Piştî ku Dîwana Dadê ya Ewropayê hincetên ku PKK di nav lîsteya ‘rêxistinên terorîst’ de tê hiştin, kêm dît, Yekîtiya Ewropayê çare di lîsteya DYA’yê û Îngilistanê de dît.
Hedefa kampanyayê ku li ser malpera ‘’Justice For kurds” ( https://justiceforkurds.info ) bi gelek ziman hat destpêkirin, li gel Ewropa, li DYA, Kanada û Avûsturalyayê tê armanckirin ku 4 milyon îmze werin komkirin. Îmze jî ji Konseya Wezîran a YE’yê re û Wezareta Karê Derve ya DYA’yê re tên şandin.
Ji bo ku politikaya krîmînalîzkirina li qada navnetewî li dijî têkoşîna azadiya kurd tê domandin were şikandin girîng e ku PKK ji van lîsteyan were derxistin. YE bi kîjan sedeman PKK kire nav ‘lîsteya terorê’, di pêvajoyên krîtîk de li pişt deriyên girtî çi bû?
Pêşî di sala 1993’an de dewleta Alman ‘qanûna komeleyan’ kire sedem û xebatên PKK’ê qedexe kir. Li gel ku Almanya wan salan bi fermî PKK’ê weke ‘rêxistina terorîst’ nedîdît jî, deriyê saziyên kurd kilît kir û cezayê girtîgehê û pereyan li aktivîst û siyasetmedarên kurd birî.
Komployê dan destpêkirin
Rêveberiya DYA’yê jî biryara dihat payin piştî bi çend salan wê aşkera bikira. Di 10’ê tebaxa 1997’an de Daîreya Organîzasyonên Terorîst ên Biyanî ya bi ser Wezareta Karê Derve ya DYA’yê, PKK di nav ‘Organîzasyonên Terorîst ên Biyanî’ de bi cih kir. Rêveberiya Qesra Spî ya wê demê, piştî vê biryarê di 9’ê Cotmeha 1998’an li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, gava pêşî ya komploya navneteweyî dane destpêkirin.
Wezareta Karê Derve ya DYA’yê rûdanên dema şerê qirêj ên salên 90’î yên li Kurdistanê û biryarên dadgehên dewleta tirk kire hincet û PKK di nav ‘lîsteya terorê’ de bi cih kir. Bi heman hincetan, piştî bi 3 salan Îngilistan jî heman gavê avêt. PKK ku ne li DYA’yê û ne jî li Îngilistanê tu êrîşên wê yên tundew nebûn jî, di 20’ê tîrmeha 2000’î de bi biryara rêveberiya Londonê di nav ‘lîsteya terorê’ de hat bicihkirin. Kanada û Japonya di sala 2002’an de, Avûstûralya di sala 2005’an de, Zelandaya Nû di sala 2010’an de bi eniyî biryarê PKK kirin nav lîsteya terorê.
Lîsteya ‘rêxistinên terorîst’ hat avakirin
Piştî êrîşên 11’ê îlona 2001’an ku Amerîka pê hejiyabû, rêveberiya Washîngtonê bi hinceta ‘astengkirina terorîzma navnetewî’ zext li ser YE’yê kir. Li gorî DYA’yê, YE, li ser mijara ‘têkoşîna dijî terorîzmê’ qels dimîne. Li ser vê, di kanûna 2001’an de YE’yê bi zexta DYA’yê lîsteya ‘rêxistinên terorîst’ ava kir.
Di lîsteya pêşî de ku YE’yê 28’ê kanûna 2001’an aşkera kir de, ETA, Rêxistina 17’ê Mijdarê ya Yewnanîstanê, Hîzbûllaha Libnanê, Cîhana Îslamî û Hamas jî di nav de 12 rêxistin kir lîsteya tesorê. Di vê lîsteyê de ku tenê 6 mehan ma, PKK nebû. Lê piştî ku dewleta tirk û hêzên cîhanî ketin navbeynê Konseya Wezîran a YE’yê, aşkere kir ku 2’yê gulana 2002’an de PKK jî di nav lîsteyê de hatiye bicihkirin.
Bi gotinan tev digerin
Brûkselê di ber muzakereyên endamtiyê de yên bi Enqreyê re helwesta xwe guherand, bi ser de ji bo ku PKK di nav lîsteyê de were bicihkirin sedem jî spartin biryarên dadgehên tirk. Li gorî lêkolînên ANF’ê di navbeyna 2003-2013’an de PKK ji 68 rûdanên berbiçav berpirs hatiye dîtin. Lê balkêş e, ku piraniya van êrîşan ne xwedî daneyên berbiçav in û tenê guh dane îdîayên dewleta tirk.
Bi ser de di lîsteyên YE’yê de sûcên ku dewleta tirk kirine jî kirine sutiyê PKK’ê. Ji van ya herî balkêş di teqîna mayinê de ya 27’ê gulana 2009’an a li Çelê ku 7 leşker miribûn, YE’yê PKK berpirs dîtibû. Lê qeydên deng ku piştre derketibûn û darizandina li dadgeha leşkerî, derketibû holê ku efseran bixwe mayin danine û bersûc Tûggeneral Zekî Es 6 sal û 8 meh ceza lê hatibû birin.
Her wiha 29’ê îlona 2007’an, li gundê Heman a Êlkê li wesayiteke sivîlan hatibû reşandin û 7 cerdevan hatibûn kuştin. Di rapora Mazlûm-Der û ÎHD’ê de ku 19’ê cotmeha 2007’an hatibû hazkirin bi rengekî berbiçav derketibû holê ku tu têkiliya PKK’ê bi vê re nîne. Derketibû holê ku kuştina plansaziya wê leşkeran kirî ji hêla cerdevanan ve pêk hatiye, YE bi salan ev kire sutiyê PKK’ê.
Bi hincetan PKK’ê di lîsteyê de dihêlin
Li dijî vê neheqiyan YE’yê di sala 2014’an de rêveberên PKK’ê Murat Karayilan û Dûran Kalkan bi rêya parêzerên xwe yên hollandî serî li Dîwana Dadê ya Ewropayê ya li Luksembûrgê dan. Organa darazê ya YE’yê ku li serlêdana PKK’ê hûr bûyî, biryara xwe di 15’ê mijdara 2018’an da.
Dîwana Dadê ya Ewropayê, hincetên Îngilistanê ku li ser navê YE’yê îdîa danîbû, kêm dît, biryar li ser da ku PKK bi van sedeman nikare di nav lîsteyê de be. Piştî biryara Dîwanê her wiha Îngilistan sala 2018’an ji bo ku PKK di nav lîsteyê de bimîne dîsa serlêdan kir û bi rengekî otomatik di 9’ê çileya 2019’an de PKK dîsa li nav lîsteyê hat danîn.
Kampanya geştir bû
Lê vê carê Konseya Wezîrana YE’yê biryara rûdanên berbiçav ku berê ji bo ku PKK’ê di nav lîsteyê de were bicihkirin dabû, ji nav sedeman derxist. Li şûna vê YE’yê lîsteya ‘Rêxistinên Terorîst’ ya DYA û îngilîz ya derheqê PKK’ê de kir bingeh. Konseya Wezîran di sibata 2021’an de piştî ku PKK dîsa kire nav lîsteya ku hatî nûjenkirin doz hat vekirin .Halê hazir li Luksembûrgê der barê PKK’ê de 3 doz hene, Tevgera Azadiya Kurd di 19’ê tîrmeha 2021’an de dema ku dîsa di nav lîsteyê de hate bicihkirin bi asta cîhanî kampanya geştir bû.
Piştî kampanyaya navnetewî ku kanûna bihurî dest pê kir, heta niha bi hezaran kesî, ku di nav wan de wekîlên Parlamentoya Ewropayê, yên meclisa netewî, senator, serokên partiyan, şaredar, nûnerên sendîkayan, akademîsyen, nûçegihan, hunermend û hiqûqnas jî hene, bang li YE û DYA’yê kirin ku PKK ji nav lîsteyê were derxistin. Hat gotin ji ber ku PKK di nav ‘lîsteya terorê’ de ye, ev tundiya dewletê ya li ser gelê kurd rewa dike.