Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

‘Yên nêzî rêya sêyemîn in divê rola Ocalan bibînin’

Parlamenterê HDP’ê Omer Ocalan diyar kir ku bendewariya wan ji desthilatdariya li Tirkiyeyê û blokên nêzî desthilatdariyê nîne û destnîşan kir ku hêzên nêzî rêya sêyemîn in divê rola Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bibînin

Hevdîtinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên bi parêzar û malbatan hîn jî bi hincetên kêfî tên redkirin. Herî dawî destûr hatibû dayîn ku di 18 hezîranê de parêzerên Ocalan wî bibînin. Piştî hevdîtina dawî hemû serlêdanên malbat û parêzeran bi hincet û bêhincet hatine redkirin.  Parlamenterê HDP’ê Omer Ocalan ji ANF’ê re hevdîtinên dawî yên bi Ocalan re û tecrîd nirxand. Parlamenterê HDP’ê diyar kir ku bloka AKP-MHP’ê hevdîtinên li Îmraliyê ji xwe re weke amûreke propagandayê di hilbijartinên Stenbolê de bi kar anî û destnîşan kir ku ev yek nêzîkatiyeke erzan e.

Der barê redkirina daxwazên hevdîtinên Ocalan wiha got: “Nêzîkatiya bi vî rengî ya li birêz Ocalan ne bi kêrî gelê kurd tê ne jî bi kêrî gelê tirk. Pirsgirêka kurd mezin e. Roj bi roj bi dehan mirov jiyana xwe ji dest didin. Hema bêjin veguheriye şerekî di asta navîn û bilind de. Nêzîkatiyeke bi vî rengî ya li Rêberê gelekî nayê qebûlkirin. Ji aliyê siyasî ve jî em qebûl nakin û rast nabînin. Zêdeyî 40 sal in şer diqewime û pirsgirêkek heye ku bi dehan sal in didome. Ne rast e ku hevdîtin tenê di çarçoveya hilbijartinên Stenbolê de hatibe kirin. Feraseta ku kurdan, têkoşîna kurdan weke pêlikekê ji bo armancên xwe bi kar tîne nerast e, em qebûl nakin.”

Parlamenter Omer Ocalan diyar kir ku blokên li Tirkiyeyê cuda xuya dikin dema ku mijar dibe kurd hemû dibin yek û got ku li nava meclisê jî ev blok bi heman rengî tevdigerin. Ocalan wiha got: “Çar partî di gelek mijaran de li hev nakin, li dijî hev polîtîkayê dimeşînin lê dema kurd dibin mesele, dema destketî û statuya kurdan dibe mesele, hemû dibin yek. Bendewariya me ji van her du blokan nîne. Yên ku em behsa wan dikin sosyal demokrat, akademîsyen, femînîst û rewşenbîr in ku xwe bi xeta sêyemîn pênase dikin û nêzî xeta sêyemîn in. Divê birêz Ocalan bixin rojeva xwe û weke muzakerevanê sereke yê vê pirsgirêkê qebûl bikin. Operasyonên li Başûr û Rojavayê Kurdistanê, ji Pirsûsê agahî tên ku veguhestiyeke leşkerî ya mezin heye. Ji bo şer bê astengkirin divê rewşenbîr rol û mîsyona birêz Ocalan bibînin û çalakiyan bikin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar