Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

‘Yên zilmê li dayikên me dikin dê di wê zilmê de bifetisin’

Girtiyên ji bo rakirina tecrîda li ser Ocalan di greva birçîbûnê de bi rêya malbatên xwe bi raya giştî re peyam parve kirin. Girtiyan di serî de peyama israra di berxwedanê de dan û destnîşan kirin ku dê tecrîdê bişikînin. Girtiyan berxwedana dayikan silav kir û diyar kirin ku divê her kes li dora berxwedana dayikan bibe xelek

Berxwedana greva birçîbûnê ya bi hezaran girtiyên li girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê ya ji bo rakirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, berdewam dike. Girtiyan bi rêya malbatên xwe bi raya giştî re peyam parve kirin. Girtiyan got ku her zivistan heta hetayê nadome û serkeftin dê bibe para wan.

Yek ji van girtiyan jî Îsmaîl Kocaman e. Kocaman li Girtîgeha Tîpa F ya Bolûyê tê girtin û 109 roj in di greva birçîbûnê de ye. Kocaman bi rêya telefonê peyamek parve kir û anî ziman ku moralê wan pir baş e. Kocaman wiha domand: “Em bêdengiya li dijî vê berxwedanê rexne dikin. Tenê tiştê ku me di tengijîne, ev bêdengiye ye. Haya me ji berxwedana dayikan a li ber girtîgehan heye. Divê gel kom bibe û dengê xwe bilind bike.”

‘Em tenê serkeftinê difikirin’

Kocaman diyar kir ku ew bi ruhê 14’ê Tîrmehê li ber xwe didin û wiha pê de çû: “Berxwedaneke dîrokî heye û barê vê berxwedanê li ser milê herkesî ye. Moralê me pir baş e. Em xurt in û ji bilî serkeftinê tiştekî din nafikirin. Bedêl çi dibe bila bibe em ê tecrîdê bişikînin.” Malbata Kocaman destnîşan kir ku telefon bêyî ku dema wê tejî bibe, li ser wan hatiye girtin.

Berxwedana dayikan silav kir

Girtiyê di greva birçîbûnê de Îsmet Taş jî li Girtîgeha Jimar 2 ya Tîpa F ya Tekîrdagê tê girtin û ji 5’ê çileyê ve di greva birçîbûnê de ye. Taş, ji dayika xwe Hazal Taş re ku 26 roj in li ber Girtîgeha Tîpa M ya Gebzeyê di nobedê de ye, nameyek şand. Taş di serî de dayikên li ber girtîgehê silav kir û wiha got: “Ev berxwedana we ya bêhempa, ji bo me dibe wêrekî, moral, heyecan û me têr dike. Haya me baş bi vê berxwedana wê ya bêhempa heye.”

‘Dê her zilimkar di zilma xwe de bifetise’

Taş got ku berxwedana dayikan baweriya wan xurtir dike û wiha pê de çû: “Haya dewleta ceberût jî ji vê heye lewma jî bi hovane êrîş dike. Dixwazin bi van êrîşan berxwedana me asteng bikin. Lê em soz didin wan dayikan ku dê roj were em ê vê zilma zilmkaran bi bîra wan bînin. Tu zivistan heta hetayê na domin. Tava havînê nêz e û dê her zilimkar di zilma xwe de bifetise. Dê ev jî bifetisin. Lê divê dayikên Kurdistan û Tirkiyeyê li dor berxwedana we ya li Gebzeyê bibin xelek.”

‘Hindik maye ku çirûsk veguhere agir’

Di berdewamê de jî Taş daxuyand ku dê berxwedana wan biser keve û wiha got: “Weke zarokên we, me hinek derengî dest bi vê meşa azadiyê kir. Lê em baş dizanin ku hûn dê biser kevin. Leyla Guven delîla vê yekê ye. Her dayikeka me ber bi Leylayê ve dimeşe. We li Gebzeyê ev çirûsk pêxist û hindik maye veguhere agir. Dê ev agir zilimkaran û zilman wan bişewitîne û bike xwelî. Dayikên kurd ji bo pêşeroja zarokên xwe bedena xwe dikin mertal. Lê li vir erka sereke dikeve ser milê dayikên tirk. Divê bibin dengê dayikên kurd. Divê hûn pêşeroja xwe nekin qurbana fantaziyên jirêderketî yên extiyarekî. Ji bo vê jî divê hûn tev li berxwedana dayikên li Gebzeyê bibin. Ji ber ku zilma extiyar bêrehme û ev zilma wî me li Geziyê dît. Bêyî ku bibêje kurd an jî tirk, ciwan kuştin.” EDENE-STENBOL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar