bûn. Bi kuştina çeteyan re êrîş hat şikandin.

Têkildarî mijarê Desteya Rêveberiya Navendî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) daxuyaniyeke nivîskî weşand. HDP’ê diyar kir ku hikûmeta Herêma Federal a Kurdistanê ev demeke ambargo daniye ser kampa Mexmûrê û car bi car hikûmeta AKP’ê wargehê hedef digire û herî dawî jî DAIŞ’ê êrîşî herêmê kir.

‘Gefa DAIŞ’ê ji nû ve metirsîdar dibe’

Daxuyaniya HDP’ê wiha dom kir: “Ev yek nîşan dide ku gefa DAIŞ’ê ji nû ve metirsîdar dibe. Di encama têkoşîna HSD’ê de ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ev rêxistina hov a bû belayê serê mirovahiyê hat ber tunebûnê. Lê belê bi hewldana dagirkeriyê ya li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, DAIŞ ji nû ve zindî bû. DAIŞ bi êrîşa li ser Mexmûrê xwest deynê wan hêzên ku minetdarê wan e bide. Êrîşa DAIŞ’ê ya li dijî Mexmûrê mîna êrîşa salên derbasbûyî ya li dijî Kobanê ye ku jê re hedef hate nîşandan. Ev êrîş di heman demê de êrîşeke tolhildanê ya li dijî kurdan e ku kurdan li pêşiya belavbûna xwe ya li cîhanê dibîne.”

Êrîş şermezar kirin

Bi domdarî jî HEDP’ê ev tişt parve kirin: “Berpirsyarê êrîşa li ser Mexmûrê DAIŞ jî be, hêzên ku bi hewldana dagirkirina Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji nû ve ruh dan DAIŞ’ê û kurd kirin hedef in. Berpirsyarê vê êrîşê di heman demê de hêzên navneteweyî ne ku êrîşên li dijî kurdan pejirandin. Em vê êrîşa li dijî mexmûriyan bi tundî şermezar dikin ku mexmûrî beriya bi salan ji ber zexta li Tirkiyeyê ji neçarî ji Tirkiyeyê reviyan û li çolê ji xwe re qadeke jiyanê afirandin. Ev êrîş nîşan dide ku hucreyên veşartî yên DAIŞ’ê dê bi rêk û pêk bikevin nava liv û tevgerê. Hêzên ku li dijî DAIŞ’ê têdikoşin divê careke din giraniyê bidin ser vê têkoşînê û ji bo ev rêxistin hîn bêhtir belav nebe û çalakiyên hovane neke gavên pêwîst biavêjin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar