Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...
Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

‘Yên Sêwazê şewitandin AKP’ê damezrandin’

Navenda Nûçeyan |

Di 2’yê Tîrmeha 1993’yan de 33 rewşenbîr, nivîskar û hunermend bi boneya şahiyên Pîr Sûltan Abdal diçin Sêwazê  û li Otela Madimakê bicih dibin. Ew roj otel tê şewitandin û 33 rewşenbîr, nivîskar û hunermend dişewitin. Bi wesîleya salvgera 27’emîn salvegera Komkujiya Madimakê bi pêşengiya Komeleya Çandê ya Pîr Sûltan Abdal (PSAKD) 33 qûrbanî li ber Otela Madimakê hatin bibîranîn. Xizmên qûrbaniyan, nûnerên rêxistinên elewiyan, parlamenterên HDP û CHP’ê û nûnerên rêxistinên demokratîk beşdarî bîranînê bûn.

Meşa di çarçoveya bîranînê de hat xwestin ku bê lidarxistin ji aliyê Walîtiya Sêwazê ve bi hinceta vîrûsa koronayê hat astengkirin. Li ser vê yekê hevdîtin hatin kirin û destûra meşa ji Meydana Walîtiyê heta Otela Madimakê ku bi qasî 600 metre ye hat dayîn.

Ji saetên serê sibehê ve beşdar û malbatên qurbaniyan li ber PSAKD’ê ya Şaxa Sêwazê kom bûn. Di meşê de tevdîra dij koronayê hat girtin û meş pêk hat. Di meşê de wêneyên qurbaniyan û pankart hatin hildan û dirûşma “Yên Sêwaz şewitandin AKP damezrandin” berz kirin. Bîranîna îsal li ser navê bijîşk û helbestvan Behçet Aysan hat lidarxistin û di meşê de pêşmalkên spî li xwe kirin.

Meşa bîranê li ber Otela Madimakê bi dawî bû û girseyê qerenfîl danîn û rêz girtin û qurbaniyan bi bîr anîn.

Manşetên çapemeniya wê demê!

Serokê Giştî yê PSAKD’ê Ganî Alkan diyar kir ku tevî 27 sal bi ser komkujiyê de derbas bû jî hêj rûbirûbûn nehatiye kirin û wiha got: “27 sal berê serokwezîra wê demê ji bo qatilan got ‘xwedê şikir tiştek ji wan nebûye.’ Heke li sûcek pişt komkujiyê digerin bila çapemeniya herêmî were darizandin. Em manşetên çapemeniya herêmî yên beriya komkujiyê û pişt re baş dizanin. Divê çapemenî ne alîgir be. Çapemenî wîjdanê gel e. Heta ku Madimak nebe muzeya şermê em ê werin vir. Û ku Madimak bibe muze jî em ê heta hetayê werin vir. Em ê heta dawiyê şehîdên xwe li vir bi bîr bînin. Canê hemû hevalên me ji canê 33 şehîdên me bi nirxtir e. 27 sal in em bi vê dirûşmê bîranînê li dar dixin û em ê ji şûn ve jî li dar bixin. Rêya li hevhatina bi elewiyan re bi lêborîn xwestinê pêkan e. Em ji dewletê li benda vê sozê ne.”

Serokê Giştî yê Federasyona Bektaşî Alevî Huseyîn Guzelgul jî diyar kir ku zîhniyeta Madimakê pêk anî îro jî li ser kar e û heta hesab were xwestin dê têkoşîna xwe bidomînin.

‘Xwişka min bi saxî şewitandin’

Birayê Gulsun Karababa ya di komkujiyê de hat şewitandin Huseyîn Karababa jî bertek nîşan da ku divê ji komkujiyê re “bûyer” neyê gotin û wiha got: “Ev 27 sal in em bi hev re têdikoşin. Em bîranîna îsal li ser navê Behçet Aysan dikin. Ez li vir bang li dewletê dikim; ev ne bûyerek e, ev komkujiyek e. Xwişka min wefat nekiriye. Xwişka min bi saxî hat şewitandin. Çawa hûn dibêjin wefat. Ev komkujiyek bi piştgiriya dewletê pêk hatiye.”

Her wiha Endama Komîsyona Gelan û Baweriyan a HDP’ê Tulay Hatîmogûllari jî ev tişt anî ziman: “Li ser vê axê komkujiyên li ser elewiyan ewqas pir in, nayên jimartin. Lê em ê tu carî cangoriyên xwe ji bîr nekin û em ê wan bi bîr bînin. Em ê semahê xwe li dora wan bigerînin.”

Polîsan mudaxeleyê bîranînê kir

Ji aliyê din ve Komeleya Elewiyên Demokratîk (DAD),  xwest di salvegera 27’emîn de Komkujiya Sêwazê bi bîr bîne. Li ser banga DAD’ê rêxistinên girseya demokratîk li Kolana Sakaryayê li hev kom bûn û xwestin qurbaniyên komkujiyê bi bîr bînin. Lê polîsan bi hinceta biryara qedexeya pandemiyê ya Walîtiya Enqereyê destûr neda ku rêxistinên bernameya xwe li dar bixin û mudaxaleyî wan kir. Girseya ku parlamentere HDP’ê yê Îzmîrê Mûrat Çepnî jî di nav de ji aliyê polîsan ve ji qadê hat dûrxistin. Di vê gengeşiya ku li vir pêk hat de kesek hat binçavkirin.

Ji ber ku li vir destûr nehat dayîn, girseyê xwest li ber Navenda Giştî ya Komeleyên Çandî yên Pîr Sûltan Abdalê (PSKAD) daxuyanî bide. Li vir jî polîsan destûr neda û mudaxaleyî girseyê kir û 6 kesan binçav kirin.

Di kêliya mudaxaleyê de polîsan destûr neda ku rojnameger kişandinê bikin û wan ji qadê dûr xistin. Kesên ku hatin binçavkirin navê wan wiha ne: Nîlgun Karababa, Aslihan Han, Denîz Akiyik, Yelda Ozturk, Cemal Çakmak, Mûstafa Bayraktar û Şamîl Parlak.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar