Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...
Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Yildiz: Hevrê Seyîd zanîbû bibe hevrê

Rojnamevan Zinar Yildiz balê dikişîne ser jiyan û sekna şehîd Seyîd Evran û dibêje: "Vegotina Seyîd ne vegotina şoreşger an jî rojnamevanekî ye; vegotina şoreşê bi xwe ye. Seyîd Evran gerîla û rojnamevanek bû ku lê dipirsî, lêkolîn dikir. Bi rastî jî zanîbû bibe hevrê.”

Şoreşger, gerîla û rojnamevanê mezin Seyîd Evran 22’ê îlonê di encama krîza dil de şehîd bû. Hevrêyê wî rojnamevan Zinar Yildiz ji ANF’ê re qala têkoşîna Seyîd Evran dike.

Yildiz destpêkê behsa bê Seyîd Evran çawa nas kiriye dike û dibêje: “Di nava Têkoşîna Şoreşgerî ya Kurdistanê de hevalekî welê bû ku berî wî navê wî dihate naskirin. Me rojname, kovar û weşanên din ên têkoşînê dişopand. Ji pêvajoya destpêkê ve min navê hevalê Seyîd nas dikir, nivîsên wî dixwend. Piştî ku tevlî nava têkoşînê bûm min li qada gerîla ew nas kir. Şeref û serbilindî bû ku di nava têkoşînê de wî bi nasnameya rojnamevantî û şoreşgerî nas bike.”

Xwedî sekneke lê pirsîner bû’

Têkildarî taybetmendiyên diyarker ên Seyîd Evran jî, Zinar Yildiz wiha dibêje: “Hevalê Seyîd hevrêyek bû ku êşa hevrêyên xwe hîs dikir. Bi rastî jî zanîbû bibe hevrê. Hevrêyên xwe hîs dikir. Kêfxweşî jî, êş jî hîs dikir û parve dikir.”

Zinar Yildiz bal dikişîne ser kesayetiya lêpirsîner a Seyîd Evran û wiha didomîne: “Mirovekî welê bû ku bi ya didît re nedima. Di her bûyerê de ku lê dinihêrî, di her bûyera ku didît nêzîkatiyeke welê nîşan dida ku gelo li pişt wê çi heye, çi wê pê bê, gelo bi çi ve girêdayî ye, gelo têkiliya vê bi çi re heye. Ya heyî tu carî bi hêsanî qebûl nedikir. Xwedî sekneke welê bû ku timî lê dipirsî. Di têkiliya bi mirovan re, di nirxandina bûyeran de her tim hewl dida ya nayê dîtin bibîne. Ev yek jî dibû sedem ku hevalê Seyîd lêkolînê bike. Bi dîtina min ji ber vê yekê rojnamevanî tercîh kir. Eger rojnamevaniya şoreşê wê bihatibûya kirin, karakter û kesayetiya hevalê Seyîd gelekî guncav bû û ji ber van taybetmendiyan dest bi rojnamevantiya şoreşgeriyê kir.

Karaktera wî ya lêpirsîner dibû sedem ku ya heyî qebûl neke. Timî di nava lêgerîna guhertinekê de bû. Weke şoreşgerekî di nava têkoşîna guhertina ya heyî, sererastkirina ya şaş de bû.”

‘Mirovekî pir zêde dihat hezkirin’

Zinar Yildiz tîne ziman ku Seyîd Evran bi gel re xwedî têkiliyeke bedew bû û wiha dirêjahî dide axaftina xwe: “Di nava 11 salên karê Şoreşa Rojava de malbatek, zarokek tune bû ku kêfa wî ji Seyîd re nedihat. Jinek, mêrek, mirovekî extiyar tune bû ku ji hevalê Seyîd aciz bibû. Diçû xwe bi mirovan dida qebûlkirin, dida hezkirin.”

Rojnamevantî weke şoreşekê dinirxand’

Yildiz bal dikişîne ser pênaseya ‘hişê çapemeniya azad’ ku ji bo Seyîd Evran tê gotin û dibêje: “Ya ku Seyîd Evran kir hişê çapemeniya azad ew bi xwe bû. Ew bi xwe hiş bû. Hevalê Seyîd rojnamevanî tu carî tenê weke pîşeyekî nenirxand. Ne tenê weke şopandin û weşandina bûyeran didît. Rojnamevantî weke şoreşekê nirxand. Rojnamevantiya hevalê Seyîd rojnamevantiyeke welê bû ku ya nayê dîtin bê dîtin, şaşitî bêne aşkerekirin, ya pêwîst bê kirin û rojnamevantiyeke bi vî rengî dikir. Ev yek şoreşgerî bi xwe ye.”

‘Şopdariya Seyîd Evran şopdariya kevneşopiyê ye’

Yildiz bi dewamî dibêje: “Rojnamevantî û şoreşgerî ji hev cuda nedît. Ji bo Seyîd yek ji karên bingehîn ew bû ku keda şoreşê, şoreşê bi xwe vebêje, şoreşgeran vebêje, armanc û jiyana şoreşgeran bigihîne nava gel.”

Yildiz axaftina xwe wiha bi dawî dike: “Ew şopdarekî kevneşopiya ji Mûsa Anter heta bi Ozgur ulke û Gûrbetellî Ersoz bû. Ji xwe jî gelek tişt tevlî vê kevneşopiyê kiribû. Lewma şopdariya Seyîd Evran şopdariya vê kevneşopiyê ye. Eger armanceke me ya ji bo şopandina vê kevneşopiyê hebe, karê me yê destpêkê ku divê em bikin, divê em vê têkoşînê bişopînin.”

Zinar Yildiz destnîşan dike ku ji bo xwedîderketina li Seyîd Evran divê ew biryardariya têkoşînê xurt bikin û didomîne: “Divê em di kesayetiya Seyîd de bibînin bê bi kîjan rê û rêbazên têkoşîn encamê werdigire û vê yekê dewam bikin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar