Dewleta tirk û rejîma Şamê wê li hev werin?

Ev demeke dirêje qala asayîkirina peywendiyan di navbera rejîma Şamê û Enqereyê de tê kirin. Ev mijar zêdetir di dema hilbijartinên dawî yên serokkomariya...

Zîlan manîfestoya me ya jiyanê ye

Tê zanîn ku heta niha me ji hezkirinê zêde fêm nekiriye û evînek nejiyaye. Di Mem û Zîna Ehmedê Xanî de jî ji kêleka...

Dewleta tirk û rejîma Şamê wê li hev werin?

Ev demeke dirêje qala asayîkirina peywendiyan di navbera rejîma Şamê û Enqereyê de tê kirin. Ev mijar zêdetir di dema hilbijartinên dawî yên serokkomariya...

Zîlan manîfestoya me ya jiyanê ye

Tê zanîn ku heta niha me ji hezkirinê zêde fêm nekiriye û evînek nejiyaye. Di Mem û Zîna Ehmedê Xanî de jî ji kêleka...
Çarşamba - 3 Temmuz 2024

Dewleta tirk û rejîma Şamê wê li hev werin?

Ev demeke dirêje qala asayîkirina peywendiyan di navbera rejîma Şamê û Enqereyê de tê kirin. Ev mijar zêdetir di dema hilbijartinên dawî yên serokkomariya...

Zîlan manîfestoya me ya jiyanê ye

Tê zanîn ku heta niha me ji hezkirinê zêde fêm nekiriye û evînek nejiyaye. Di Mem û Zîna Ehmedê Xanî de jî ji kêleka...

YJA Star: Em ê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger bikin

Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê li ser salvegara komploya navdewletî daxuyaniyek weşand û wiha got: "Di sala 26'an a komployê de em ê azadiya fîzîkî ya Rêberê xwe misoger bikin, em careke din komployê û komplogeran şermezar dikin."

Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê derbarê 26’emîn salvegera komploya navdewletî ya 9’ê Cotmehê de komploya navdewletî şermezar kir û wiha got: “Em komploya navneteweyî bi hêrseke mezin şermezar dikin ku di şexsê Rêberê me de li dijî gelê me, li dijî gelên Rojhilata Navîn û tevahiya cîhanê hate kirin. Di salvegera 25’an a komployê de, di nava şert û mercên herî giran ê şer de em Rêberê xwe yê ku bi berxwedana xwe ya bêhempa hêz û çavkaniya moral û bexwedanê dide me, bi hurmet, hezkirin û hesretê silav dikin. Di şexsê hevrê Rojhat Zîlan û Erdal Şahîn de ku bi ruhê êrîşê yê Apoyî di 1’ê Cotmehê de bi ser dijmin ve çûn û tevlî xeleka azadiyê ya fedaiyên ‘Hûn nikarin roja me tarî bikin’ bûn, hemû şehîdên azadiyê bi hurmet û minet bi bîr tînin. Weke hêzên YJA Starê em soz didin ku bi feyza ji berxwedana bi heybet a Rêberê xwe werdigire, em ê xwedî li nirxên ku şehîdên me bi ruhê fedaî afirandine derkevin û li gorî dilsoziya bi bîranîna wan re heta dawiyê çeperên xwe biparêzin. Em biryardariya xwe ya ji bo serketina mutleq destnîşan dikin.”

Di daxuyaniyê de hate gotin, “Rêberê me ku bûye nûnerê Kurdîtiya Azad û mirovahiya cîhanê, ji ber ku li pêşiya projeyên hêzên serwer ên li ser Rojhilata Navîn bi taybetî jî li Kurdistanê weke asteng dihate dîtin, bû hedef.” Daxuyaniyê bi vî rengî dewam kir: “9’ê Cotmeha 1998’an di heman demê de dema destpêkirina Şerê Cîhanê yê 3’emîn e ku navenda xwe Kurdistan e. Destwerdanên hêzên hegemonîk li ser Rojhilata Navîn piştî 9’ê Cotmeha 1998’an hîn kûr bû û li Kurdistanê navendî bû ku di nava sînorên çêkirî yên Şerê Cîhanê yê 3’emîn de hatiye tengavkirin. Di vê pêvajoyê de li Bakurê Kurdistanê bi destê AKP’ê tê xwestin ku Kurdîtiyeke nû bê dîzaynkirin, Başûrê Kurdistanê jî bikin qadeke welê ku li ser bingeha nokeriyê bibe qada liv û tevgera hêzên emperyalîst. Rojhilatê Kurdistanê radestî kiryarên antî demokratîk ên Îranê hate kirin, li Rojavayê Kurdistanê radestiya gelê rêxistinbûyî ku bi keda zêdeyî bîst salan a Rêbertî hate afirandin, kirin hedefa tasfiyekariyê. Lê belê Rêberê me bi pêşdîtineke xurt ev pêvajo dît, xwe kir hêza mezin a destwerdanê û planên hêzên hegemon serûbin kir. Rêberê me bi fikrê xwe yê çil salî, bi danheviya zanyariyê, bi tecrûbeya xwe ya têkoşînê êşkencexaneya Îmraliyê veguheran dergahekê, bi paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û azadîparêziya jinê, li ber modernîteya kapîtalîst rabû. Hêzên hegemon ku li pêşberî hêza destwerdanê ya bêhempa ya Rêbertî planên wan têk çû, Îmrali veguherandin navenda şerê taybet û hewl dan Rêbertî bêbandor bikin. Piştî ku fêhm kirin nikarin Rêbertî bêbandor bikin, rêya tecrîda mutleq xistin dewrê, di şexsê Rêbertî de li hemberî mirovahiya cîhanê û nirxên ku wan li ser piyan dihêle, konsepteke êrîşê ya mezin dan destpêkirin. Berxwedana ku li Îmraliyê şênber bû li hemberî hemû êrîşan li ser piyan ma, di vê sedsalê de ku nirxên mirovahiyê li ber tunebûnê ye, bû cihê jinûve geşbûna hêviya rizgariyê bi navê hemû mirovahiyê. Komploya ku bi berxwedana bêhempa ya Rêbertî bi giranî hate pûçkirin, bi rê û rêbazên cuda hîn jî bi kûrkirinê dewam dike. Eger 31 meh in agahî ji Rêbertî nayê wergirtin, ev yek nîşaneya wê yekê ye ku komplo hîn jî dewam dike. Ji ber vê yekê jî têkbirina komployê ne tenê wezîfeya Rêbertî ye, di heman demê de wezîfeya her kesî ye ku ji bo jiyaneke bi rûmet berdêl dane pêş çavên xwe. Di serî de jin û ciwan, hêzên demokratîk ji bo pûçkirina komployê divê karibin li dora Rêbertî bicivin. Lewma bêbandorhiştina komployê temînata azadiya jinê ye. Têkçûna komployê tê wateya serketina paşeroja azad a mirovahiyê. Divê her kes bi vê têgihiştinê nêzîk bibe û demê bi vî rengî pêşwazî bike.

Komplo li hembarî azadiya jinê ye

Rêbertî bi analîzên xwe hişt ku jin xwe nas bike. Jinên ku hişmendiya zayendî pêş xistin, ji damezrandina partiyê heta qada civakî û artêşbûnê, bi îdeolojiya azadiya jinê xwe di gelek qadan de bi pergal kirin. Di vê wateyê de komploya navneteweyî ya li hemberî Rêbertî hatiye kirin di esasê xwe de komploya li dijî jinê ye. Her êrîşa artêşa Tirk a faşîst a li dijî Rojava, Şengal, Herêmên Parastinê yên Medya û qadên berxwedanê tê wateya êrîşa li dijî jinan. Li Rojava hedef şoreşa jinê ye. Di her êrîşa li ser Şengalê de ku gerîlayên YJA Starê pêşengtiya rizgariyê kir, dîsa xwebûn û xweparastinê ya jinan dike hedef. Îro li her devera Kurdistanê bi taybetî li qadên Parastinê yên Medyayê û berxwedanê jinên YJA Star bi hişmendiya ku komploya li ser Rêbertî komploya li dijî jinê ye, li dijî komploya navneteweyî têdikoşin. Jinên ku li çar parçeyên Kurdistanê ji Rojava heta Şengalê bi Zîlanbûyînê, Bêrîtanbûnê, Sara û Rûken bûnê re bûn fedaî, ji bo têkbirina komploya navneteweyî ya ku di esasê xwe de li dijî jinan tê meşandin, kêliyekê jî dev ji têkoşîna xwe bernadin. Li cihê ku jin bi ser bikeve, komplo têk diçe. Li cihê ku jin bi hêz û sîstematîk be, komplo lewaz dibe û têk diçe. Ji bo vê jî divê her jinek xwedî li hişmendiya azadiyê derkeve, hêza xwe ya bingehîn di têkbirina komployê de bibîne û rêxistinbûna jinê bi hemû hêza xwe pêş bixe.

Ruhê fedayî têk naçe

Di çarçoveya konsepta qirkirinê ya ji aliyê hêzên navneteweyî ve weke berdewamiya komployê hate meşandin, welatparêzên Kurd xistin zindanan û bûn hedefa pêkanînên dijmirovahî. Bi zor, zext û operasyonên cuda yên şerê taybet hewl hat dayîn gelê me bêbandor bibe. Di plana qirkirinê de ku armanca wê tinekirina gerîla bû, di şexsê gerîla de ji çekên qedexe heta gazên kîmyewî hemû sûcên şer li dijî gelê Kurd hatin bikar anîn. Lê tevî van hemûyan jî gerîla bi ruhê fedaî yê Apoyî li her derê li ber xwe da û bû benda herî mezin li pêşiya komployê ku bigihêje armanca xwe. Dema ku operasyonên ‘Qediya, ew ê biqedin’ berdewam dikirin, Sara û Rûken, Rojhat û Erdal di nava dilê mêtingeriyê de xwe teqandin û ji hemû cîhanê re ragihandin ku wê kî têk biçe. Di 1’ê Cotmehê de di şexsê hevrê Rojhat Zîlan û Erdal Şahîn de careke din derket holê ku; Ruhê fedaî yê Apoyî têk naçe. Şervanên Apoyî Rojhat û Erdal bi çalakiya li ber avahiya Wezareta Karên Hundir a paytexta faşîzma Tirk a Enqereyê, peyam dan tevahiya cîhanê ku komplo êdî têk çûye.

Dijmin li Enqereyê derba mirinê xwar

Dewleta Tirk a mêtinger li hemberî çalakiya fedayî ya li Enqereyê ket şokê. Ji ber vê yekê bi derûniya tengavbûnê, di serî de qadên berxwedanê yên Herêmên Parastinê yên Medyayê, êrîşên xwe yên li ser Rojava zêde kirine. Weke leşkerî û siyasî ti îtîbara dewleta Tirk a faşîst û mêtinger nemaye. Li Bakurê Kurdistanê welatparêzan dike hedef û dest bi qirkirina siyasî kiriye. Li Rojavayê Kurdistanê ji hewayî ve êrîşî cih û warên sivîlan dike û dest bi operasyonên tolhildanê kiriye. Hevkariya AKP-MHP’ê ya faşîst bi êrîşkirina sivîlan hewl dide binketinên xwe veşêre, ev yek ji aliyê her kesê ve hatiye dîtin û armanca wan bi zelalî hatiye fêhmkirin. Ev êrîşên ku li ber çavên cîhanê pêk hatin, bûn nefesên dawî yên dewleta Tirk a faşîst û mêtinger ku li Zapê asê maye û li Enqereyê derbeya mirinê xwar. Ya teqez ev e ku komplo hat şikandin lê bi temamî ji holê ranebû. Di vê wateyê de artêşa fedayî ya Rêbertî YJA Star ji bo tunekirina komployê hêza berpirsyar a sereke ye. Her hewldana êrîşa li dijî Rêbertiya me, ji bo me sedemê şer e. Em bi biryar in ku heta ku em armanca xwe ya li Kurdistana azad bi Rêbertî re azad bijîn, pêk tînin em ê têkoşîna xwe bidomînin. Çawa ku Sara û Rûkenan, Rojhat û Erdalan li hemberî mêtingeriyê bûn benda nederbasdar, her gerîlayek YJA Starê jî îdîaya ku li ser şopa Zîlan bibe Sara, Rûken, Rojhat û Erdal hildigire. Li gorî vê yekê, di her êrîşa ku mêtingerî li dijî gelê me, axa me û Rêberê me pêk tîne de; ew ê me li hemberî xwe bibîne. Em fedayiyên Rêber Apo û gelê xwe ne. Em soza xwe dubare dikin ku em ê bi bilindkirina xeta fedaî bi ser bikevin.

Em di şexsê Halît Oral de ku li dijî komployê bedena xwe kir meşale û tarîtî ronî kir, şehîdên ‘Hûn Nikarin Roja Me Tarî Bikin’ carek din bi bîr tînin û li ber bîranînên wan bi rêzdarî û minetdarî bejna xwe ditewînin. Em ê di sala 26’emîn a komployê de azadiya fîzîkî ya Rêbertiya xwe pêk bînin û careke din komployê û komplogeran şermezar dikin. Di şexsê hevrêyên me Rojhat Zîlan û Erdal Şahîn de em soz didin ku bibin şopdarên şehîdên xwe yên ku komplo parçe parçe kirine.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar