Delîlayên şoreşê û kurmên darê

Di felsefê de tê gotin ku rengvedana cewher, di form de xuya dibe. Ev nirxandin û tespît, ji sedî sed ji bo Gulistan Tara,...

Êrîşkariya wan tirsa ji sosyalîzma PKK’ê ye

Mirovê me anîne asta ku “Ji mirinan, mirinê biecibîne.” Em dixwazin ji jiyîn û jiyanê li ser lingan bimînin. Vêca hûn ê bêjin çi eleqeya...

Delîlayên şoreşê û kurmên darê

Di felsefê de tê gotin ku rengvedana cewher, di form de xuya dibe. Ev nirxandin û tespît, ji sedî sed ji bo Gulistan Tara,...

Êrîşkariya wan tirsa ji sosyalîzma PKK’ê ye

Mirovê me anîne asta ku “Ji mirinan, mirinê biecibîne.” Em dixwazin ji jiyîn û jiyanê li ser lingan bimînin. Vêca hûn ê bêjin çi eleqeya...
Çarşamba - 28 Ağustos 2024

Delîlayên şoreşê û kurmên darê

Di felsefê de tê gotin ku rengvedana cewher, di form de xuya dibe. Ev nirxandin û tespît, ji sedî sed ji bo Gulistan Tara,...

Êrîşkariya wan tirsa ji sosyalîzma PKK’ê ye

Mirovê me anîne asta ku “Ji mirinan, mirinê biecibîne.” Em dixwazin ji jiyîn û jiyanê li ser lingan bimînin. Vêca hûn ê bêjin çi eleqeya...

Yên zimanê xwe winda bikin dê her tiştî winda bikin

 

Navenda Nûçeyan |

Komîsyona Ziman, Çand û Perwedeyê ya KNK’ê, Kongreya Civaka Demokratîk (KCD)û PEN a Kurd bi wesîleya 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê bi daxuyaniyeke nivîskî peyam weşandin û roja ziman li hemû cîhanê pîroz kirin.

KNK’ê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku ew mirovên ku zimanê xwe yê zikmakî winda bikin û neparêzin, dê her tiştê xwe bi hêsanî ji dest bidin û hesta neteweyî dê lawaz dibe û wiha got: “Lewma pêwîst e kurdistanî zimanê xwe yê dayikê û neteweyî bi hemû zaraveyên heyî ve biparêzîn û rojane di hemû waran de bi kar bînin. Bêgûman her zimanê nekeve nava proseya perwerde û xwendinê û lêkolînên akademîk dem bo demê ser nehên encam dayîn, ew ziman pêşnakeve û nayê parastin jî. Li her çar perçeyên Kurdistanê, bi taybet li rojavayê Kurdistanê serbarê wê rewşa şer, rewşên nexweş, barê asayîşa giştî û nearamiya di tevaya warên jiyanê de, proseya xwendin û perwerdeya bi zimanê zikmakî nesekiniye û roj bi roj pêş de çû ye. Roja Navneteweyî ya zimanê dayikê li dayikên me û li hemû xelkê Kurdistanê pîroz be. Bila em hemû, zimanê kurdî bi (hemû zaraveyên xwe) ve û zimanên din ên kurdistanî biparêzîn û rojane wek zimanê sereke pê biaxêvîn. Hewldanên xwe pirtir û bihêztir bikin, bi zimanê xwe yê dayikê di perwerde û proseya xwendinê bi awayekî serdemane bixebitin û nivşên bên perwerde bikin.”

Li her derê kurdî biaxivin

Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) jî di daxuyaniya xwe de 21’ê Sibatê di serî de gelê ku zimanên wan ji aliyê serdestan ve tê qedexekirin, li hemû gelên cîhanê pîroz kir.

KCD’ê di daxuyaniya xwe de bal kişand ser girîngiya ziman û çanda zimanê kurdî û diyar kir ku li dijî polîtîkayên bişaftinê li her qadên siyasî û civakî û tevahiya qadên jiyanê bi kurdî biaxivin, bixwînin û binivîsînin.

PEN a Kurd roja ziman pîroz kir

Bi heman armancî PEN’a Kurd jî têkildarî 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê de daxuyaniya nivîskî belav kir. Di daxuyaniyê hat gotin ku ji bo ku zimanê kurdî yê pir hêja biparêzin û bi pêş bixînin, wek gelê kurd, pêwîst e ew di nav rêxistinbûyînê de bin û hemû derfetan bi kar bînin.

Di daxuyaniyê de ev tişt hat gotin: “Zimanê kurdî zimanê neteweyekî ye ku nêzî 50 milyonî ye û wek welatê wan zimanê wan jî di bin êrîşê de ye. Ev nêzî sed salî ye bi xeyala ku kurdî ji holê bê rakirin ji aliyê serdestan ve gelek plan û bername hatin meşandin, lê ji ber ku xwedî bingehek xurt û dewlemend e kurdî her xwe li ser linga digire û bi derfetên qels jî be xwe bi pêş dixîne. Wek dîroka wan, zimanê Kurdî jî ji bo mirovatiyê mîraseke pir girîng e. Çawa dema kolanên arkeolojîk yê li Kurdistanê hebekî bi pêş ket, dîroka dinyayê hate guhertin; lêkolînek berfireh a zanistî li ser kurdî bê kirin wê ew roniyê bide gelek mijaran, ji ber ku mirovatî li ser erdê wan ava bûye û kodê dîrokê di ziman de veşirtîne.

Ji bo ku em zimanê xwe yê pir hêja biparêzin û bi pêş bixînin, wek gelê kurd, gerek em di nav rêxistinbûyînê de bin û hemû derfetan bi kar bînin. Berî her tiştî bikaranîn û xwendina bi kurdî pir pêwîst e. Zimanê kurdî mîrasa herî bêhempa ye ya ku em ji zarokê xwe re bihêlin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar