PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...
Cuma - 22 Kasım 2024

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

YJA Star: Em agirê Newrozê gur bikin!

Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê bi daxuyaniyekê Newroz pîroz kir û wiha got: “Me bi ruhê serketinê dest bi sala 2022'yan kir, em bi ruhê serketinê Newroza 2022'yan pêşwazî dikin. Em Newrozê li Rêberê xwe, şehîdan û gelê xwe pîroz dikin, bang li gelê xwe dikin ku agirê Newrozê gur bikin."

Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê bi wesîleya Cejna Newrozê daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Em, Newroza ku gelê me weke cejna vejîn û azadiyê pîroz dike bi dirûşma ‘Dem dema serketina Şerê Gel ê Şoreşgerî ye’ pêşwazî dikin. Di serî de Rêberê me yê ku agirê azadiyê diyarî me kiriye, di şexsê hevrêyên me Mazlûm, Zekiye, Rahşan, Ronahî, Bêrîvan û Sema yên ku bi vî agirî bûn Newroz, Nerozê li şehîdên me pîroz dikin. Em soz didin ku ji bo dilsoziya bi bîranînên wan re Newrozê bi wateya xwe ya rasteqîn bi ser bixînin û bigihînin azadiyê. Em bang li gelê xwe dikin ku li qadan agirê Newrozê gur bike û bi Şerê Gel ê Şoreşgerî xwe bi rêxistin bike û ‘her roja nû’ bike roja serketinê. Em xwedî dîrokeke bêhempa ne ku bi fedakariyên bêdawî û berdêlên giran hatiye afirandin. Me bi hêsanî xwe negihand van rojan. Bi keda bi deh hezaran şehîdan em Sala 50’emîn a Newrozê pîroz dikin.”

Di dewama daxuyaniyê de ev tişt hat ragihandin: “Kawayê Hemdem Mazlûm Dogan bi sê darikên niftikê rê ronî kir û Zekiye Alkan jî li ser şopa vê rêyê di Newroza 1990’î de agirê raperînê di bedena xwe de geş kir û nîşan da ku li Kurdistanê hêviya azadiyê dikare pêk were. Zekiye, bi dengekî Newroz pîroz kir, ku bêdengiya dixwestin li Kurdistanê ferz bikin çirand. Di Newroza 1992’an de Rahşan Demîrel ji dewleta Tirk a faşîst re got, ‘Eger hûn destûrê nedin ku em Newroza xwe bi şewitandina lastîkan pîroz bikin, em ê jî Newrozê di bedena xwe de pîroz bikin’ û ispat kir ku kes nikare li pêşiya gelekî dixwaze azad bibe, bibe asteng. Di Newroza 1994’an de Ronahî û Bêrîvan li navenda Ewropayê, li Elmanyayê ku piştevanê herî mezin ê komkujiyên dewleta Tirk ên li dijî Kurdan e, bûn Newroz û nîşan dan ku gelê Kurd di ti şert û mercî de bêedaletî û neheqiyê qebûl nake. Di Newroza 1998’an de Sema Yuce li dijî êrişên li zindanên sîstema faşîst ên Tirk ên li dijî îradeya mirovan, weke dilsoziya rasteqîn a bi Rêbertî û şehîdan re meha Adarê veguherand pireke ji êgir. Her Newroz Newroza şehîdan e. Bi dilsoziya bi şehîdan re em dikarin deynê şehîdan bidin. Dilsoziya rast jî bi mezinkirina agirê berxwedan û raperînê dibe ku şehîdan pêxistine. Her agirê Newrozê wê baweriya bi azadiyê gur bike. Her agirê Newozê wê bibe nîşaneya dilsoziya rasteqîn a bi şehîdan û Rêbertî re. Her agirê Newrozê wê bibe qîrîna raperînê ya gel a ber bi serketinê ve dimeşe.”

‘Heta ku Rêberê me azad nebe wê lûleyên tivingên me timî sincirî bin’

YJA Starê bal kişand ser polîtîkyakên dewleta tirk û ev tişt anî ziman: “Em şahidiyê yek ji şerê herî tirsnak ê dîroka şaristaniyê ya pênc hezar salî re dikin. Ev rastiya şerê Dehaqî ku di serî de jin li dijî ciwan, zarok û tevahiya civakê koletiyê ferz dike, her roj hîn bêhtir nirxên mirovahiyê tune dike. Cihê kêfxweşiyê ye ku em xwedî rastiyeke PKK’ê ne ku li dijî makîneyên şer ên robotbûyîna Dehaqan a heta hucreyan civakê dihêre. Em îro li çiyayên Kurdistanê li binê her tehtî, li bin siya her darê, li qiraxa her çemî bi çeka xwe ya azadiyê di çeperê de ne. Me bi ruhê Siyanê dest bi sala 2021’ê kir û berxwedan mezin kir, lehengiyên mezin û berxwedanên destanî li dîroka Kurd neqişand. Li her devera Kurdistanê ku gav avêtinê me derbên giran li artêşa Tirk xist û kirin ku berdêle giran bidin. Dijmin di sala 2021’ê de lawaz bû, paşve ket. Her ku di siyaseta navxweyî de xitimî êrişî Kurdistanê kir, polîtîkayên şer meşand û wê hîn jî bimeşîne. Em zanin ku rejîmeke faşîst a ewçend hovane, ji bilî şerkirinê çareyeke xwe nemaye. Ev şer wê bibe şerê me yê dawî yê bi rejîma Tirk a faşîst re, ji ber ku wê hêza rejîma faşîst a Tirk nemîne ku li hemberî gerîla bisekine. Rejîmeke şer a ku ji bo têkçûna xwe ya li hemberî gerîla binixumîne hîn bêhtir şer dike, li ser serê gelên Tirkiyeyê û herêmê bûye belayekî mezin. Yekane hêza ku li dijî belayê dewleta Tirk li ber xwe dide em in. Dijmin êdî rastiya me ya berxwedanê qebûl kiriye û zane ku li hemberî gerîla ti carî nikare bi ser bikeve. Ji bo vê jî bi operasyonên xapandinê hewl dide serê gelê me tevlîhev bike. Lê belê divê gelê me zanibe ku ji bilî berxwedana heta serketinê em ê rêyeke din nas nekin. Me soz dane ku vî dijminî têk bibin, me soza serketinê dane Rêberê xwe, şehîdên xwe û gelê xwe. Em ê tecrîda giran a 24 salan ku li dijî Rêberê me tê meşandin, ti carî ji bîr nekin. Ji ber tecrîda li ser Rêberê me em gelekî bi hêrs in. Ev hêrs wê me bigihîne şerê serketinê yê mezin. Berdêla xwe çi dibe bila bibe em ê hesabê vê tecrîdê bipirsin. Heta ku azadiya fîzîkî ya Rêberê xwe misoger nekin wê lûleya tivinga me sincirî be. Çekên me ji bo şikandina tecrîda li ser Rêberê me, ji bo hilanîna tola şehîdan û zilma li gelê me tê kirin wê her roj biteqin.’”

‘Em Newroza 2022’yan bi rihê serfiraziyê pîroz dikin’

Di dawiya daxuyaniya xwe de YJA Starê ev tişt ragihand: “Me YJA Starê bi rihê serfiraziyê dest bi sala 2022’an kir, em bi rihê serfiraziyê Newroza sala 2022’an pêşwazî dikin. Em bi çoşiya ku dijmin bişkînin Newroza sala 2022’an pîroz dikin. Ev berxwedana ku her kêliya wê raman, berxwedan, fedakarî û wêrekiyeke mezin e, bi her kêliyê dijmin kezebreşî dike. Heta azadiyê berxwedan felsefeya jiyanê ya sereke ya gerîlayên me YJA Starê ye. Asta şer çi dibe bila bibe, berxwedan û gihaştine serfiraziyê mîrateya şehîdan e ku ji me re hiştine. Em pê dizanin ‘teslîmbûn îxanetê, berxwedan serfiraziyê tîne’. Bi vê dirûşmê em bang li hemû jin û ciwanan dikin ku tevlî nav refên azadiyê bibin. Bi qasî ku em nêzî azadiyê bûne di dîrokê de ti caran em ewqasî nêzî nebûne. Divê gelê me bi vê bawer be û rêxistiniya berxwedanê mezin bike. Divê mirov Newrozê bi berxwedanê pîroz bike, rêbazên şerê taybet ên rejîma dewleta Tirk pûç bike. Şerê şoreşgerî yê gel ku bi gerîla re gihaştiye hev wê bibe derba dawî li dijmin hatî xistin. Bi vê baweriyê em careke din gelê xwe silav dikin û sond dixwin ku di Newrozên serfiraz de bigihijin hev. Em Newroza Rêbertiya xwe, şehîdên xwe û gelê xwe pîroz dikin, em bang li hemû jin, ciwan û gelê xwe dikin ku agirê Newrozê geş û gur bikin. Berxwedan û têkoşîna me bi qasî sindana di dest Kawa de wê qeyîm, bi qasî agirê di bedena Mazlûm, Zekiye, Rahşan, Bêrîvan, Ronahî û Sema de sohtinî be. Sonda me ya anorê heta serfiraziyê geşkirina berxwedanê ye.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar