Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...
Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

YJA Star: Her çalakiya me dê bi rengê Zîlanê be û faşîzmê hilweşîne

Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê bi wesîleya salvegera şehadeta Zîlan daxuyanî da û wiha got: “Haya me ji berdêlên giran heye ku me dane. Em bi van berdêlan ava bûn, ava dibin. Her çalakiya me wê bi rengê Zîlan be û dê faşîzmê hilweşîne, siberojên azad biafirîne.”

Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê, bi wesîleya salvegera şehadeta Zeynep Kinaci (Zîlan) ku 30’ê Hezîrana 1996’an li Dêrsimê çalakiya fedayî kir, daxuyaniyek weşand û wiha got: “Dengê dilxwaziya azadiyê û raperîna li dijî koletiya jinan û gelê kurd, bombeyên li xwe pêçandibû li Dêrsimê ku ji aliyê dewleta tirk a mêtinger, qirker û faşîst ve veguherandibûn laboratûwara şerê taybet, teqand û li cîhanê deng veda. Em serfermandara xwe Zîlan û şehîdên xwe hemûyan bi minet bi bîr tînin. 30’ê Hezîranê roja ku Zîlan çalakî kir, ji bo jinan û dîrokê bû roja jinûve vejînê. Em vê rojê bi îdîayeke mezin a azadiyê pêşwazî dikin.”

Temamiya daxuyaniya fermandariyê wiha ye:

“Em vê rojê bi taybetî li misogeriya me ya jiyana azad li Rêber Apo û şehîdên xwe pîroz dikin ku hinceta me ya têkoşînê ye. Gelên li dijî faşîzmê li ber xwe didin bi coşa vê vejînê silav dikin.

Biryardariya jiyanê ya Zîlan mezin bû û dixwest bibe xwedî jiyaneke bi wate. Lewma da ser şopa wan ên ku bi qasî di ber jiyanê de bimirin ji jiyanê hez dikirin. Rêya wê yekê nîşanî tevahiya cîhanê da ku jiyana azad û bi rûmet çawa dikare bê parastin.

Zîlan destnîşan kir ku Rêbertî misogeriya jiyana azad a jinan, gelê kurd û mirovahiyê ye, berî her kesî bi dengê lingê komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê me û nirxên me yên gelê kurd hesiya, ji bo vê yekê têk bibe bi canê xwe ji jinan re, ji gelê kurd re û ji bo jiyana azad mirovahiyê bû mertal. Zîlan bi sekna xwe bû navê fêhmkirin û bicihanîna Rêbertî. Bi vî rengî nîşan da ku di dîroka têkoşîna kurd de dema ku dil û mejî bû yek, bi vê fedayîbûnê serketin misoger dibe. Îro jî heman hegemonya faşîst bi rêbazên aşkera, êrîşî Rêberê me, jinan, gelê me û tevahiya mirovahiyê dike. Yekane hêza ku li ber van êrîşan radibe gerîlayên azadiyê ne ku careke din ispat kirin tenê bi mîrateya Zîlan, bi israra di azadiya Rêbertî de faşîzm dikare bê hilweşandin.

Li vê xakê ku warê neolîtîkê ye, jin tê wateya jînê. Jîn û azadî feslefeya bingehîn a jinan e. Her tiştên ku pêwendiya xwe bi jiyanê re heye, bi jinan ve eleqedar e. Azadî, hezkirin, komunkirina hêza hilberîner a xwezayê, çand û exlaqa civakî ji berhemên jinan ne. Plana qirkirina çandî ya navneteweyî ku zextê li gelê kurd dike, di vê çarçoveyê de plana qirkirina jinan e. Ji ber ku civakeke ku li jinan tê xistin, ji aliyê biyolojîk ve bijî jî jiyana xwe bêqîmet e. Civakeke bi vî rengî tê wateya civakek ku derb li exlaq û çanda wê hatiye xistin. Li sîstemeke ku li jinan hatiye xistin, nirxên azadiyê têk çûne û jiyana civakî bêwate bûye. Zîlan ji aliyê dîrokî ve ev rastî dît û çalakiya xwe li dijî vê jiyana bêwate pêk anî. Bi çalakiya xwe dîrok û jin jinûve vejandiye. Xeta çalakiyê ya Zîlan ji bo afirandina jin a azad û rizgarkirina nirxên civakî xeta wan e ku ji canê xwe zêdetir tiştek hebe amade ye ku feda bike. Ev xet îro ji Sema Yuceyan heta Gulanan, ji Dogayan heta Eyleman, ji Sema Koçeran heta Esmeran, ji Zelalan heta Nûjîn Amedan, bi can û xwîna xwe li Amedê, Botanê, Heftanînê, Garê, Metîna û Zagrosê her roj mezintir dibe û bi xurtî dewam dike.

Sala 2021’ê sala Zîlanbûnê ye. Îsal di mehên destpêkê de dewleta tirk a mêtinger, qirker faşîst li ser Garê dest bi êrîşên dagirkeriyê kir. Gerîlayên fedayîbûyî yên bi pêşengiya Şoreş Beytuşşebap, li gel piştgiriya NATO’yê ya ji bo artêşa tirk a dagirker, tevî teknîk û bikaranîn çekên kîmyewî yên neqanûnî, artêşa tirk a dagirker bi rengekî mezin têk bir. Serketina Garê ku mohra xwe li mehên destpêkê yên sala 2021’ê xist, li gel şerê ne exlaqî yê artêşa tirk a dagirker, nîşan da ku wê li pêşberî gerîlayên Zîlanbûyî parçe bibe û têk biçe. Piştî vê têkçûnê, dewleta tirk a qirker, faşîst û dagirker, mîna ku ji têkçûnê têr nebûye li ser herêmên Zagros û Metînayê dest bi êrîşeke nû ya dagirkeriyê kir. Bersiva gerîla ya li hemberî vê yekê, mîna li Garê bû berxwedana li ser xeta Zîlan. Gerîlayên ku pêşengî ji pêngavên şoreşgerî yên li Zagros û Metînayê re dikin, bi ruhê fedayî yê PKK’ê li ber xwe dan. Li Mamreşoyê Sara bû Zîlan, li Aris Faris Amara bû Zîlan. Li Merwanosê Ekîn, Asya û Jin bûn Zîlan. Zîlanbûyîn tê wateya parçekirina mejiyê dijmin û gerîlayên her roj di mejiyê dijmin de diteqe mizgîniya dawîanîna li zilmê didin.

Rêxistiniya çete ya faşîst a AKP-MHP’ê li pêşberî berxwedana destanî ya gerîla tengav bûye. Her ku tengav dibe bêhtir bêperwa êrîş dike. Dewleta tirk vê carê serî li dek û dolabên dewleta kûr dide. Êrîşa ku bû sedema qetilkirina Denîz Poyraz mînaka berçav a vê yekê ye. Di şexsê Denîz Poyraz de rêya têkbirina vê plana tunekirinê ya li dijî gelê me, bi têkoşîna bi hev re dibe. Gelê me li hemberî vê çeteya dewleta kûr a AKP-MHP’ê ji bo afirandina siberojên azad divê bêdeng nemîne û bi wêrekî berxwedanê mezin bike. Wezîfeya dîrokî ya li pêşiya me ew e ku li ser bingeha şerê gel ê şoreşgerî bi rengekî topyekûn li ber xwe bide.

Bi navê gerîlayên YJA Starê, ji bo azadiya gelê xwe her roj li van çiyayan dibin Zîlan, çerxa zilmê ya dijmin dişikînin. Hevrêyên me li zindanan bedena xwe ji bo azadiyê dihelînin. Di demeke wiha de ku em ewqasî berdêlên giran didin, em zanin ku gelekî nêzî serketinê ne. Bi dirûşma ‘Dema azadiyê ye’ divê her kes li dora felsefeya jiyana bi wate ya Rêber Apo bicivin û vê berxwedanê heta serketinê dewam bikin. Bi navê şervanên azadiyê, em ê heta dawiyê gelê xwe biparêzin û bi biryardariyeke mezin dibêjin ku heta dilopa dawî ya xwîna xwe em ê li dijî her cûre êrîşên hêzên hegemonîk, dagirker û faşîst şer bikin û êrîşan beralî bikin. Lewma em ê li çar parçeyên Kurdistanê artêşa xwe ya gerîlayên jin xurtir bikin, li dijî êrîşên bêkokhiştinê, em ê reh berdin her bihosta xaka xwe, çiyayên xwe û bi vî rengî tola xwe hilînin. Ruhê fedayî û berxwedana niha ya li Avaşîn, Zap û Metînayê, misogeriya serdemên serketinê û azadiyê ye. Tenê fermaneke vê berxwedanê heye; em hemû îro Zîlan in. Haya me ji berdêlên giran hene ku me dane. Em bi van berdêlan ava bûn û ava dibin. Em hêza tolhildana şehîdên xwe ne ku bi vê rastiyê dimeşin. Her çalakiya me wê bi rengê Zîlan be û wê faşîzmê hilweşîne, siberojên azad biafirîne.

Em; milîtanên fedayî yên Rêber Apo, soz didin ku bi ruhê Zîlan em ê bibin hêza çalakiya azadiyê ya Rêber Apo, heta serketinê bênavber têkoşînê mezin bikin.” BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar