Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...
Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

YJA Star: Em ê mîna Sara hesap ji dijmin bipirsin

Fermandariya Navendî ya YJA Starê daxuyand ku ew ê mîna Sara, dijmin aciz bikin û hesab jê bipirsin û wiha domand: “Tevgera me ya azadiyê bi paradîgmaya azadîparêziya jinê ya Rêber Apo di serî de ji jinên kurd re, ji hemû jinên cîhanê re bûye ronahiya hêviyê. Rêber Apo û jinên ku baweriya xwe bi felsefeya wî anîne, îro li dora Rêber Apo civiyane û xelekeke qewîn a şoreşê ava kirine.”

Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê yek ji damezrînerên PKK’ê Sakîne Cansiz (Sara), Endama Komîteya Dîplomasiyê ya KNK’ê Fîdan Dogan (Rojbîn) û Endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez (Ronahî) ku di 9’ê Çileya 2013’an de li Parîsê hatin qetilkirin, bi daxuyaniyekê bi bîr anî.

Daxuyanî bi vî rengî ye:

“Di salvegera 11’an a komkujiya Parîsê de yek ji kadroyên damezrîner ên partiya me fermandara me ya pêşeng hevrê Sara, şervanên tevgera ciwanan û jin a azad hevalên Rojbîn û Ronahî, di şexsê wan de jî şehîdên şoreşê hemûyan bi rêzdarî bi bîr tînin. Em soza xwe dubare dikin ku ala têkoşînê ya ku wan radestî me kirine bigihînin serketinê.

Tevgera me ya azadiyê bi paradîgmaya azadîparêziya jinê ya Rêber Apo di serî de ji jinên kurd re, ji hemû jinên cîhanê re bûye ronahiya hêviyê. Rêber Apo û jinên ku baweriya xwe bi felsefeya wî anîne, îro li dora Rêber Apo civiyane û xelekeke qewîn a şoreşê ava kirine. Rêber Apo ku li hemberî mejiyê serwer ê mêr pêngava azadiyê ya jinê da destpêkirin û nirxên azadiyê yên ku di şexsê wî de hatin afirandin, îro bi êrîşa hêzên hegemon re rû bi rû ne. Li gel vê konsepta êrîşê jî partiya me PKK bi pêşengiya berxwedana jinê îro hêza herî berxwedêr a Rojhilata Navîn e. Ji ber ku tevgera me ya azadiyê mîna hevrê Sara xwe ji kevneşopiya jinên şerker, têkoşer û berxwedêr xwedî dike. Baweriya bi Rêber Apo serketinê misoger dike. Em rewşa herî şênber a vê rastiyê di kesayetiya ji fermandarên me yên pêşeng hevrê Sara de dibînin. Hevrê Sara jin a destpêkê bû ku ji Rêber Apo bawer kir û pê re meşiya. Li gel şert û mercên giran ên demê û zextên feodal ên civakê jî hevrê Sara bû hevrêya destpêkê ya ku wêrîbû bi Rêber Apo re bimeşe, bû fermandara destpêkê ya jinê, rêbera me ya destpêkê. Bi baweriya serketina doza azadiyê mîna pûsûlayekê rêya azadiyê nîşanî me da. Artêşbûna me ya jinê di encama ked û hewldanên mezin ên Sara û hevrêyên wê hate avakirin. Jinên PKK’yî yên pêşengiyê ji şoreşa jinê re dikin, bi têkoşîna Sara mezin bûn, zêde bûn û li tevahiya cîhanê belav bûn. Îro ji jinên Rojhilata Navîn, ji hemû jinên cîhanê re bûye hêviya azadî û jiyana herî mezin.

Bêguman ev rêya ku têkoşîna azadiyê ya jinê derbas kiriye û pêşketin û serketinên artêşbûna jinê afirandiye, bi ked û hewldanên mezin ên Rêber Apo û yek ji hevrêyên wî yên destpêkê hevrê Sara hatiye afirandin. Baweriya hevala Sara ya bi vê dozê û asta ku di vê têkoşînê de bi dest xist, ji bo me hevrêyên wê destketiyeke herî mezin e. Em di şexsê Sara de hîn bûn ku bibin ya xwe, têbikoşin û di dawiya her berxwedanê de bi ser bikevin. Têkoşîna me ya azadiya jinê û artêşbûna me ku bi Sarayan destpê kir, îro li hemû çeperên Kurdistanê bi berxwedana gerîlayên jin bi ser dikeve. Şopdarên Sara ku li zindana Amedê tuf li rûyê zalim û faşîzmê kir, îro li her devera Kurdistanê mîna Sara bêtirs bi ser dijmin ve dimeşin. Bi taybetî li Bakur û Başûrê Kurdistanê kesayetiya jinê ya şerker, berxwedêr a li tunelên şer ku bi pêngavên şoreşgerî hate nîşandan, dewama karaktera Sarayann e. Lewma weke şervanên YJA Starê em baş zanin ku asta xwe ya heyî û destketiyên xwe deyndarê kê ne. Hêzên YJA Starê ku şopdarên Sarayan e, wê bi rengê Sara li jiyanê binihêrin, li dijî dagirkeran mîna Sara şer bikin, mîna Sara dijmin aciz bikin û hesab bipirsin. Di şexsê Sarayan de em ê şerê xwe yê azadiyê bi ser bixînin, hesab ji mejiyê serwer ê mêr bipirsin ku nikare xwe li hebûna jin a azad rabigire.

Jinên cîhanê hemû, têkoşîna Sara weke têkoşîna xwe dibînin. Têkoşîna jinê ku bi pêşengiya jinên kurd daîmî bûye, îro di şexsê hevrê Sara de li cîhanê gerdûnî bûye. Mîna ku Rêber Apo jî dibêje, azadiya civakê bi azadiya jinê dibe ku ev yek di şexsê Sara de şênber bû. Di çarçoveya vê rastiyê de baweriya ku azadî bi şoreşa jinê dibe, zêde bûye û mayinde bûye. Li ser vê bingehê em bi biryar in ku têkoşîna xwe ya jinê ya azad ku di şexsê hevrê Sara de bû pêşeng, bigihînin asta herî bilind û hemû jinên cîhanê.

Têkoşîna jin a azad a ku li gel Sarayan destpê kir, bi pêşengiya fermandarên me yên pêşeng ên weke Leyla, Axîn, Hêjar, Ardem, Doga, Havîn, Jîndar û gelek fermandarên mê yên din xwe gihandiye asteke pir bilind. Sekna li hemberî her êrîşa dewleta Tirk a dagirker weke berxwedana Hevrê Sarayê, erka dîrokî ya hemû gerîlayên YJA Starê ye. Çimkî Sara tê wateya şer. Sara tê wateya êrîşa li ser dijmin, Sara tê wateya baweriyê.

Têkoşîna me ya azadiya jinê ya ku bi xwîn û keda hevalên me yên şehîd û şopdarên heval Sarayê, hêzeke ku dijminî dibeecîne, derxistiye holê. Em weke hêzên YJA Starê soz didin ku em ê di sala 2024’an de di serî de Sara, Rojbîn û Ronahî tola jinên weke Evîn, Sêvê, Fatma, Pakîze û hemû jinên ku di têkoşîna jin a azad de şehîd bûne, bistînin. Em soza xwe dubare tînin ziman ku em ê ala azadiyê ya ku me ji Sara, Rojbîn û Ronahiyan stendiye, bigihînin serketinê û hesaba van komkujiyên bi xwîn ji dewleta Tirk bipirsin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar