Li şûna encamê li sedemê bipirsin

Zêdetirî sê hefteye ku di rojevê de Narîna 8 salî heye. Li gundekî biçûk ê Amedê ji nişka ve winda bû û piştî bi...

Eger qetilkirin topyekûn be divê serhildan jî topyekun be

Dewleta tirk bi peymana Enqere û Bexdayê ya 15 tebaxê êrîşek nû da destpêkirin. Li dijî hemû gelê kurd biryara qirkirinê da.  Ji ber...

Li şûna encamê li sedemê bipirsin

Zêdetirî sê hefteye ku di rojevê de Narîna 8 salî heye. Li gundekî biçûk ê Amedê ji nişka ve winda bû û piştî bi...

Eger qetilkirin topyekûn be divê serhildan jî topyekun be

Dewleta tirk bi peymana Enqere û Bexdayê ya 15 tebaxê êrîşek nû da destpêkirin. Li dijî hemû gelê kurd biryara qirkirinê da.  Ji ber...
Cumartesi - 14 Eylül 2024

Li şûna encamê li sedemê bipirsin

Zêdetirî sê hefteye ku di rojevê de Narîna 8 salî heye. Li gundekî biçûk ê Amedê ji nişka ve winda bû û piştî bi...

Eger qetilkirin topyekûn be divê serhildan jî topyekun be

Dewleta tirk bi peymana Enqere û Bexdayê ya 15 tebaxê êrîşek nû da destpêkirin. Li dijî hemû gelê kurd biryara qirkirinê da.  Ji ber...

YJA Star: Em ê bi ruhê Egîd û Zîlanan 15’ê Tebaxê pêşwazî bkin

Fermandariya YJA Starê daxuyand ku ew ê bi şêwaz û hêza fermandar Egîd û ruhê xwedawend Zîlan 15'ê Tebaxê bi çalakiyên tolhildanê pêşwazî bikin û got, "Em ê bi mezinkirina têkoşînê, siberoja bi rengê şoreşa demokratîk diyarî gelên bindest bikin."

Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê bi wesîleya salvegera 40’emîn a Pêngava 15’ê Tebaxê daxuyaniyek weşand.
Fermandariyê diyar kir ku ew salvegera 40’mîn a 15ê Tebaxê ku ji bo gelê kurd û tevahî pêkhateya Kurdistanê bûye cejna vejînê û hêviya jiyanek azad mezin kiriye, em pîroz dikin û got ku di şexsê fermandar Egîd (Mahsum Korkmaz) de, bejna xwe li hember lehengiya hemû şehîdên vê pêngava dîrokî ditewînin, bi minetdarî wan bi bîr tînin.

Fermandariya YJA Starê daxuyand ku Rêberê Gelan Abdullah Ocalan her tim ji bo çareseriya pirsgirêka kurd rêyên siyasî kir rêya sereke, lê belê dewleta tirk li hemberî van hewldanan gotina navê Kurdistanê jî nepejirand.

Di daxuyaniyê de hate gotin, “Xwestin Kurdistanê bê kurd bihêlin, da ku hebûna gelê kurd ji dîrokê derînin û her kiryarên faşîzan pêk anîn. Dema ku bi zimanê mafnasî û siyasetê fêm nekirin, li ser hîmê tolgirtina şehadetên li zindana Amedê, li serê çiyayên Kurdistanê fermana tolhildanê hate ragihandin û li hember dagirkeriyê di bingeha şerê çekdarî de şerê xweparastinê û azadiyê bi hemû heybeta xwe destpê kir.

Lewra pêngava 15’ê Tebaxê; gaveke ber bi jiyaneke bi rûmet e, gaveke ber bi welatekî azad ve ye, gaveke ber bi vejîna hêzeke xwedî parastina cewherî ye. Ev pêngav bû tirs û bêhêvîtî, dûrketina ji nasnameyê ya a ku dagirkeriyê di her kêliyê de li ser gelê Kurd ferz dikir, ji holê rakir. Bû pêleke ku bi xwe re hêviyeke bi rengê serketinê xiste dilê her Kurdekî, çokên serdestan lerizand, plan û projeyên wan ê qirkirinê têk bir. 15’ê Tebaxê bû serketinek tekûz û misoger li ber kiryarên talanê û komkujiyên bêhesab. 15’ê Tebaxê bi dagirkeriyê da fêm kirin ku êdî li hemberî her êrîşê, nîşangeha çeka şervanên vî gelî heye, hesab dixwaze û tol digre.”

Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê destnîşan kir ku Pêngava 15’ê Tebaxê lawaziya pergala dagirker a li hemberî îradeya gelê azadîxwaz danî holê û heya îro bi heman mîrasî, bi heman ruhî ew lawazî bi zelalî tê deşîfrekirin.

Daxuyaniya Fermandariyê wiha berdewam kir:

“Di tarîtiya şeva 15’ê Tebaxê de, hevrê Egîd bi komeke hevalan perdeya bêdengiya bi ser Kurdistanê de hatibû vegirtin, bi çirûska guleya yekemîn qetandin, roniya azadiyê belavî Kurdistanê kirin, dengê têkoşîna azadiya Apoyî gihandin guhê her kesî. Hêza rêxistinkirî ya gelê Kurd dane hisandin û naskirin. Dengê guleyan wê şevê ji dost û dijminan re gelek tiştan vedibêje. Gelê Kurd ji xewa bêdengiyê hişyar dike û dibêje: ‘Azadiya neteweyî bêyî şerekî mezin pêk nayê’. Ji dijiminê gelê Kurd re jî dibêje; ‘Êdî Kurdistan wê ne Kurdistana berê be, xelekên zilmê ya li ser vî gelî hate qetandin û ji bo meşandina têkoşîna jiyaneke azad kes nema dikare wan bigre’.

Çalakvanên vê pêngava dîrokî, di pêşengtiya Fermandar Egîd de, dema bi ser baregehên dagirkeriyê de girtin, ji bo kêliyekê jî dudil nebûn. Bi rihekî fetihkar hedefan bi dest dixin û yekemîn çalakiya di têkoşîna çekdarî de bi serketinê tacîdar dikin. Afrîneriya di takîtîka şer de her wiha xwe bi rihê zaferê re kilîd kirin, xwe di wê pêngavê de dide pêş. Bi vî mîrasî gelek salên bi şerên giran hatine derbas kirin, gelek destketî û ezmûnên giranbiha hatine qezenc kirin. Pisporiya di huner û çanda leşkerî de, ya ku îro hêzên gerîlayên Kurdistanê pê têne nasîn, ji rihê pêngava 15’ê Tebaxê ye.

Gora ji betonê ku li ser wê ‘Kurdistana binaxkirî’ dihate nivîsandin bi olana guleya 15’ê Tebaxê di wê şevê de ji hev hate qelaştin û hilweşiya. Lewra serketina ku vê çalakiya dîrokî bi xwe re anî, şaxên baweriya bi têkoşîna azadiyê di dilê Kurdistaniyan de şîn kir. Weke gelê vê xakê yê herî kevnar careke din nasnameya xwe hembêz kirin û ji bo parastina wê ezma berxwedanê qayimtir kirin.”

Fermandariya YJA Starê destnîşan kir ku Pêngava 15’ê Tebaxê ew bingeh danî ku îro dema bi şerê herî dijwar jinûve dîzayna xaka Rojhilata Navîn tê çêkirin, gelê Kurd bi têkoşîna xwe ya resen di nava vê xakê de bi awayekî diyarker û xwedî maf cih digire û tê nasîn.

Di daxuyaniyê de hate gotin, “Lewra ev pêngav di dîroka Kurdistanê de, pêngaveke ku hempayê xwe tune ye, xwedî wateyeke dîrokî ye û bingehê hemû pêngavên têkoşîna me ya 40 salî ye. Roja îro li seranserî çiyayên Kurdistanê, bi heman rihê ji zaferê û ezmûna têkoşîna 40 salî re gerîla şerekî dîrokî dike.Rojane li taktîkên xwe afrîneriyê û dewlemendiyê zêde dike, hêza şerê xwe mezin dike, vê hêzê şerê ser erd û bin erd û asîmanan de belav dike û encamên bi bandor digre. Ev hemû di bin hêmanên rihê 15’ê Tebaxê bi qasî ku ji bo tevahiya gelê Kurd bû henaseya jiyaneke nû, bi taybet ji bo jina Kurd jî, bû pêngava avêtina bingehekî jiyan û têkoşîneke nû. Bi hêza 15’ê Tebaxê heya roja îro jî bi heman ezim û azweriyê jina Kurd derbên herî giran li zihniyeta serdest dixîne. Di vê bingehê de artêşa azadiya jinan roja me ya îro de jî li her qadê beramberî desthilatê şerê herî çalak dide meşandin, xwedî artêşeke xwesere ku weke wê mînak tine li cihanê. Artêşa Starê ku bi rihê 15’ê Tebaxê ve şer dike, îro bûye hêviya serdemê ya jinên cîhanê.

Li ser van hîman; pêngava 15’ê Tebaxê, ji bo tevahiya civaka Kurdistan bû mamosteyek zanista xweparastinê, her wiha ji bo tevahiya hêzên gerîla jî bû pîvana çalakiya serketî. Lewma, şerê me yê îro ku di bingeha Gerîlatiya Modernîteya Demokratîk de bi taktîk û şêwazên herî afrîner, tê meşandin. Lewra dewleta Tirk û piştgirên xwe ruxmê hemû hevkariyên qirêj ên li ser paşeroja gelê me jî, ne bi artêşên xwe yê teknolojiya modern ve, ne jî bi rêka bikaranîna Kurdên xwefiroş û noker ve, nikarin têkoşîna ku bi rihê 15’ê Tebaxê hatî avdan ziwa bikin. Îro ji Serhed heta Botanê, ji Zap heta Metîna, Xakurkê û Heftanînê di oxira serxistina vî şerî de bi sedan jin û xortên egîd li ser vê rêkê giyanên xwe feda dikin, bi rihên xwe yên fedayî hêviya paşeroja azad ji bo hemû gelên heremê dihûnîn. Di oxira parastina nirx û hebûna gelê Kurd de serî de li Bakurê Kurdistanê û Herêmên Parastinê yên Medyayê şerekî hêjayî vegotinên bêdawî tê kirin. Lê em wek hêzên YJA Star bi mebesta vê rojê ve carekî din dibêjin ku her bihosteke xaka me ya ku bi destê dagirkeran tên şewitandin, bi nokeriya Kurdên xayîn ên PDK’ê ve tê firotin, jin û gelê me yên ku di rêçên koçberiyê êşên herî mezin re rûbirû tên ji bo me sedema tolhildanê ya herî mezin e. Em ê bi şêwaz û hêza Fermandar Egîd, bi ruhê Xwedawanda azadiyê Zîlan ve vejîna 15’ê Tebaxê bi çalakiyên xwe yên tolhilgir pêşwazî bikin.”

Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin, “Weke hevrê û şervanên pakrewanên pêngava 15’ê Tebaxê, em ê hêjayî egîdiya wan bibin. Her wiha bi mezinkirina têkoşîn û şerê xwe re em ê siberoja ku bi rengê şoreşeke demokratîk hatî ava kirin ji bo hemû gelên bindest bikin diyarî. Heta ku Rêber Apo fîzîkî bê azadkirin, em ê nûbûn û afirîneriyê di şerê xwe de dewam bikin. Em careke din cejna vejînê û cejna me ya gerîla li Rêber Apo, li pakrewanên şoreşa Kurdistanê, jin û gelên azadixwaz re pîroz dikin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar