Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...
Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

YJA Star: Bi her guleya tê teqandin re tola jinekê tê hilgirtin

Fermandariya Eyaleta Heftanîn a YJA Starê derbarê bûyerên tecawizên ku bi destê dewleta tirk li bakurê Kurdistanê pêk tê de daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Fermandarî di daxuyaniya xwe de bal kişand ser destdirêjî û destavêtina ku sîstematîk tê kirin û diyar kir ku hêzên wan ên YJA Starê yên li Heftanînê tola hemû jinan hiltînin.

Daxuyaniya YJA Starê wiha ye:

“Dewleta tirk a faşîst salên dawî di warê siyasî, leşkerî, civakî taybet jî aborî de tengasî dijîn. Her ku dewlet ditengije di civakê de nakokî û aloziyên sunî ava dike û taybet jî bi exlaq, rûmet û nirxê jiyanê dilize.

Hikûmeta AKP-MHP a faşîst bi her cûre rêbazê dagirkerî, îşkence û biryarê bê dad dixwazê civak û hişmendiya civakê biguherînê û bi vi awayî lawaztiya xwe veşêre, emrê desthilatdariya xwe dirêj bike. Bi gotinên şoven û nijadperest dixwazê civakê bîne hemberî hev. Operasyonên li Lîbya, Idlib û rojava, bakur û başûrê Kurdistanê yê ku li ser navê bekayê dike jî ji bo pejirandina vê rastiyê ye. Herî dawî operasyona ku li Hefteninê jî daye destpêkirin sedemek wê jî ev e.

Li hemberî erîşên dewleta tirk Kurdistan û cîhan carek din jî şahidiya berxwedanek bêhempa û bê eman dike. Gerîlayên demê yê ku bi stratejiya serdema nû xwe ava dike û bi perspektîfa Reber Apo a ‘teknîka herî mezin mirov e’ li Heftanînê li ber xwe dide. Gerîla ji bo her bohistek xaka Heftanînê bi rojan şer kir û li hemberî van erîşan dersek mezin da dijminê dagirker. Bêguman ev şerê ku li hemberî dewleta tirk a faşîst û xeta xiyanetê tê meşandin dê mohra xwe li dîrokê bide.

Ev erîşên ku li Heftanînê tê meşandin ne tenê ji bo tunekirina Tevgera Azadiyê ye di heman demê de ji bo talankirina xwezayê ye û taybet jî li ser hemû jinan e. Hem operasyonên leşkerî û siyasî hem jî qirkirin û destavêtina jin û zarokan encamên hemen polîtîkayê ne. Jin, zarok û şehîdên welatekî hem bingeha civakê ye hem jî nirxên manevî yê civakê ye. Destavêtina jinan, zarokan û hilweşandina gorên şehîdan ji bo lawazxistina vîna civaka Tirkiye û Kurdistanê ye.

Jixwe di salên dawî de li Tirkiye û Kurdistanê destdirêji bi piştgiriya hikûmeta AKP’ê bi awayeki bi pergal zêde dibe. Dewleta tirk ruxmê ku hemû derfetê xwe bi kar tîne û her sal bi nav û planên cur be cur operasyonên siyasî û leşkerî dike dîsa jî nikarê Tevgara Azadiyê têk bibe. Bi hêrsa vê erîşê civakê dike.

Dewleta tirk a nijadperest û zayendperest bi operasyona dagirkeriyê ya Heftanînê re hevdem li Kurdistanê ji bo vîna civakê bişikîne dest bi taciz û tecawîzê kir. Bûyera dawî ya ku li Şirnexê qewimî ye jî vê rastiyê nîşan dide. Ev bûyer bi destê dewletê bi taybet hatiye plankirin. Heta cihê ku bûyer lê qewimiyê û leşkerê ku di vê bûyerê de navê wî derbas dibe jî ne tesadûf e. Herêma Botanê ruxmê hemû zordarî û qirkirinê ji dîrokê ve heta niha bi vîn û berxwedaniya xwe li hemberî zext û zilma dewleta tirk sekiniye û di heman demê jî cihê ku çand û kevneşopiya kurdayetî diparêze ye. Dîsa leşkere ku di operasyona dagirkeriya Efrînê de cih girtiye jî bi taybet hatiye hilbijartin. Di serî de gelê Botanê yê berxwedêr û hemû gele Kurdistanê li hemberê van êrîşan hişyar be. Ciwan û jinên ku van êrîşên qirêjî qebûl nekirin û li hemberî van êrîşa rabûn jî em bi ruhê Cenga Heftanînê silav dikin.

Bêguman berxwedaniya ku li Heftanînê dimeşe dê bibe bersiva van êrîşên qirêj û hişmendiya baviksalarî jî. Em gerîlayên YJA Starê li Heftanînê tola hemû jinan rakin.

Gerîlayên jin ên ku bi çalakî û tililiyên xwe ve deng didin vê cengê, bi hers û tola hemû jinan lê didin. Deng didin jinên ku nikarin li taxê bimeşin, yên ku destdirêjî lê tên kirin, yê ku li malê lêdan dixwin, yê ku di kar de mafê wê tê binpêkirin. Gerîlayên bi coş û kezîdirêj bi wêrekî û fedakartiyek mezin mewzî û çeperên dijmin hildiweşînin. Avêtina her guleyek tola jinekê ye, hilweşandina her mewziyek hilweşandina zîhniyeta baviksalariyê ye. Ev ceng cenga hemû jinan e.

Li Heftanînê gerîla bi paradigamaya Reber Apo ya demokratîk, ekolojîk û azadixwaziya jinê û bi ruhê berxwedana fermandar Esmer, Nucan, Ararat, Bêrîvan, Zeryan, Amara, Zeynep û Viyanan hemû jinên ên Kurdistan û Tirkiyeyê û xaka Kurdistanê biparêze. Wek tevgera azadiya jin bangawazî li hemû civaka Kurdistan û Tirkiyeyê taybet jî jin û ciwanên azadixwaz dikin ku li hemberî van êrîşên qirêjî û bê exlaq bisekinin. Em gel in, jin in û mafdar in. Ger em bibin yek tu hez nikarê li hemberî me bisekine.” BEHDÎNAN 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar