Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...
Salı - 9 Temmuz 2024

Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

YJA Star: Em tu carî hînî jiyana bêyî Rêber Apo nebûn û em ê tu carî hîn nebin!

YJA Star: Li hemberî komploya navneteweyî ku dixwaze me hînî jiyana bêyî Rêbertî bike, em ê li ser şopa fermandarên xwe yên azadiyê bimeşin û bibin pêşengên xwegihandina Rêbertî. Em hînî jiyana bêyî Rêber Apo nebûn, em ê tu carî hîn nebin

Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê ji ber salvegera komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de komploya navneteweyî bi hesta mezin a tolhildanê hat şermezarkirin û şehîdên azadiyê bi rêzdarî û minetdarî hatin bibîranîn.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku bi derketina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re xewn û xeyalên mêtingeriyê yên hêzên komploger ên li ser Rojhilata Navîn derbeke mezin xwarin û wiha hat gotin: “Rêber Apo kurdên azad afirand û bi vî rengî hişmendiyeke azadiyê da gelên Rojhilata Navîn. Komploya navneteweyî ya li hemberî Rêber Apo hat kirin, komployek li dijî kurdîtiya azad, li dijî hişmendiya azadiyê ya civaka herêmî û cîhanî hat kirin. Komplo şerekî taybet e ku xwe dispêre talankirina îrade û hişmendiyê. Komplo konsepteke tunekirinê û înkarê ya bi rêk û pêk e. Di şexsê Rêber Apo de xwestin hebûna mirovahiyê înkar bikin. Înkar jî cezayê herî mezin e ku li hebûnê tê ferzkirin.

Rêberê me ku projeya sed salî ya hêzên hegemonîk a li Rojhilata Navîn pûç kir, di dîroka pêncî salên dawî de ji bo gelên bindest ên li Rojhilata Navîn paradîgmaya neteweya demokratîk ava kir û li ser piyan ma. Rêberê me bi vê sekna xwe ji bo gelan çavkaniyeke mezin a hêvî, bawerî û îradeyê ye. Em îro dibînin ku gotineke bi tenê ya Rêber Apo ku rêbertiyê ji Modernîteya Demokratîk re dike, tevahiya rojeva cîhanê diguherîne.”

Yekane rêya rizgarkirina rûmeta mirovahiyê kombûna li dora Rêbertî ye

Fermandariya YJA Starê ragihand ku mirovahî êdî baş zane ku hewl tê dayîn dengê rastiyê li nava dîwarên Îmraliyê bê girtin û wiha domand: “Sîstema îşkenceyê ya Îmraliyê ku veguheriye şerma mirovahiyê, dike ku mirovên xwedî rûmet ên dixwazin ji vê şermê rizgar bibin li dora Rêbertî bicivin. Di serî de jin, mirovahî êdî naxwaze bi vê şermê bijî. Felsefeya jiyanê ya Apoyî ku her roj bêhtir cîhanî dibe, mizgîniya têkçûna dîrokî ya komplogeran dide. Hêzên komploger her çend çav û guhên xwe bigirin jî wê nikaribin ji dengê rastiyê yê civakan birevin. Li hemberî gavên bêesilhiştinê yên komployê, yekane rêya rizgariya rûmetê ew e ku hûn bêhtir li dora Rêbertî kom bibin. Ji ber vê yekê jin, ciwan, ji heft heta heftê salî her kesên ku baweriya xwe bi rastiya Rêbertî heye, ji bo rawestandina sîstema îşkenceyê ya Îmraliyê ku li dijî mirovahiyê ye, divê niha dengê xwe bêhtir geş bikin. Her çalakî, her gava ku ji bo hilweşandina dîwarên li dora Rêbertî tên avêtin, wê weke çalakiya herî bi esîl a dîroka azadiyê ya bi rûmet a mirovahiyê bê pênasekirin.”

Gelê me û ciwan divê şerê gel ê şoreşgerî bi pêş ve bibin

Di daxuyaniyê de ev bang hate kirin: “Em bang li gelê xwe bi taybetî jî ciwanan dikin ku Parêznameyên Rêbertî bixwînin û bi vê têgihiştinê şerê gel ê şoreşgerî bi pêş ve bibin. Biryardariya bingehîn a li ser şerê gel ê şoreşgerî jî îdîaya pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêbertî ye. Ev biryardarî bi taybetî ji bo me jinan hinceta me ya şer û jiyanê ye. Şoreşa ku li Rojava bi pêşengiya jinan hat kirin, herikîna jinên şengalî ref bi ref li nava xweparastin û têkoşînê, serhildanên jinan ên ji bo pêkanîna jiyana azad, ji encamên pêngava azadiyê ya Rêbertî ye. Wê bibe asta herî bilind a vê gava azadiyê ku civak, bi taybetî jin û ciwan li hemberî pirsgirêkên azadiyê xwe bi rêxistin bikin û şerê gel ê têgihiştî yê li dijî sîstemê bidin destpêkirin. Lewma artêşbûna jinan a YJA Starê ji bo jinên cîhanê mînaka şênber a bilindbûna azadiyê ye.”

Di daxuyaniyê de bi navê jinên YJA Starî bang li jinan hemûyan hat kirin ku bibin YJA Starî û xwedî li azadiyê û Rêberê azadiyê derkevin û wiha hat gotin: “Em parêzvanên jiyana azad a bi Rêbertî re; jinên YJA Starî mîna Şîlan Goyî, Nûjîn Êrsî, Sozdar Qamişlo, Nûda Sason, Delal, Gulnaz, Şevîn û Nalînan şopdarên fermandarên xwe yên azadiyê ne. Li hemberî komploya navneteweyî ku dixwaze me hînî jiyana bêyî Rêbertî bike, em ê li ser şopa fermandarên xwe yên azadiyê bimeşin û bibin pêşengên xwegihandina Rêbertî. Em hînî jiyana bêyî Rêber Apo nebûn, em ê tu carî hîn nebin. Her gerîlayeke jin a YJA Starê fedayiyeyeke azadiyê ya Rêber Apo ye. Rêber Apo ji bo me fermandarê şer û jiyanê ye, li ser bingeha fermanên wî yên azadiyê em ê jiyana mezin a azadiyê ava bikin. Bi şervaniya jiyanê ku her kêliya xwe bi Rêbertî re ye em ê tola herî mezin ji dijmin hilînin.”

Fermandariyê herî dawî destnîşan kir ku heta misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û afirandina jiyana bi rûmet a gelê kurd dê têkoşîna xwe mezin bikin û biryardariya wan ji her demê bêhtir mezin be. BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar