Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...
Pazartesi - 30 Eylül 2024

Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

YJA Star: Berdêl çi be em ê tola xwe hilînin

Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê  destnîşan kir ku heta ku gerîla hebe wê ne dagirker û ne jî hevkarên wan ên xayîn wê li Kurdistanê negihêjin armanca xwe û got: "Dewleta tirk a faşîst û qirker wê tevî hevkar û xayînên xwe ji welatê me Kurdistanê werin avêtin."

Fermandariyê di daxuyaniya xwe de ev tişt diyar kir:

“Dewleta tirk a faşîst û qirker ku dijminê gel û jinan e û xwediyên pergala modernîteya kapîtalîst a ku piştgiriya sûcê wê yê şer dike, tevî dewletên herêmê yên ku hevkarên wan in, wê li hemberî têkoşîna azadiyê ya bi hevkariya jinan û gelan têk biçin. Heta ku gerîla hebe wê ne dagirker û ne jî hevkarên wan ên xayîn wê li Kurdistanê negihêjin armanca xwe. Dewleta tirk a faşîst û qirker wê tevî hevkar û xayînên xwe ji welatê me Kurdistanê werin avêtin. Em sond dixwin ku artêşa me ya jinan a ku bi xwîna bi hezaran şehîdên qehreman mezin dibe û li her çar parçeyên Kurdistanê bi tevlibûna bi hezaran jinan xwe rêxistin dike û xwe dispêre tecrubeya têkoşîna jinan  a dîrokî ku dikeve sala xwe ya 30’yemîn, li ser xeta Bêrîtanê û bi feraseta çalakiya Sara-Rûken, em ê biçin ser paşverûtiya ku dijminatiya jinan û gel dike, li cihê ku wan qet texmîn nedikir em ê li dijmin bibin û wê teqez dagirker têk biçin. Têkoşîna me ya azadiyê ya jinan a ku li zindanên faşîzmê bûye Sara û xwedawend, li deştên Kurdistanê bûye Bêrîvan û serhildan, li çiyayên Kurdistanê bûne Bêrîtan û artêş, mejiyê dagirkeran parçe kirine û bûne Zîlan, di hiş de bûne Sema û partî, çawa ku li Rojava û Şengalê DAIŞ a ku dijminê mirovayetiyê têk bir, li Rojhilat rejîma mola ya ku dijminatiya jinan dike, li Başûr pergala îxanetê ya ku qirêjiya rûmeta neteweyî ye û li Bakur jî wê dewleta faşîst têk bibe, wê ji bo jinan û gelê me li Kurdistanê jiyaneke nû ya demokratîk, ekolojîk, azadiya jinan diparêze ava bike. Divê jin û gelê me bizanibin û jê bawer bin ku wê li vê axa pîroz pergala qirker û mêtinger a mêrserwer ku dijminatiya jinan û gel dike wê hilweşe û berdêla wê çi be wê jiyana demokratîk, ekolojîk û azadîxwaz were avakirin. Têkoşîna me ya pêncî salî diyar kiriye ku hêza têkoşîna yekgirtî ya jinan û gelan, xwedî vê îradeyê ye ku ew ê karibe hemû desthilatdariyên faşîst û paşverû têk bibe. Têkoşîna me îspat kiriye ku li Rojava şoreş û li Rojhilat serhildan çawa pêk hatiye. Li çiya û deştên Kurdistanê 30 sal in li ser bingeha artêşa jinan têkoşîna me ya gerîla didome. Kesên dixwazin vê hêzê bipivîn wê li hemberî xwe Bêrîtan, Zîlan, Rojbîn, Sara, Rûken, Arîn, Avesta, Mizgînan bibînin û divê gumana tu kesî tunebe ku wê ev îrade şertê wê çi dibe bila bibe wê roj bi roj mezin bibe û wê teqez li dijmin bide. Em artêşa jinên azad a Kurdistanê bi hêza ku em ji Rêbertiya xwe distînin, bi tecrubeya ku me ji dîroka xwe stendiye û bi biryardariya ku me ji azweriya xwe ya azadiyê stendiye, bi hêrsa xwe ya ku li hemberî dewleta faşîst û qirker a ku dijminatiya jinan dike, em ê her cure paşverûtiyê û desthilatdariya mêrserwer hilweşînin, em xwedî vê bawerî, bîr û îradeyê ne.

Rêbertî hêviya jiyanê ye

Gelê me yê hêja; Têkoşîna me ya azadiyê ya ku bi pêşengiya Rêbertiya me pêncî sal in bênavber didome, sînorên Kurdistan û Rojhilata Navîn derbas kiriye û li dinyayê veguheriye helwesteke hevkar, li dora şîara jin, jiyan û azadî hemû jin rakine serhildanê. Tevî vê yekê kedkar, karker, şoreşger, demokrat, hawirdorparêze, antîkapîtalîst aniye ba hev û wekî tevgereke bi aqil û daxwazên hevkar têdikoşe, şênber kiriye. Ligel ku 25 sal in pergala îşkenceyê ya navdewletî ya Îmraliyê heye, Rêbertiya me bûye hêviya azadiyê ya jinan, gelan, ciwanan, bi hêza xwe ya navendîbûna ronakbîriyê Kurdistan, Rojhilata Navîn û jinên cîhanê zane kiriye û berê wan daye ser rêya çareseriyê û moral û cesaret dane wan. Dewleta faşîst a  ku li hemberî enerjiya mezin a Rêbertî, li hemberî îradeya şer a gerîlayên azadiyê ku siyaseta înkar û îmhayê pûç dike, baweriya xwe bi hêza ku ji pergala kapîtalîst stendiye, êrîşên xwe yên nukleer û kîmyewî zêde kiriye. Dewleta faşîst a qirker şeş meh in li Zap, Avaşîn û Metînayê têk çûye, li hemberî şerê gerîla nikare bi pêş ve biçe, di du mehên dawîn de êrîşên xwe yên kîmyewî û nukleer zêde kiriye. Bi êrîşên çekên kîmyewî dixwaze têkçûna xwe ya li hemberî gerîla veşêre û li qadên dagirkeriyê bi pêş ve biçe. Rastiya şerê li çiyayên Kurdistanê û encamên ji ber berxwedana gerîla wekî bîlançoyên rojane û mehane bi raya giştî re tê parvekirin. Sûcên ku dewleta tirk a faşîst di şer de kiriye, her roj bi rêya çapemeniyê hatiye ragihandin. Ji 17’ê nîsanê û vir ve dema ku şerê dagirker hatiye destpêkirin, dewleta tirk a faşîst li hemberî gerîla çekên taktîk nukleer, çekên termobarîk û çekên kîmyewî bi kar aniye. Li aliyê din ve jî hatiye diyarkirin di vî şerî de ya ku zehmetiyê li ser gerîla çêdike ev e ku îxaneta PDK ye ku li ser bingeha  hevkariya dewleta tirk ji paş ve qadên gerîlayan dorpêç kiriye û heke ev îxanet tunebe wê dewleta tirk a dagirker nikaribe li Herêmên Parastinê yên Medyayê be. Bi daxuyaniyan hatiye xwestin ku gelê Kurdistanê di vî warî de agahdar bibe û helwesta xwe zelal bike.  Tişta sereke ev e ku du sal in êrîşên dagirker ên ku li Herêmên Parastinê yên Medyayê hatiye destpêkirin, bi hevkariya PDK’ê tê kirin. Di vê êrîşê de çekên ku di peymanên navneteweyî de qedexe ne, hatiye bikaranîn û heke PDK hevkariyê nede dewleta tirk a faşîst, wê dewleta tirk têk biçe. Gerîla hewl dide şerek di navbera Kurdan de çênebe û li hemberî dijwariya mezin a îxaneta PDK’ê li ber xwe dide lê ev tişt jî heta cihekî sînorê xwe heye. Di vî warî de ji gelê me û raya giştî ya demokratîk hatiye xwestin ku li hemberî sûcên şer ên dewleta tirk a faşîst û qirker û li hemberî îxaneta PDK’ê helwestên xurt werin nîşandan.

Dîmenên ku hatin parvekirin delîlên sucên şer in

Dewleta tirk a faşîst ligel sûcên şer li hemberî berxwedana gerîla nekariye encamekê bistîne û plansaziya wê pêk nehatiye. Dewleta tirk a faşîst hêz ji piştgiriya navneteweyî an jî ji bêhelwestiyê stendiye û di mehên dawîn de bikaranîna çekên kîmyewî zêde kiriye. Di 18’ê Cotmehê de me ji raya giştî re eşkere kir ku 17 hevalên me di du mehên dawîn de bi çekên kîmyewî hatine şehîxistin. Şehadeta 17 hevalên me rastiya şer a şeş mehî daniye holê. Gelê me û dostên me bûne şahid ku hevalên me Baz Mordem û Helbest Koçerîn ji bo azadiyê çawa nefesa xwe ya dawîn dane û careke din sûcê şer ê dewleta tirk bi çavên xwe dîtine. Di heman demê de gelê me dîtiya ku hevalên me yên hêja Baz Mordem û Helbest Koçerîn li hemberî dagirkeran stûyê xwe xwar nekirine û hevrêyên hevalên me di têkoşîna xwe de bi biryar in. Ev tişt derketiye holê ku em şerekî çawa li hemberî dewleta tirk dikin, ev şer di şertên çawa de tê kirin û bi îradeyeke çawa ya gerîla êrîşên dagirker tên têkbirin. Bi van dîmenan re careke din hatiye nîşandan ku di vî şerî de kî mafdar e kî neheq e, kî meşrû û kî terorîst e, kî azadîxwaz û kî qirker e, kî xwedî exlaq û kî bê exlaq e. Çi kesên ku nexwestine van tiştan bibînin jî li rûyê wan hatiye xistin.

Bi mehan me ji raya giştî û gelê xwe re diyar dikir ku sûcên şer tê kirin. Divê were zanîn dema ku me bi van dîmenên giran ev tişt daye fêmkirin ji bo me gerîlayên Kurdistanê jî rewşeke dijwar bû. Lê em dizanin di vê serdemê de wijdan, aqil û exlaq bi çavan dikare were dîtin.  Modernîteya kapîtalîst a xwedî feraseta mêrserwer, di her warî de mirovên ker, kor, lal û xweperest û bêberpirsiyar ava kiriye. Netewe dewlet a ku civakîbûn, bîrbûna azadiyê, berpirsyariya şoreşgerî li ser mirinê ava kiriye, wekî di meseleyên civakî de di warê doza kurdan de jî xemsar û sersar e û ev tişt ji xwe re kiriye tevgera herî sereke. Pergala kapîtalîst a netewe-dewlet, pergala siyasî ya dinyayê ya sedsala 21’emîn li ser înkar û îmhaya kurd û Kurdistanê ava kiriye.  Ji ser tecrubeyên tahl ên du şerên cîhanê, di pergala siyasî ya dinyayê ya sedsala 21’emîn de ya ku îddîaya wê ya demokrasiyê heye, di warê dijminatiya kurd û Kurdistanê tu guherîn pêk nehatiye. Mînaka vî tiştî ya aşkera jî ev e ku partiya me PKK a ku têkoşîneke meşrû û mafdar dimeşîne, bi terorîzmê hatiye binavkirin, Rêbertiya me ya ku rêberê azadiya jinan û gelan e jî bi komploya navneteweyî 25 sal in di pergala îşkenceyê ya Îmraliyê de dîl hatiye girtin. Di heman demê de piştgiriya êrîş û dagirkeriya li ser Kurdistanê têkirin, li hemberî gerîlayên azadiya Kurdistanê çekên kîmyewî û taktîk nukleer tê bikaranîn û mudaxeleyî vî tiştî nayê kirin.

Ev çek di peymanên navneteweyî de hatine qedexekirin, bikaranîna wan sûcê mirovayetiyê ye û dema ku li cihekî ji aliyê hêzeke din were bikaranîn BM û OPCW di serî de saziyên qaşo ji ewlekariya dinyayê berpirsyar in qiyametê radikin. Ev çek di sala 1920’an de ji aliyê dewleta Îngilîz li dijî tevgera kurd a bi pêşengiya Şêx Mehmûd Berzencî hatiye bikaranîn. Di sala 1988’an de ji aliyê Saddam Huseyîn a ku DYA piştgirî dida wî li hemberî gelê Helepçeyê hatiye bikaranîn. Piştî sala 1984’an ku têkoşîna me ya gerîla hatiye destpêkirin jî car caran li ser esasê polîtîkayên demê li dijî Tevgera Azadiyê hatiye bikaranîn.

Siyaseta qirkirinê tê bikaranîn

Stratejiya înkarê û siyaseta qirkirinê ku ji aliyê dewleta tirk a faşîst li hemberî gelê Kurd tê kirin, bi saya têkoşîna azadiyê ya bi pêşengiya Rêbertiya me didome, şerê îmhayê ya li hemberî Herêmên Parastinê yên Medyayê û gerîlayên ku hêza parastina gelan divê normal neyê dîtin û wekî tiştekî adetî neyê nirxandin. Bi têkoşîna azadiyê ya bi pêşengiya PKK’ê ku 50 sal in didome, mudaxeleyî siyaseta qirker û dîroka koletiyê hatiye kirin, li ser esasê jiyana azad civakîbûneke nû hatiye avakirin. Li ser vî esasî bi deh hezaran şehîd hatine dayîn, berdêlên mezin hatiye dayîn û fedakariyên mezin hatine kirin, kedeke mezin hatiye dayîn. Di dema têkoşîna li dijî DAIŞ’ê de nêzî 15 hezar şehîd hatine dayîn û belaya DAIŞ’ê hatiye têkbirin. Dewletên faşîst ên ku Kurdistan dagir kirine û li ser gelê me qirkirinê pêk tînin di serî de, divê hêzên dinyaya kapîtalîst bizanibin ku ji bo azadî û rûmeta jinan û gelan hewce bike em ê sed salan şer bikin, çi berdêl hewce bike em ê bidin û em ê tu carî dev ji doza xwe ya pîroz û têkoşîna xwe ya mafdar bernedin. Em ji bo gelê xwe şer dikin û me sond xwariye ku em ê jinan azad bikin, ji bo ku em jin û gelê xwe ji destê dagirker û xayînan rizgar bikin, bi saya welatê xwe yê qedîm a ku em ji bo wî şer dikin û azadiya fîzîkî ya Rêbertiya me ya ku ji bo me sedema hebûnê ye, çavkaniyên me yên sereke û bingehîn in, em ji bo van tiştan dikarin bi hezaran salan şer bikin. Em bi vê bîr û baweriyê têkoşîna xwe xurttir dikin û diyar dikin em ê teqez bi ser bikevin. Em bang li jin û ciwanan, gelê xwe yê welatparêz, dostên xwe û raya giştî ya demokratîk dikin ku li hemberî sûcên şer ên dewleta faşîst û li hemberî xayînan li ser esasê têkoşîna topyekun, helwesteke tund nîşan bidin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar