Leşkerên tirk ên dagirker şeva 24’ê gulanê li derdora 22.00’yan derdora gundê Nenyasê yê navçeya Licê ya Amedê hate dorpêç kirin. Leşkerên dagirker bi helîkopter û çekên giran gund gulebaran kirin. Maleke ku zarok û jin têde hebûn hat gulebarankirin. Welatiyê bi navê Mehmet Yildirim (45) ku bavê 4 zarokan bû, ji hêla leşkerên dagirker ve hat înfazkirin. Cenazeyê Yildirim şevêdin ji Saziya Tipa Edlî (ATK) hate wergirtin û birin gundê wî Nenyasê. Cenaze piştî wecîbeyên olî bi girseyî hate definkirin. Di dema merasîma definkirinê de girseyê dirûşma “Şehîd namirin” berz kirin.
Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Uçar, Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ê Amedê Serhat Eren, endamên Komeleya Yekitî, Çand û Piştevaniya bi Malbatên Xizmên Xwe li Şaristaniyê Windakirin re (MEBYA-DER), xizmên girtiyan ên di çalakiyê de û gelek partiyî tev li merasîma definkirina cenazeyê bûn.