Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...
Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

YJA Star: Baharîn û Mizgîn bûn manîfestoya me ya jiyan û têkoşînê

Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê, du gerîlayên li Garzanê şehîd bûn bi rêzdarî bi bîr anî û wiha got: “Hevrêyên pêşeng ên milîtaniya PAJK'ê Baharîn û Mizgîn bûne manîfestoya me ya jiyan û têkoşînê."

Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê derbarê 2 gerîlayên ku di 23’ê Mijdara 2021’an de li Garzanê şehîd bûne ev agahî da:

“Weke Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê di vê pêvajoya ku em ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê xwe û azadiya gelê xwe şerê herî dijwar dimeşînin de, em şahidiya şehadeta hevrêyên xwe yên pir giranbuha dikin û vê weke berdêla azadiyê dibînin. Têkoşîna me bi hewldan, fedekarî û lehengiyên mezin ên bi dehan hevrêyên me yên leheng didome, ev hevrêyên leheng jî ji bo gelê kurd û hemû gelên Rojhilata Navîn hêviyeke mezin in. Di vê pêvajoya ku em weke Tevgera Azadiya Jinê berpirsyariya pêşengtiya têkoşîna xwe digirin ser milê xwe, fermandarên me yên YJA Starê fermandariya bi dehan gerîlayên jin ên fedayî dikin û bi van hevrêyên xwe re li eniyên pêş şer dikin. Em weke Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê hevrêyên xwe Baharîn Denîz û Mizgîn Boran ên ku di 23’ê Mijdara 2021’an de li Garzanê di vî şerê fedayî de şehîd bûn bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin. Em sersaxiyê di serî ji malbatên hevrêyên me Şêxo û Guçlu û ji tevahî gelê kurdistanê re dixwazin.

Agahiyên derbarê nasnameyên hevrêyên me yên şehîd bûne wiha ne:

Nasnav: Baharîn Dêrsim

Nav û Paşnav: Leyla Şêxo

Cihê Jidayikbûnê: Heleb

Navê Dayik – Bav: Heyat – Ehmed

Cih û Dîroka Şehadetê: 23 Mijdar 2021 / Garzan

Nasnav: Mizgîn Boran

Nav û Paşnav: Emel Guçlu

Cihê Jidayikbûnê: Enqere

Navê Dayik – Bav: Hacer – Mistefa

Cih û Dîroka Şehadetê: 23 Mijdar 2021 / Garzan

 

Baharîn Dêrsim

Têkoşîna azadiyê kesayetên watedar û leheng diafirîne û bi pîrozî û nirxa azadiyê xurtir dibe. Hevrêyên me yên ku ji bo cewher, xwebûn, rastiya xwe bi dest bixin berê dane çiyayan û ji bo bibin şervanên leheng ên gelê serhildêr û berxwedêr beşdarî têkoşîna azadiyê bûn û her gavên wan ji bo azadiya gelê kurd, jinên kurd û hemû jinan bûn. Xewn û armanca bingehîn a her gerîlayek YJA Starê ew e ku bi xeyalên hevrêyên xwe yên hêja ku heta nefesa xwe ya dawî li ber xwe dan, barê wan hilgirin û di pêşengiya fermandariya fermandarên me de têkoşînê bigihînin serkeftinê ye.

Hevrêya me Baharîn ji Efrînê bû çavên xwe li Helebê li dinyayê vekir. Tevî ku li Efrînê ji dayik nebûye û mezin nebûye jî bi dilsoziya xwe ya ji bo ziman, çand û xwezaya gelê Efrînê û taybetmendiyên xwe yên herêmî mezin bûye. Her çiqas dijmin ji bo gelê me yê Efrînê ji cewher û dilsoziya wê dûr bixe her tim polîtîkayên taybet meşandine jî, lê di vê armancê de bi ser neketiye. Gelê Efrînê her tim nasnameya xwe ya Kurdî parastiye û dema ku dem hat çekên xwe girtin û li çiyayên Kurmanc, Lêlûn û Hawarê li dijî celadên xwe çeper girtine. Hevrêya me Baharîn di malbateke wiha welatparêz de mezin bû û di temenê xwe yê biçûk de Rêber Apo, Tevgera Azadiya Kurd û gerîla nas kir. Di aliyekî de dixwest bibe şoreşger û gerîlatiyê bike, ji aliyê din ve her gav ji bo di şoreşê de pêşengiyê ji jinan re bike û siberoja gelê xwe plan dikir. Di sala 1999’an de bi komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Apo, bi gotina ‘dereng e’ weke gerîla xwest têkoşîna xwe bidomîne û di sala 2000’an de tevlî nava refên PKK’ê bû. Hevrêya me Baharîn a ku ji roja destpêkê ya tevlî PKK’ê bû bi naskirina têkoşînê hewl da ku bi zanebûn tevlî bibe, bi vê hişmendiyê biryara xwe girt û her tim li pey van biryaran bû. Her tim li ser heman armancê bi biryardariya bûyîna fedayiya Rêber Apo gava yekemîn avêt û di heman salê de tevlî nava Yekîneyên Fedayî bû û 22 salan weke fedayiyekê rola xwe ya pêşengtiyê lîst.

Yek ji xeyalên herî mezin a hevrê Baharîn ew bû ku weke jineke fedayî li serê çiyayên Dêrsimê gerîlatiyê bike. Ji ber ku Dêrsim; cihê hevrê Sara û Zîlan bû. Bi dehan jinên leheng ên mîna Besê û Zarîfe li van çiyayan li ber xwe dan. Dêrsim ji bo hevrê Baharîn her tim xwedî du wateyên mezin bû. Yek jê cihê ku xeta fedayîtiyê ya hevrê Zîlan û fermandariya fedayîtiyê lê pêk anî bû; Yek ji wan jî cihê ku hevrê Mahîr (Şerîf Yalçin) xwest hemû xeyalên xwe yên fedayîtiyê lê bi cih bîne û di vê dozê de şehîd bû. Hevrê Baharîn di bin fermandariya hevrê Zîlan de di dawiya sala 2003’an de xeyalên Mahîr û bi dehan hevrêyên şehîd bûne hildigire ser milên xwe, derbasî qada Dêrsimê dibe. Ev ji bo wê gelekî watedar bû. Ji ber ku derbasî qada bakurê Kurdistanê bû û weke jineke Efrînê hêrsa parçebûna welatê xwe ya li çar parçeyan xiste nava şerê xwe, ji bo tola her hevrêyên ku di vê armancê de şehîd bûne hilîne û gerîlatiya jinê ya Rêbertiyê afirandiye bide jiyîn çûbû wir. Piştî ku 8 salan bênavber li Dêrsimê weke gerîlayekê xebitî, bi vê moral û kelecanê derbasî başûrê Kurdistanê bû û li Metîna, Zap, Çemço û Xinêrê xebatên xwe yên gerîlatiyê domand.

Hevrêya me Baharîn ji roja ku tevlî partiya me PKK’ê bû, her tim bi pîvanê fedayîtiyê beşdarî jiyan û pratîkê bû. Bi kesayetiya xwe ya sade û nerm û bi têkiliyên xwe yên hevaltî yên germ, di her kêliya jiyanê de, di her kar û xebatê de berpirsyarî digirt ser milên xwe. Hevrêya me Baharîn ku weke jineke Efrînî piraniya jiyana xwe ya gerîla li Bakurê Kurdistanê derbas kir, bû fermandareke fedayî.

Hevrê Baharîn piştî ku ezmûn û zanebûneke mezin bi dest xist, di sala 2019’an de berê xwe da Garzanê, cih û warên Rindêxan, Hozan Mizgîn û Arjîn Garzan û li wir weke Fermandara YJA Starê ya Eyaleta Garzanê peywir girt. Li vir ji bo ku nasnameya jina azad, rêgezên PAJK’ê û şervaniya YJA Starê ya jêhatî li her qadê belav bike kedeke mezin da. Li Garzanê li hemberî her cure polîtîkayên şerê qirêj ên dijmin li ber xwe da û bi helwesteke birûmet li ber xwe da. Di heman demê de hemû gerîlayên HPG û YJA Starê bi xwe re perwerde kir, mil bi mil bi hevrêyên xwe yên ku heman xeyalê parve dikir di çeperan de şer kir û di 21’ê Mijdara 2023’yan de li van çeperan bi lehengî şer kir û şehîd bû.

Em yek ji fermandarên me yên leheng ên YJA Starê hevrê Baharîn Denîz a ku 22 sal in ji bo Rêbertiya me, gelê xwe û azadiya jinê bi fedayîtî li ber xwe da, bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin û soz didin ku em ê xwedî li xeta fermandara me ya fedaî, armanc, hewldan û xeyalên wê derkevin û bi ser bikevin.

Mizgîn Boran

Hevrê Mizgîn Boran li navçeya Haymana ya Enqereyê ji dayik bû. Haymana yek ji wan cihan bû ku ya kurdên Anatoliya Navîn e her çiqas bi darê zorê hatin sirgûnkirin û ji Kurdistanê dûr bûn jî, her tim wek beşekî Kurdistanê ma. Lê wek malbata hêja ya hevrê Mizgîn, kurdên li vir jî tevî ku li ser axa Kurdistanê mezin nebûne jî dilsoziya xwe ya ji bo ziman, çand û axa xwe ji bîr nekirine. Hevrêya me Mizgîn bi xeyala rojekê Kurdistanê bibîne mezin bû, Tevgera Azadiya Kurd nas kir û li ser şopa hevrêyên xwe yên beriya xwe yên weke Mizgîn Newal, Nûjîn Enqere, Alîşêr Xelîkan, Nagihan Akarsel meşiya û di sala 2010’an de  dema li zanîngeha Enqerê beşa felsefeyê xwend tevlî Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê bû.

Hevrêya me Mizgîn bi tevlîbûna xwe ya bi zanebûn û her wiha bi cewher sadebûna xwe di demeke kurt bala hevrêyên xwe kişand. Her çiasî li Kurdistanê nema bû jî, di demeke kurt de hînî şert û mercên çiyê bû, bi fêmkirina Rêbertiyê re kete nava hewldanan. Li qadên Garê, Metîna, Heftanînê ma û 5 salan li vir di her erk û berpirsyariyên xwe de ji bo serkeftinê bi dest bixe, gelek hewl da. Hevrê Mizgîn ku di demeke kin de hemû tiştên ku hînbû bi pratîka xwe bi cih anî. Di sala 2015’an de berê xwe da Bakurê Kurdistanê û derbasî Garzanê bû. Hevrê Mizgîn dema ku dijmin her cure konsepta îmha û qirkirinê pêk dianî û di rojên herî dijwar de weke fermandara jin li ser rêgez û mîrasa Arjîn Mizgînan şer kir. Li eyaleta Garzanê bi keda xwe, xwe afirand û di asta fermandariya herêmê de peywir meşandin. Di her kêliya jiyana xwe de mîna ku tola bi salan dûrketina ji Kurdistanê hilde, bi moral û coşeke mezin tevlî bû û hemû hevrêyên xwe di vê wateyê de bi rê ve bir. Hevrêya me Mizgîn a ku 7 salan li Garzanê ma û li hemberî hemû zehmetiyan li ber xwe da, bi pratîkê îspat kir ku hêz û vîna jinê dikare li hemberî her cure zehmetî û êrîşên dijmin bi ser bikeve. Gelek caran bi mirinê re rû bi rû ma, di kêliyên herî dijwar de jî helwesta xwe domand û carek din rêhevaltî û fermandariya xwe ya mînak nîşan da. Bi israr û baweriya xwe ya serketinê ji hemû hevrêyên xwe re bû mînak. Hevrêya me Mizgîn Boran, yek ji fermandarên me yên YJA Starê bû, ku heta nefesa xwe ya dawî bi lehengî şer kir û di 23’ê Mijdara 2021’an de şehîd bû. Bi sekna xwe ya fedayî û şêwazê fermandariyê bû fermandara pêşeng a hemû hevrêyên xwe.

Hevrê Baharîn û Mizgîn ên ku di nava salên têkoşînê de ji fedakariyê dûr neketin û bi awayekî bêhempa beşdar bûn, bûn îfadeyên şênber ên milîtaniya PAJK û PKK’ê. Di bin her şert û mercên dijwar de rêgezên jiyana azad a PAJK’ê û helwesta jina azad temsîl kirin. Ji fermandarên pêşeng ên milîtaniya PAJK’ê hevrê Baharîn û Mizgîn bûn manîfestoya me ya jiyan û têkoşînê. Şerê li Garzanê ji bo gerîlayên jin her tim xwedî wateyeke mezin e. Ji ber vê jî têkoşîna li vir tê meşandin têkoşîna hemû gerîlayên YJA Starê ye. Hemû hevrêyên me yên li vir şehîd bûne, li gel hevrê Baharîn û Mizgîn, pêşengên leheng ên Tevgera Azadiya Jinê ne. Em van hevrêyên fedayî di salvegera şehadeta wan de bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin, em soza xwe dubare dikin ku em ê bibin hilgirê ruhê têkoşînê û weke gerîlayên YJA Starê teqez em ê tola hemû fermandar û hevrêyên şehîd hilînin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar