Weşangerên kurd, ji bo xebatên weşangeriya kurd pêş bikevin di 6-7’ê tîrmehê de li Amedê komxebata xwe ya duyemîn li dar xistin. Di komxebatê de biryarên girîng hatin girtin. Weşangeran di komxebatê de pirsgirêkên xwe, pirsgirêkên edîsyon û redaksiyonê, zimanekî hevpar û pêwendiya di navbera weşangeran de nîqaş kirin. Di komxebatê de desteyek ji 5 kesan pêk tê hat avakirin û biryara komelebûnê hat dayîn. Desteya demborî heya kongreya ewil wê wekî Yekitiya Weşanger û Belavkarî ya Kurd (YEWKURD) xebatên xwe bike. Her wiha weşangeran biryar da ku 2 komxebatên din jî li dar bixin, li bajar û navçeyên bakurê Kurdistanê rojên pirtûkan li dar bixin.
Nivîskar Azad Zal ku di desteyê de cih digire, têkildarî biryarên ku di komxebatê de girtine axivî. Zal bilêv kir ku 40 weşanxaneyên ji sala 2009’an ve bi hev re tevdigerin û got ku niha jî xwestine vê yekitiya xwe bi awayekî din bidomînin. Zal got: “Armanceke me ew e ku em weşangeriya kurdî di nava weşanên cîhanê de berbiçav bikin.”
Zal destnîşan kir ku weşangeriya kurdî her diçe mezintir dibe û got: “Me civîna xwe ya ewil di Fûara Pirtûkan a Amedê ya sala 2023’yan de li dar xist. Me di vê civînê de Înîsiyatîfa Weşangerên Kurd ava kir û em hatin heya roja îro. Weşangeriya kurdî li gor berê pir pêşketî ye. Helbet gelek pirsgirêkên weşangeran hene. Di navbera weşangeran û nivîskaran de, di navbera weşangeran û pirtûkfiroşan de û di navbera weşangeran û dewletê de pirsgirêk rû didin. Bi taybetî di navbera dewletê û weşangeran de pirsgirêkên bingehîn kronîk çêdibin. Dewlet, pirtûkan ji hemû weşanxaneyên din distîne û piştgiriyê dide wan. Lê deriyên xwe ji me weşangerên kurd re digire.”
Zal destnîşan kir ku ji bo heq ji van pirsgirêkan derkevin biryara komelebûnê girtine û got:” Êdî em dixwazin rengê me û dengê me li her derê hebe.”
Zal da zanîn ku ew ê di nêz de komeleyê ava bikin û wiha got: “Piştî kongreyê em ê li bajar, navçe û gundên bakurê Kurdistanê rojên pirtûkan li dar bixin.”