PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...
Cuma - 22 Kasım 2024

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Yilmaz: Tirsa Tirkiyeyê modela xwerêveberiyê ye

Pispora Rojhilata Navîn Arzû Yilmaz diyar kir ku DYA’yê bi helwesta “Em fikarên ewlehiyê yên rewa yên Tirkiyeyê fêm dikin” rê li ber êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê vekiriye û tekane tirsa DYA û Tirkiyeyê modela xwerêveberinê ye.”

Êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Herêma Kurdistana Federe û Şengalê ji 20’ê mijdarê ve didomin. Pispora Rojhilata Navîn Arzû Yilmaz êrîşên Tirkiyeyê û helwesta DYA û Rûsyayê nirxandin.

Yilmaz diyar kir ku Tirkiye ji zû de ye amadekariyên êrîşên li dijî Rojavayê kiriye û îtirazên DYA û Rûsyayê yên li dijî êrîşan jî îtirazên aktîtîkî û konjukturî ne. Yilmaz bilêv kir ku pirsgirêkên di navbera Tirkiye û DYA’yê de pirsgirêkên binyadî ne û di warê Rojava de Tirkiye û DYA wekhev nafikirin û ev yek ne sedema van pirsgirêkan, encama wan e. Yilmaz destnîşan kir ku DYA heta niha di warê êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Rojava de li gor konjukturê hin fikar dane der û wiha got: “Em dibînin ku têkiliyên Tirkiye û Rûsyayê ji sala 2015’an ve veguherîne têkiliyên stratejîk. Tirkiye di 6 salên dawî de ji bo êrîşî Rojavayê bike gelek hevdîtinan pêk tîne. Lê şerê li Ûkraynayê û xwepêşandanên li Îranê, avakirina hikûmeta Iraqê, hilbijartinên li Amerîkayê û endamtiya Fînlandiya û Swêdê ya ji bo NATO’yê, bazariya di navbera Tirkiye û Rojavayê (ya cîhanê) de bi derengî xist.”

Tifaqên nû tên avakirin

Yilmaz da zanîn ku bi “bihara ereban” re li Rojhilata Navîn tifaq ji hev veçiriyane û ev tifaqên ku di deh salên dawî de ji hev veçiriyane cardin hewl didin bên çêkirin. Yilmaz di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Niha li Rojhilata Navîn tifaqine nû tên avakirin. Diyarkirina aliyan, nexasim Tirkiye, hem ji bo rojava hem jî ji bo Amerîkayê pir girîng e. Lewma Tirkiye di pêvajoyeke wisa de, ber bi pêvajoyeke ku sînorên polîtîkayên xwe yên maksîmalîst test dike ve diçe. Gava di dawiya vê yekê de ev tifaq ji nû ve çêbibin, ev dê ji bo polîtîkaya derve ya Tirkiyeyê avantajek be yan na, em ê bibînin.”

Helwesta DYA’yê

Yilmaz helwesta DYA’yê ya ji bo êrîşên Tirkiyeyê jî rexne kir û wiha domand: “Xwerêveberiya li Rojavayê li seranserê cîhanê tê qebûlkirin, lê DYA ji modela xwerêveberinê wêdetir, radibe têkoşîna Rojava ya li dijî DAIŞ’ê berbiçav dike. Yanî me heta niha ji bo xwerêvebirina gelên Rojava tu alîkarî nedîtine.”

Fikara ji bo ewlehiyê!

Yilmazê di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser daxuyaniyên DYA’yê ku gotibû “Em fikarên ewlehiyê yên rewa yên Tirkiyeyê fêm dikin” û wiha pê de çû: “DYA, bi daxuyaniya xwe ya vê dawiyê ya têkildarî êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê careke din bal kişand ser fikara ji bo ewlehiya Tirkiyeyê.Ev fikara ji bo ewlehiya rewa çi ye? Qey heta niha êrîş li dijî Tirkiyeyê çêbûne? Jixwe hat fêmkirin ku tu eleqeya êrîşa li Kolana Îstiklalê bi PKK û YPG’ê re tune ye. Tew Mazlûm Kobanê got, tu eleqeya wan bi êrîşa li Dîlokê jî tune ye. Nexwe ev fikara ji bo ewlehiya rewa çi ye? Yek; tirsa ku li Rojavayê modeleke xwerêveberiyê bê avakirin. Li hemberî vê jî ji nû ve pêkanîna serdestiya Şamê ya li seranserê Sûriyeyê. Dudu; DYA carinan bi bêdengiya xwe carnan jî bi şermezarkirinên xwe yên dorê li Tirkiyeyê najidîne, pêşî li ber êrîşên Tirkiyeyê vedike. Sedema vê jî, xwerêveberiya li Rojava ye ku ji bo xwe wekî xetereyekê dihesibîne.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar