Dewleta tirk û rejîma Şamê wê li hev werin?

Ev demeke dirêje qala asayîkirina peywendiyan di navbera rejîma Şamê û Enqereyê de tê kirin. Ev mijar zêdetir di dema hilbijartinên dawî yên serokkomariya...

Zîlan manîfestoya me ya jiyanê ye

Tê zanîn ku heta niha me ji hezkirinê zêde fêm nekiriye û evînek nejiyaye. Di Mem û Zîna Ehmedê Xanî de jî ji kêleka...

Dewleta tirk û rejîma Şamê wê li hev werin?

Ev demeke dirêje qala asayîkirina peywendiyan di navbera rejîma Şamê û Enqereyê de tê kirin. Ev mijar zêdetir di dema hilbijartinên dawî yên serokkomariya...

Zîlan manîfestoya me ya jiyanê ye

Tê zanîn ku heta niha me ji hezkirinê zêde fêm nekiriye û evînek nejiyaye. Di Mem û Zîna Ehmedê Xanî de jî ji kêleka...
Çarşamba - 3 Temmuz 2024

Dewleta tirk û rejîma Şamê wê li hev werin?

Ev demeke dirêje qala asayîkirina peywendiyan di navbera rejîma Şamê û Enqereyê de tê kirin. Ev mijar zêdetir di dema hilbijartinên dawî yên serokkomariya...

Zîlan manîfestoya me ya jiyanê ye

Tê zanîn ku heta niha me ji hezkirinê zêde fêm nekiriye û evînek nejiyaye. Di Mem û Zîna Ehmedê Xanî de jî ji kêleka...

YJA Star: Bêrîtan dilê me ya lê dide û îradeya me ya şer dike ye

YJA Star bi daxuyaniyekê 31’emîn salvegera şehadeta Bêrîtan bi bîr anî û wiha got: "Li hemberî faşîzma mêtinger a dixwaze me mehkûmî mirinê bike, Bêrîtan dilê me ye ku lê dide, îradeya me ye ku şer dike, baskên me ye ku ber bi jiyanê ve difire. Em ê bi rengê Bêrîtan hez bikin, bi rengê Bêrîtan lê bidin û bi rengê Bêrîtan bijîn."

Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê di 31’emîn salvegera şehadeta Bêrîtan (Gulnaz Karataş) de daxuyanî da. YJA Star sembola artêşbûna jinê heval Bêrîtan bi rêzdarî bi bîr anî û wiha got: “Em Rêberê xwe yê ku em niha nasnameya jinê ya azad bi hurmet, hezkirin û hesreteke mezin silav dikin û 31’ê salvegera artêşbûna xwe weke nirxê azadiyê yê hevpar diyarî hemû jinên berxwedêr dikin. Em dilsoziya xwe ya bi şehîdên xwe yên cotmehê re careke din nîşan didin ku meha Cotmehê kirin meha berxwedanê ya jinê, li ber bîranîna wan bi rêzdarî bejna xwe ditewînin. Di çarçoveya dilsoziya bi bîranîna wan re, em soz û biryardariya xwe nîşan didin ku ala xwe ya serketinê ya ku temînata pêkanîna armancên şehîdên me ye, li serê çiyayên bilind li ba bikin.”

Deriyê jiyana birûmet li li hemû jinan vekir

Daxuyaniya YJA Starê bi vî rengî dewam kir: “Salên 1990’î ji bo gelê me û tevgera me salên girîng bûn. Gelê me di van salan de bi serhildanan li dijî faşîzma mêtinger sekneke girîng nîşan da û raxist pêş çavan ku jiyaneke bi koletî qebûl nake. Tevgera me ya azadiyê ya ku bi serhildanan gihîşt asta herî bilind, herî zêde bandor li jinan kir. Jinan di wan salan de pêşengî ji serhildanan re kirin, pêl bi pêl berê xwe dan çiyê û li dijî faşîzmê bûn hêzeke girîng. Di serî de dewleta faşîst a tirk mêtinger ku qereqola li pêş a emperyalîzmê ye, hêzên global ev yek ji bo xwe weke metirsiyeke mezin dîtin. Ji ber vê yekê hêzên herêmî û global paşverûtiya Kurd dan kêleka xwe û li dijî tevgera me hem li hundir hem jî li derve dest bi operasyoneke tasfiyekirinê kirin. Mîna li qada civakî, di qada leşkerî de jî di şexsê Bêrîtan de jinên kurd bersiva herî xurt dan vê yekê. Bêrîtan bû şopdara jinên kurd ên bi rûmet ku li şûna bikeve destê dijmin xwe ji zinaran avêtin, li hemberî hêzên ku teslîmiyet ferz dikirin, bi tercîha xwe ya li ser azadiyê sekneke bi rûmet nîşan da. Bêrîtan bi vê sekna xwe hem tasfiyekariya navxweyî hem jî ya li derve bêbandor hişt û derba herî xurt li hêzên global û paşverûtiya Kurd xist. Bêrîtan bû sembola jinên kurd ên li ser azadiyê bi biryar bûn, bû nîşaneya wê yekê ku civak bi azadiya jinê azad dibe. Li pişt vê sekna esîl a Bêrîtan keçên esîl ên Dersimê hene ku ji bo teslîm nebin xwe ji zinaran avêtin. Ev kevneşopiya berxwedanê ya esîl mîrateya Gulbahar, Rindê Xan û Besêyan e. Bêrîtan bû sembola herî cewherî ya mîrateya berxwedanê ku Sara, Azîme, Besê Anûş û Xanim Yaverkayayan afirandin. Bêrîtan temsîla hevpar a ruhên azad ên jinên kurd e ku ji bo teslîmî dijmin nebe xwe ji zinaran avêtin, xwe berdan nava çeman û bombeya xwe bi xwe ve teqandin. Bêrîtan bû nîşaneya wê yekê ku yên şer bikin hingî bedew dibin û deriyê jiyana birûmet li hemû jinan vekir. Bêrîtan bi sekna xwe tola keçên Dersimê, Besêyan bi rengê herî rûmet hilanî, bû xelekeke sekna bi rûmet a jinên kurd.”

Şehîd Bêrîtan derbên giran li mêtingeriyê xist

Di daxuyaniya Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê de işaret bi van xisûsan hate kirin: “Bêrîtan li zinarên bedew ên bêhempa yên Xakurkê bedena xwe mîna bazekî li ber bê xist û nîşanî mêtingeran û nokerên herêmî da ku jinên kurd tu carî teslîmiyetê qebûl nakin. Bi hezaran jin li ser şopa Bêrîtan li nava refên YJA Starê niha li ber xwe didin. Li Botanê Leyla Sorxwîn û Rojbîn Dersim, li Serhedê Hêjar Zozan, li Amedê Axîn Mûş, li Mêrdînê Gulbahar, Mercan û Destan Botan, li Garzanê Ardem Ararat, li Dersimê Arjîn Sarya, li Xakurkê Asya Kanîreş û hîn bi dehan mîna wan li dijî faşîzma ku teslîmiyet ferz dikir, bûn mîna Bêrîtan. Her yek ji wan di sala 31’ê ya artêşbûna me ya jinê de dan ser şopa Bêrîtan û ber bi azadiyê ve bi per û bask bûn. Li çar aliyên Kurdistanê û Herêmên Parastinê yên Medyayê di berxwedana bi pêşengiya YJA Starê de bûn şopdarên Bêrîtan ku derbên giran li faşîzma mêtinger xistin. Yên ku li Kobanê, Şengal û Mexmûrê jin ji hovîtiya DAÎŞ’ê rizgar kirin, di bin fermandariya Bêrîtan de meşiya bûn. Ev nirxên azadiyê yên ku li Kobanê, Şengalê, Mexmûrê û li çiyê bi xwîna jinan hatin afirandin, îro jî di bin êrîşên faşîzma AKP-MHP’ê de ne. Armanc ji bombardûmana li ser cih û warên sivîl, ku her roj bi dehan caran tê kirin, jiyana bi nêrîna jinê hatiye afirandin e. Bi sûcên şer ên bi çekên qedexekirî yên ji teknolojiya dawiyê û gazên kîmyewî têne kirin, li dijî îradeya bi rengê Bêrîtan e ku dixwazin teslîm bigirin. Lê belê em dibînin ku yên bi pêşengiya Bêrîtan dimeşin, bi rengê Sara û Rûken bersivê didin van sûcên şer, ispat dikin ku îradeya bi rengê Bêrîtan teslîm nabe. Bêrîtan nîşaneya îradeya ji pola ya artêşa me ya jinê ye. Bêrîtan rûmeta wan jinan e ku ber bi azadiyê ve bi per û bask bûne. Jiyana bi rengê Bêrîtanî navê jiyana bi rûmet e, şerê bi rengê Bêrîtanî nexşerêya serketinê ye.

Di wan salan de ku Bêrîtan şer kir, ji bo jinek karibe biçe çalakiyê berdêlên gelekî mezin diviya bû. Piştî berdêlên gelekî giran, îro em weke hêzên YJA Starê gihîştin wê astê ku pêşengiyê ji dehan çalakiyên rojane re bikin. Artêşeke me ya jinê heye ku profesyonel dibe. Me mafê xwe yê şerkirinê ji Bêrîtan weke mîrate wergirt û Îro li ser armancên wê dimeşin. Em; jinên YJA Starî di wê baweriyê de ne ku mafê her jinekê ye ku ji bo jiyaneke bi rûmet bi rengekî azad şer bike. Weke Bêrîtanên vê demê em bang li hemû jinan dikin ku tevlî vê heybeta şerê me yê rûmetê bibin. Û em dibêjin; li hemberî faşîzma mêtinger a dixwaze me mehkûmî mirinê bike, Bêrîtan dilê me ye ku lê dide, îradeya me ye ku şer dike, baskên me ye ku ber bi jiyanê ve difire. Em ê bi rengê Bêrîtan hez bikin, bi rengê Bêrîtan lê bidin û bi rengê Bêrîtan bijîn.

‘Em ê bibin tirsa dilê faşîzmê ku teslîmiyetê ferz dike’

Ji bo bidawîkirina tecrîda li ser Rêberê me ku rêberekî gerdûnî ye û misogeriya azadiya fîzîkî ya Rêberê me, ji çar aliyên cîhanê mirovên hêja, pêşengên civakê, jin û ciwan li hev kom bûn. Em weke hêzên YJA Starê pêngava azadiyê silav dikin ku ji aliyê gelê me û dostên me ve bi dirûşma ‘Azadî ji Rêber Apo re, çareserî ji pirsgirêka Kurd re’ hate destpêkirin. Em dixwazin bibêjin ku ji vê civaka dostan a li dora Rêberê me civiyan e em serbilind in. Em piştrast in ku bêhiqûqiya li hemberî Rêberê me, qirkirina li gelê me tê ferzkirin û sûcên şer ên li dijî hêzên me yên şervan têne kirin wê ji aliyê mirovahiya cîhanê ve bêne dîtin. Ji ber ku em ji Rêberê xwe hîn bûne ji mirovan bawer bikin, qîmetê bidin mirovan. Ev paradîgmaya jiyana azad a Rêberê me ku navê jiyana mirovî ye, her roj hîn bêhtir bandorê li mirovan dike. Ev yek jî mizgîniyê dide ku azadî nêzîk bûye. Bi coşa nêzîkbûna rojên azad, em zanin ku li dijî êrîşên li ser gelê me, jinan û Rêberê me, em hêza herî mezin in û bi vê têgihiştinê em ê li ber xwe bidin û bibin tirsa dilê faşîzmê. Mîna hevrêyên xwe yên fedaî Rojhat Zîlan û Erdal Şahîn em ê bibin volkan ku di dilê dijmin de diteqe, em ê bibin tirsa dilê faşîzmê ku teslîmiyetê ferz dike. heta ku azadiya fîzîkî ya Rêberê me misger bibe û jiyaneke bi rûmet a gelê me bê afirandin, em ê nesekinin. Di her kêliyê de em ê li her derê lê bidin. Di sala 31’ê de em ê jiyana azad a ku şopdarên Bêrîtanan misoger kirine, weke hêzên YJA Starê hîn bêhtir mezin bikin û faşîzma mêtinger têk bibin. Serketin wê ya jinên azad be ku bi rengê Bêrîtan li ber xwe didin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar