Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...
Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

YJA Star: Em ê bibin dengê gelê xwe

Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê got, "Di her şert û mercî de em ê bibin dengê gelê xwe, berxwedana jinan, jiyana azad bi ser bixînin.”

Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê hin daxuyaniyek da  û got: “Em Roja Jinan a Cîhanê li hemû jinan, li gelan, di şexsê bîrdariyên me yên azadiyê fermandarên me yên pêşeng Raperîn Amed, Evîn Goyî, Rojbîn Dersîm, Peyman Bagok, Melsa Mûş de di şexsê şehîdên me de li jin û gelên li dora berxwedana Jin, Jiyan, Azadî li hev kom bûne, pîroz dikin.”

YJA STAR’ê di daxuyaniya fermandariyê de wiha hat gotin: “Di vê serdemê de ku mêtingeriya li ser jinan zêde bûye û sîstema dewletê rasterast bi civakê re ketiye nava şer, em weke hêzên YJA Starê ku di doza bi rûmet a gelê xwe de şer dikin, êşên gelê xwe parve dikin. Em soz didin ku em ê heta dawiyê girêdayî nirxên gelê xwe bin. Rêbertiya me bi gotina ‘Zorî mirovên mezin diafirîne, em gelekî şoreşger in’ bi piştevanî, yekbûn û rêxistinbûnê destnîşan kir ku şoreşa mirovahiyê yekane rêya jiyanê ye. Dewleta faşîst li dijî mirovahiyê hemûyî di nava şer de ye. Desthilatdariya AKP-MHP’ê li hemberî karesata ku bi serê gel hatî, nirxên mirovahiyê tune hesiband û bû sedem ku bi hezaran mirov jiyana xwe ji dest bidin. Ev rastiya AKP-MHP’ê weke şerma sedsalê wê bikeve dîrokê. Vê pêvajoyê bi awayekî aşkere nîşan da ku sîstema mêrserwer ji bo xwe li dijî têkoşîna jiyana azad ku bi pêşengiya jinan tê kirin, rizgar bike zilma herî giran li gel rewa dibîne. Hikûmeta AKP-MHP’ê dixwaze têkoşîna li dora felsefeya jiyana azad a gelan tê meşandin, tune bike û ji bo sîstema xwe ya faşîst bidomînin li şûna ku qîrînên rizgariyê ya gel bibihîzin, polîtîkayên xwe yên qirker ên li hemberî gelê me dewam dike. Dewleta desthilatdar hewl dide ku bi êşên gelên Kurdistan û Tirkiyeyê rantê bi dest bixe û bi dijminahiya xwe ya civakê xweza talan kiriye. Bêguman ji bo gelekî ku bi komkujî û karesatan re rû bi rû maye, ji derveyî têkoşîna şoreşgerî şensekî din ê jiyanê tune ye. Sedema karesatên herî mezin ên dîrokê, hişmendiya dewleta mêr e ku civak û jin anîne ber karesatê.

Têkoşîna me y ali dijî qirkirinê didome

Têkoşîna me ya berxwedanê ya bênavber bi pêşengiya hêzên me yên YJA Starê li dijî dewleta tirk a faşîst ku bi polîtîkayên xwe yên qirkirinê êrîşî çiyayên Kurdistanê û gerîlayên azadiyê dike, di xeta Gerîlaya Modernîteya Demokratîk de ber bi serketinê ve diçe. Weke gerîlayên YJA Starê û milîtanên fedaî yên Rêber Apo, li hemberî zîhniyeta dewleta qetlîamker ku li hemberî biryara bêçalaktiyê ya KCK’ê êrîşî çeperên gerîla dike, hewl dide her roj bi bikaranîna çekên kîmyewî encamê werbigire û xwezaya Kurdistanê talan bike, em soz didin ku em ê azadiya jinan hemûyan bi taybetî azadiya Rêberê xwe misoger bikin.

Têkoşîna jinan li ser esasên jiyana nû ye

Li hemberî pergala serdest a mêr ku li dijî jiyana civakî di nava şerekî de ye, têkoşîna jina azad li ser esasê avakirina jiyana nû erkên xwe yên dîrokî bi cih tîne. Tevgera me ya azadiya jinê ku di pêşengiya gerîlayên YJA Starê de tê kirin, bi biryardariya xwe ya ji bo sedsala 21’emîn bibe sedsala jinê weke pêngaveke mezin a çareseriyê û serketinê, 8’ê Adarê bi ruhê berxwedanê li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker pêşwazî dike. Hevrêya me Raperîn Amed ku ji bo gihandina têkoşîna azadiya jinê ya vê qonaxê kedeke mezin daye, weke şervaneke mezin a azadiyê, di serketina têkoşîna rêxistinbûyî ya jinê de bûye xwedî meşeke bi wate. Ev tevgera berxwedanê û ruhê wê; bi dirûşmeya Jin, Jiyan û Azadî li her çar parçeyên Kurdistanê bi taybetî li Rojhilatê Kurdistanê li hemû qadên ku erdhej lê qewimî ye, li hemû jinên ku hêrsa xwe veguherandin biryardariya têkoşînê û di her ferdê ku li azadiyê geriyan, ruhekî mezin ê çalakiyê, jiyanê, lehengiyê, berxwedanê û şer derxist holê.

Em soza parastina îradeya gelê xwe dikin

Gelê kurd ê ku sazûmanên qirker ên dewletê jê re digotin ‘gelê qediyayî’, di dîrokê de êşên herî mezin kişandiye, jinan hilweşandina faşîzmê herî pir kûr hîs kiriye, lê rastiya gel û jinên ku di her kêliya dîrokê de li ber xwe dane, her tim bi parastina civakîbûnê re karîn nirxên mirovahiyê biparêzin. Li hemberî dewleta şerê taybet a qirker ku di şexsê jinan de êrîşî paradîgmaya demokratîk, ekolojîk, azadîparêziya jinan û îdeolojiya me ya Azadiya Jinê ya Rêber Apo dike, em weke yekîneyên jinên azad YJA Starê careke din soza xwe dubare dikin ku em ê siberojeke azad û bi rûmet ji bo gelê xwe bi taybetî ji bo hemû jinan biafirînin. Em weke hêzên YJA Starê ku di têkoşîna xwe ya li dijî zîhniyeta qirker û talanê de, me soza parastina îradeya gel û nirxên mirovahiyê li çiyayên Kurdistanê bi felsefeya jiyanê ya Rêber Apo daye, em diyar dikin ku em ê di nava her şert û mercî de bibin dengê gelê xwe, berxwedana jinê û serketina jiyana azad pêk bînin. Em ê bi şer bi ser bikevin û sedsala 21’an bikin sedsala jinê.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar