Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

YJA Star: Ên ku bi Bêrîtanî li ber xwe didin dê bi ser bikevin

Fermandariya Navendî ya Biryargeha YJA Starê: Em gerîlayên YJA Starê li dijî hemû êrîşan bi Bêrîtanî li ber xwe didin û şer dikin. Em îdîa û biryardariya xwe ya li ser avakirina jiyana azad diyar dikin, serkeftin wê ya berxwedêrên Bêrîtanî be

Fermandariya Navendî ya YJA Starê bi wesîleya 29’emîn şehadeta şehîd Bêrîtan (Gulnaz Karataş) daxuyaniyeke nivîskî weşand.

YJA Star di şexsê Bêrîtan de Şehîdên Meha Cotmehê bi bîr anî û wiha got: “Di vê sedsala me de ku em demen azadiyê yên jinan dihonin, li dijî koledariya ku li gelê kurd û jinan tê ferzkirin, di şexsê gerîlaya azadiyê, fermandara mezin, heval Bêrîtan (Gulnaz Karataş) de ku bedena xwe ji kendalan avêt û li rûmeta azadiyê ya jinan xwedî derketiye, şehîdên esîl ên meha cotmeha bi bîr tînin. Di serî de Canda Turk, Gurbetellî Ersoz, Meryem Çolan, Azîme, Bermal, Rewşen, Elefterya Fortulakî, Ronahî (Andrea Woolf), Hêlîn (Çerkez), Sarya, Medya Hawa, Hêvî Mûş, Dîcle Amed, Çîçek Botan û bi hezaran hevrêyên me, meha Cotmehê bi xwîna xwe avê dan û ev meh kirin meha berxwedan û azadiyê. Li bara keda pîroz a Rêbertiya me ku ji bo artêşbûna jinan ava bike danî holê, em mînetdar in. Em peyrevên şervanên azadiyê yên jin ku di ber artêşbûna jinan de bi azweriya xebatê ku hewce kirî canê xwe dane û keda ku Rêbertî dane guherandine mîrateya azadiyê, li ser bîranîna wan, soz û biryardariya xwe diyar dikin ku mîrateya wan a berxwedanê em ê geş bikin û veguherînin demên azadiyê.”

Xeta bi şerkirinê xweşikbûn e

YJA Star di daxuyaniya xwe de ev tişt anî ziman:

“Li dijî hişmendiya nêr ku bi hezaran sal jin li derveyî şer hiştin û kirêt kirin, xeta ku heval Bêrîtan danî holê xeta bi şerkirinê xweşikbûnê ye.

Bi şerkirinê xweşikbûn rêgeza sereke ya mîrateya heval Bêrîtan e ku bi çarçoweya îdeolojiya rizgariya jinan daniye holê.

Artêşbûna jinan li ser rêgeza bi şerkirinê xweşikbûn geş bûye û îro bûye îlham û kana berxwedanê ku tesîra xwe li ser hemû jinên cîhanê dike. Hemû şerên ku li derveyî xeta şer a ku Bêrîtan daniye holê, şerên kirêt in. Mînaka vê şerê emperyalîst e ku li Rojhilata Navîn, Kurdistanê û hemû cîhanê dibe. Ev şer li dijî civakîbûna ku jinan ava kiriye dibe û bi esasî hedefa wan ‘qirkirina jinan û jinên esîl’ e. Ya ku şer gemarî dike ev hêla xwe ye, şerê gemarî ew şer e ku mirovan dike kole, li talana sirûşte dide, keda civakê dixwe. Şerê rast û bimane ew şer ku ji xawênên jiyanê ji ya xwe nayê xwar, rêgezên xweparastinê vedihewîne, şerê azadiyê ya li ser xeta Bêrîtan e. Bêrîtan li dijî şerê gemarî, şerê hêz û mêtingeriyê pîvana exlaqî û estetîk ê şerê jinan e.

Ji vî alî ve Bêrîtan bingehê sereke yê civakîbûna azad e û di şer de xweşikmanê ye. Bêrîtan tevahiya dîrokî-civakî ya şerê jinan a ji bo rûmet û azadiyê, hem jî hicreya wê ya sereke ye. Bêritan serheviya Azîme, Besê, beriya wê Fata Reş, Rindê, Viyan, Gulnaz û gelek şeranên jin ên kurd ê birûmet û kana berxwedan û têkoşînê ya jinên şervanên jin ên piştî xwe Hîlal, Axîn Meşkan, Nûjîn, Nûda Sason, Şîlan Goyî ye. Bêrîtan rêza berxwedanê ya jinên azad a dijî û dide jiyîn e.

Azweriya wê ya li azadiyê heval Bêrîtan kiriye şervana ku bi şer xweşik dibe, biryardar û şervana lêrawestiyayî. Bêrîtan, li ser wê rêyê ku diçe azadiyê, diruşma ‘şerê jidiyayî’ kiriye dûstûr, bûye fermanê ‘şerê jidiyayî’ yê azadiyê û xweşikbûnê. Heval Bêrîtan dibêje ji ber birînên ku di mewziyên şer de li rûyê wê vebûne zêdetir xweşik dibe, bûye derbirînda wê ku xweşikbûna jinan bi şerkirinê bi azadbûnê dibe. Heval Bêrîtan pîvana şerê ji bo jiyaneke birûmet û azad, pîvana xweşkbûnê daniye holê, pîvanên xweşikbûnê yên ku ji bo jinan hatine danîn li bin guhê hev xistiye.  Bêrîtan bûye pakbûn û xweşikbûnê ye. Rêgezên ku Bêrîtan daniye holê îro li nav YJA Starê bûne rêgezên şer û jiyanê û tê domandin. Bi hezaran jinên şervan ên YJA Starê li ser xeta Bêrîtan şer dikin û xweşik dibin. Li çar aliyên Kurdistanê jinên ku bi şerkirinê xweşik dibin, bûne sembola xwedîderketina li rûmeta mirovahiyê ya azadiyê.

Rejîma faşîst a AKP-MHP’ê dijminê herî mezin ê jinan û nirxên demokratîk e

Sazûmaniyên cîhanê ku hişmendiya nêr xwe lê bisazî kiriye, ên weke arteş, siyaset, hiqûq, aborî, tendiristî û li gelek qadên din, jin tune têne hesibandin. Mekanîzmayên tahakkûmê ku jinan tune dihesibîne jixwe di rastiya xwe de li ser dijberiya jinan rêxistiniya wan bûye. Mirov ji ku dera cîhanê jî binêre, li wan welatan ku ji xwe re herî demokratîk jî dibêjin, dema ku mijar jin be, tişta teqez ew e ku jin têne nêrkirin, gewhewera wê tê tunekirin, tevî nav pergalê dikin û bi temamî ji holê radikin. Jinên ku dixwazin xwe bin, li xwe radiwestin, ferz dikin ku bi rengê jinan hebin, ji hêla mekanîzmayên nêr ve weke talokeya herî mezin tê dîtin.  Sedema sereke ya dijminatiya li jinan ku li cîhanê mînaka vê nîne, daxwaze xwebûnê ya jinan e. Jin dema ku bibe xwe bi mirinê tê cezakirin, roj nîne ku nûçeyên têkilî kuştina jinan nebe. Li ser vê mijarê Tirkiye rêza pêşî nade kesî. Rejîma faşîst a AKP-MHP’ê bi kirinên xwe yên dema desthilatdariya xwe nîşan daye ku çawa dijmine jinan, civakê û hemû nirxên demokratîk e. Di dema rejîma faşîst a AKP-MHP’ê gelek mafên jinan ên ku hatibûn bidestxistin ji dest çûn. Dema ku mirov li daneyên îstatîstîkî yên qirkirina jinan a li cîhanê dinêre, mirov dibîne ku Tirkiye û rejîma wê ya faşîst AKP-MHP ji bo jinan û nirxên ku jinan ava kiriye çendî talokeyeke mezin e. Rejîma faşîst a AKP-MHP’ê ku Tirkiye kirine welatekî ku her roj jin lê têne kuştin, çavnebariyê li dengekî ji bo mafê demokatîk jî dikin, lêgerîneke biçûk a ji bo mafan ceza dikin, ev rejîm xasma bi şerê ku li Kurdistanê dike, di şer de çi rêgezên exlaqî hebe, binpê kiriye.

Rejîma şerê taybet a tirk encax bi têkoşîna gerîla were têkbirin

Rejîma şerê taybet a tirk ku neheqiya li kurdan û hêzên demokratîk kiriye pîvana sereke ya şer encex bi têkoşîna gerîla dikare têk biçe. Têkoşîna gerîla ya li Xakurkê, Heftanîn, Metîna, Zap, Zagros, Avaşîn û Wexelê û li çar aliyê çiyayên Kurdistanê didome, mînaka vê ya berbiçav e. Pir aşkera ye, têkoşîna gerîla rêbaza sereke ya têkbirina faşîzmê ye. Artêşa tirk a mêtinger ku li bara têkoşîna gerîla xitimî, vê carê sûcê şer dike, çeka kîmyewî bi kar aniye û bi vê re hewl dide ku berxwedana gerîla dişikîne. Lê derketiye holê şikandina berxwedana gerîla ku ev ji 40 salî li çiyayên Kurdistanê didome ne pêkan e, hemû rejîmên faşîst ku bi gerîla re têdikoşin dawiya dawî têk diçin, ji mînakên cîhanê jî ev bi rengekî berbiçav derketiye holê. Dîrok şahidiyê li êrîşên herî gemarî yên hemû serdeman dike, li çiyayên Kurdistanê. Li aliyekî nûnerên nirxên pîroz hene ku bi Bêrîtanî li ber xwe didin, li aliyê din nûnera wê naletê artêşa tirk heye ku di serî de çekên kimyewî her cure bêexlaqiyê ji xwe re meşrû dibîne.

Em bang li jin, ciwan û eniya demokrasiye dikin ku tev li têkoşîna gerîla bibin

Li dijî vî şerê bêhexlaq, şervanên azadiyê û rûmetê bi ruhekî ku bi kesî re nînin li ber xwe didin, ji bo fêhmkirina vî ruhî divê mirov Bêrîtan, Zîlan, Egîd, Mazlûm, Sarayan nas bike. Ruhê ku li çiyayên Kurdistanê bi esîlî dide şerkirin, ruhê pak û zelal ên bi çêja hingivê heqîqî ya Bêrîtan, Zîlanan e. Bêrîtan berbanga azadiyê ye. Bêrîtan diyarkirina eniyê ye. Teslîmbûn û îxanet bi helwesta Bêrîtanî tê kuştin, helwesta birûmet û lêxwedîderketin radibe ser pêyan. Şerê Bêrîtanî helwesta têkoşîna radîkal a bêtawîz, têkbirina dijimn û serkeftina teqez e. Îro ya ku li çiyayên azadiyê bi israr geş dibe şerê Bêrîtanî ye. Em pê dizanin ku dewleta tirk bi rengekî bêhed û bêhesab wê çeka kimyewî bi kar bîne, wê bi dilê xwe sûcê şer bike lê li gel vê jî yên ku bi Bêrîtanî li ber xwe didin li ber berbanga azadiyê ne. Azadiya ku dema wê hatiye, dewleta tirk bi çekên kimyewî nikare asteng bike. Gerîlayên Kurdistanê ku li ser xeta Egîd, Bêrîtan û Zîlanan li ber xwe didin wê dawiya faşîzmê bînin. Wê rejîma faşîst a tirk têk biçe, gerîla û Rêbertiya wan ku hêviya jiyanê ya gelê kurd û Rojhilata Navîn in wê bi ser bikevin. Bêyî xweparastinê tu nirxên civakî nikarin werin avakirin, werin avakirin jî nikarin werin parastin, rêya jiyana azad û birûmet bi geşkirina xweparastinê ye. Bi vê baweriyê û îdîayê ji bo berxwedana dijî faşîzmê, di serî de jinên kurd em bang li ciwanên kurd û eniya demokratî dikin ku tev li nav têkoşîna gerîla bibin.

Fermandarên pêşeng ên şervaniya jinan ku bûne sembola wê ku bêyî hebûna xeta şer a radîkal a azadiya jinan, jin azad nabin, Nalîn Mûş, Delal Amed, Armanc Goşkar, Zîn Cîzre, Çîçek Kurtalan, Zîn Kobanî, Zelal Rojhilat, Gulnaz Ege, Avesta Xabûr, Têkoşîn Amanos, Sema Koçerîn, Aryena Baran, Nûjîn Koçer, Nûjîn Ersî, Nûjîn Amed, Esmer, Sarya, Nûda Sason, Rûken, Diyana û Şîlan Goyî û hê bi sedan ên din, li dijî dijmin bi rengekî esîl li ber xwe dan, bûne peyrevê rêça Bêrîtan û navê xwe li dîrokê danîne. Ev jinên esîl bi têkoşîna xwe siberojên azad di îro de afirandine. Bûne hêvî ku şervaniya jinan dê cîhanê biguherîne. Li ser şopa van fermandarên me yên jin ên pêşeng, di şexsê Bêrîtan de, bi hêviya ku bibe wesîleya li ser jiyana azad biryardariya mezin derkeve holê, em 25’ê Cotmehê di serî de li Rêbertiya me, li hemû jinan û gelê me pîroz be. Em gerîlayên YJA Starê li dijî hemû êrîşan bi Bêrîtanî li ber xwe didin û şer dikin. Em îdîa û biryardariya xwe ya li ser avakirina jiyana azad diyar dikin, serkeftin wê ya berxwedêrên Bêrîtanî be.” BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar