Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Cuma - 4 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

YJA Star: Dahatûya azad dê bi xwedîlêderketina PKK û Rêbertiyê pêk were

Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê salvegera 43’emîn a avakirina PKK’ê pîroz kir û wiha got: “Dahatûya azad dê bi xwedîlêderketina PKK û Rêbertiyê pêk were û bi geşkirina têkoşîna rêxistinkirî pêkan be.”

Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê bi daxuyaniyeke nivîskî salvegera 43’emîn a avakirina PKK’ê pîroz kir.

Di daxuyaniyê de ev tişt hat diyarkirin:

“Em di coşa salvegera sala 43’emîn a avakirina partiya xwe de ne. Di van 43 salan de berdêlên mezin hatin dayîn, serkeftinên mezin hatin bidestxistin. Di serî de Rêbertî yê ku mîmarê vê berxwedanê û serkeftinê ye, cejna rizgariyêli hemû şehîdên xwe yên qehreman, gelê xwe yê welatparêz û hevrêyên xwe yên berxwedêr pîroz dikin. Ji Hakiyên ji Ordûyê heta Cûmaliyên ji Çorûmê, ji Azîzên Azezê heta Botanên, ji Reqayê, ji Çerkez Hêlînan heta Gulnaz Ege ya Bûrsayî, ji Elefteryaya yewnan heta Andrea û Utayên alman û heta Bager Nûjiyanan heta Lêgerîn Çiya ya ji Arjantînê ji her dera dinyayê tev li nav PKK’ê bûn, li dora Rêber Apo û PKK’ê bûn xelek. Em hemû van şehîdên xwe yên şoreşê bi rêzdarî bi bîr tînin. Bi girêdanbûna heval Sara ya ku cewherê berxwedêr ê partiya me kir kesayetek û bû xwediya berxwedaneke mezin, em soza xwe dubare dikin ku li ser xeta Jinên Azad a di şexsê heval Çavrê, Adîfe, Diyana, Sarya, Amara, Ronahî, Ruken, Aryana Baran, Nûjiyan Amed, Hîlan Goran, Nûda Sason û Şîlan Goyî de, em ê li ser şopa şehîdên xwe bin.

PKK di 27’ê Mijdara 1978’an de li hemberî rastiya gelê kurd a ku tune dihat hesibandin, bi teza ‘Kurdistan mêtingeh e’ dest bi têkoşîna xwe kiriye. Ji roja pêşîn ve bûye tevgera fedakaran û 43 sal in partiya me bi têkoşîna xwe ya azadiyê bûye dînamîka bingehîn a Kurdistan û Rojhilata Navîn. Diyalektîkta pêşketinê di nav PKK’ê de gelekî xurt kar kiriye. Li hemberî fikrên paşverû, tarî û têkoşiyaye û ev fikrên paşverû ji Kurdistanê avêtiye û rê li ber fikra azadiyê vekiriye. Ji gelekî ku digotin miriye, PKK’ê rastiya gelekî ku pêşengiyê dike derxistiye holê. Paradîgmaya jiyana azad a PKK’ê ji bo gelên bindest, jinan û cîhanê bûye hêviya rizgariyê.

Li hemberî hegemonyaya dagirker a li Kurdistanê jin îro li herî pêş in. PKK’ê jin û jiyana azad anîne ba hev. Jinên kurd sedema hebûna xwe di PKK’ê de dîtine, bi îradeya xwe ya xweser xwe kiriye artêş û pêşengiyê ji hemû jinên dinyayê re dike. Her jinên ku tev li nav PKK’ê dibin, tev li nav fikra azadiyê dibin. Di vî warî de PKK partiya hebûnê ye. PKK mîsogeriya vî tiştî ye ku jin wê karibin di dahatûyeke azad de bijîn.

PKK gihaştina bi ava jiyanê re ya darê hişkbûyî ye

PKK bûye hişyarbûna mirovahiya ku bi hezaran salan hişê wê hatiye tevizandin. Mirovahî bi PKK’ê hîn bûye ku dikare ji zincîrên piyê xwe xilas bibe. PKK rabûna ser pêyan a jin, civak û mirovahiyê ye ku hatibûn xistin. PKK serhildana wan e ku hewl dihat dayîn serî li wan were tewandin. PKK, li latê zîldane gulê, gihaştina avê ya darê hişkbûyî ye, PKK li dijî yên ku digotin ‘Kurdistana xeyalî li vir veşartiye’, bersiva gelê kurd e ku bi çirandina kefenê vejiane. PKK ji nû ve bûyîna dîrokî ya Agirî, Dêrsim, Licê, Hênê, Koçgirî, Mahabad, Qamişlo ye. PKK partiya azad a rêz û rêçika wan jinên kurdên berxwedêr e ji Besêyên ku ji kendavan avêtine heta bi Zarîfe, Yadê Gulnaza Agirî, heta bi Leyla Qasiman ku li sêdarê jî serê xwe netewandî.

Li nav PKK’ê rastiya mirovê azad hatiye afirandin. Rêber Apo ku ev nîv sedsal e li dijî koledariyê radibe sembola vê ye. Bi berxwedana 22 salan a Îmraliyê mirovê azad berbiçav bûye. Bi vê çarçoweyê di sala 43’yan de PKK li Zendûra, Mam Reşo, Aris Faris û Tepê Sor bi rastiya mirovên azad li ber xwe da. PKK bi rasteqîniya mirovên azad li Botanê li çiyayên Kato hêzên tirk ên dagirker hilqetand, li Serhedê derb li ser derban li hêzên şer ên tirk da, li Rojava û Şengalê xweserî ava kir. Ya ku li Werxelê û Tabûra Ereban kirî ku artêşa TC ya dagirker ku şerekî hovane dike, bi paş ve gav biavêje îradeya têkneçûyî ya rasteqîniya mirovên azad e ku li nav PKK’ê çêbûye.

Rêber Apo û PKK dînamît kirine bin mêtingeriyê

Dewletên mêtinger xwe weke hêza êzdayî li ser civakê ava kirine û hewl dane ku civakê bi rasteqîniya qelp bi zorê, dek û dolaban bidin bawerkirin. Lê Rêber Apo û PKK îlûzyona ku dewletan avakirî xira kirine, nîşanî cîhanê dane ku çendî qels in. Di vî şerî de ku bi derfetên pir kêm ên teknîk, tenê ku vîna esasî ya mirov dibe ber xwe ku ev 50 sal in ev şer didome, Rêber Apo û PKK di serî de ya li ber dewleta TC ya dagirker, maskeya li ber devê dewletan rakirine, rûyê rast ên dewleta nîşan dane. Di şexsê TC’ê de dewletên dagirker, her çendî hewl bidin ku bi navgînên şerê psîkolojîk ên taybet ser vê bigirin jî Rêber Apo û PKK dînamît kirine bin hîmê mêtingeriyê. Hilweşîna mêtingeriya li Kurdistanê ku bi 27’ê Mijdarê dest pê kirî, bi berxwedana li Îmraliyê re hatiye asta herî jor, bi Şerê Şoreşgerî yê Gel ku li ser xeta jinên azad têdikoşe dê serfiraz bibe.

Jin li ser xeta jinên azad a PKK’ê dikarin ji komkujiyan xilas bibin

Tê zanîn di şerê dagirkerî û mêtingeriyê de, dewleta TC’ê ya dagirker baregeha hêzên super e. Ev rewş tê maneya ku her roja çûyî gelên Tirkiyeyê hejar bibin. Gelên Tirkiyeyê divê qebûl nekin ku nanê ji ser sifriya wan were dizîn, azadiya wan ji dest wan were dizîn. Ji bo ku vê pergala faşîst ku her roj wan diçewisîne ji holê rakin divê têkoşîna rêxistinî bikin. Jehrkuja TC ya taşoron û emperyalîmz jehrî ku wê li ser pêyan dihêle, civaka rêxistinî ye. Jin li ser Xeta Jinên Azad a PKK’ê ku werin cem hev dikarin ji komkujiyan xilas bibin. Divê were dîtin ku PKK ji bo jinan, gelê herêmê û gelên cîhanê tekan rêya rizgariyê ye. Divê tu kes tehemmûl neke ku hêza afirandêr a PKK’ê Rêber Apo di şertên zindanê de bimîne. Rêber Apo û PKK bi hemû derfetên xwe ji bo azadiyê pêşengiyê dikin. Lê ya ku wê azadiyê bigihîne serfiraziyê wê helwesta serhildanê ya rêxistinî ya gelê me be. Siberojên azad bi xwedîderketina li PKK’ê û Rêbertiya wê û bi geşkirina têkoşîna rêxistinî ya bi pêşengiya wan e.

PKK ji Hakiyan heta bi berxwedêrên Zindana Amedê, ji gelê me yê welatparêz ku di serhildanên gel de şehîd bûyî heta bi deh hezaran şehîdên me ku ji çiyayan heta bi deştan li her bihosta Kurdistanê şehîd bûne, mîrarata wan e. PKK diyariya Rêber Apo ye ya li me jinan e ku ev 22 sal in li girtîgeha îşkenceyê ya Îmraliyê li ber xwe dide. Diyariya ku me ji Rêber Apo standî em ê weke çavê xwe lê binêrin, xwedî derkevin û mezin bikin. PKK qewîtiya Ekîn, Zarîn, Avzem, Nûşînda, Eylem, Sema, Nalîn, Dîdar, Koçber, Tara, Berçem û Şîlan Goyiyan e ku li çar parçeyên Kurdistanê ji bo jiyana azad bi fedayî têkoşiyan û şehîd bûne, PKK partiya bi hezaran fedayiyên azadiyê û qewîtiya wan a li ser jiyana azad e. Îdîaya me YJA Starê ya jiyanê ya herî mezin parastina PKK’ê û gihandina wê ya serfiraziyê ye. Ji bo vê jî bi dirûşma Berxwedêrên Werxelê em careke din dibêjin ‘Heta ku hestiyên me bihelin em ê têbikoşin!’ û têkoşîna xwe bi teqezî bi serfiraziyê tacîdar bikin.” BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar