Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cumartesi - 6 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

YJA Star: Rojbûna Rêbertî rojbûna me ye

Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê got, "Pêşveçûna civak û dîrokê jiyana azad a bi Rêbertî re ferz dike. Dem hatiye ku bi Rêbertî re bi rengekî azad bijîn. Û ti hêz nikare li ber tiştên dema wê hatiye bisekine."

Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê bi wesîleya rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyaniyek weşand.

YJA Starê got, “Bi rojbûna Rêberê me re ji bo jinan, ji bo her kesên li azadiyê digerin hêviyek çêbû. 4’ê Nîsanê rojbûna Rêberê me di şexsê Dayika Uveyş de li dayikan, gelê me yê welatparêz, li girtiyên azadiyê yên di bin îşkenceya giran û tecrîdê de li ber xwe didin, pîroz dikin. Di vê roja nû ya rojbûnê de ku em bi coş û kelecaneke mezin pêşwazî dikin, heta ku azadiya fîzîkî ya Rêberê xwe misoger bikin em ê têkoşîna xwe dewam bikin û weke hêza fedaî ya Rêber Apo em ê azadiyê pêk bînin.”

‘Rojbûna Rêberê me vejîna hêviyê ji bo mirovahiyê ye’

Di daxuyaniya YJA Starê de hat gotin, “Rojbûn zimanê hêviyê ye. Di her jidayikbûnê de ya ku pêk tê, hêvî bi xwe ye.” Daxuyaniyê wiha dewam kir: “Ji ber vê yekê jidayikbûnên mirovahiyê li gorî wateya xwe bi coş û kelecaneke mezin hatiye pêşwazîkirin. Her jidayikbûn di esasê xwe de mizgîniya coşa vegera li cewhera xwe ya mirovahiyê ye ku bi hezaran sal in winda kiriye. Jidayikbûna 4’ê Nîsana 1949’an a li Amarayê mizgîniya vegera li vê cewherê ye. Di serî de gelê me bi milyonan mirov li dora vê mizgîniyê civiyan û îro bi coş û kelecan pîroz dike. Rêberê me pênaseya herî bedew a jiyanê kir, destnîşan kir ku jiyan tenê bi rengekî azad bi wate ye. Rêberê me ku hezkirin, çavkaniya sûdwergirtinê û hilberîn da jiyanê, pênaseya herî bi wate ya bûyînê ye. Rêberê me bi têkiliya xwe ya jiyanê û felsefeya xwe ya azadiyê rêya şikandina zincîrên koletiyê da ber bi milyonan mirovan û bi sed hezaran kes jî kir şervanên azadiyê yên herî berxwedêr li nava refên azadiyê. Rastiya me ya bingehîn a ku dibe sedem gelê me li bajaran, hevrêyên me li zindanan û em jî li çiyê şer bikin, felsefeya jiyana azad e ku bi jidaykbûna Rêberê me hatiye afirandin. Jidayikbûna Rêberê me vejîna gelê me ye. Bi jidayikbûna Rêberê me re jinan xwe gihandiye cewhera xwe. Jidayikbûna Rêberê me vejandina hêviyê ye ji bo tevahiya mirovahiyê.”

Em ê têkoşîna xwe mezintir bikin

Di dewama daxuyaniya Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê de işaret bi van mijaran hate kirin:”Lêgerîna li jiyana azad a Rêberê me hîn di heft salî de destpê kir û ev lêgerîna li jiyanê ku weke sê bûyînan pênase kir, gav bi gav bêhtir dewlemend kir û dewam kir. Rêberê me di her qonaxa bûyînê de bû hêvî ji mirovahiyê re, ji bo gelê me, jinan û hemû civakê çareserî ji pirsgirêkên azadiyê re afirand. PKK ku rastiya vejînê ya gelê kurd e, YJA Star ku hêza xweparastinê û xwerêxistinkirinê ya jinan e, Şoreşa Azadiyê ya Rojava ya li Rojhilata Navîn pêk hat û felsefeya jiyanê ya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ku li tevahiya cîhanê jinan rakir ser piyan, nirxên berxwedana azadiyê ya Rêberê me ne ku hîn di heft salî de da destpêkirin. Jinan xwe bi Rêbertî nas kirin, xwe gihandin wateya rastî ya navê xwe. Jinan Rêbertî weke rêberekî bûyînê pejirandin û bi canê xwe xwedî li nirxên jiyana azad ên Rêbertî derketin. Her nirxên hatine afirandin ji bo me nirxên Rêbertî ne ku weke navê jinûve bûyînê divê xwedî lê bê derketin û bêne parastin. Weke gerîlayên YJA Starê haya me ji berpirsyariya me heye ku van nirxên Rêberê me emanetî me kir biparêzin, ku em gihand nasnameya me. Ji bo vê jî em ê têkoşîna xwe xurtir bikin.

Di 4’ê Nîsanê de em her derê bi darên berûyê şîn bikin

Rêberê me bi paradîgmaya azadîparêziya jinan, demokratîk û ekolojîk bersiv da nakokiyên navbera mirovan, mirov û xwezayê, jin û mêr de û paradîgmaya jiyanê ya ku Rêberê me destnîşan kir, ji niha ve bala bi milyonan mirovî dikişîne. Aktîvîstên civakê, akademîsyen, rewşenbîr li ser paradîgmaya Rêbertî nîqaş dikin, konferans û sempozyûman lidar dixin û li rê û rêbazan digerin ji bo felsefeya Rêbertî pêk bînin. Ev eleqeya zêde ya ku ji bo Rêberê me tê nîşandan, hêzên dewletperest ên hegemonîk ditirsîne û ji bo gotineke bi tenê ya Rêberê me negihêje derve li Îşkencexaneya Îmraliyê her roj hîn bêhtir bêhiqûqî tên kirin. Du sal in bi tu awayî agahî ji Rêberê me nayê wergirtin. Li gel şert û mercên giran ên tecrîd û îzolasyonê yên hêzên dewletperest ên hegemonîk jî Rêberê me ji bo me dengê herî bilind e. Berxwedana Rêberê me ya li Îmraliyê ji bo me peyama şênber a biryardariya li ser berxwedanê ye. Rêberê me beriya niha gotibû, ‘Ez mîna dareke berû ya panzdeh hezar salî me. Şaxên min bêne birîn jî koka min li kûrahiya dîrokê ye, ez ê ji nû ve şîn bibim’. Weke gerîlayên YJA Starê girêdana me ya bi Rêberê me re mîna koka dara berû kûr û bi hezaran salî ye. Mîna xwezaya ku her nîsanê şîn dibe, em jî hêviyê şîn dikin û bi dirûşma Rêberê xwe ‘Her derê bi darên berû şîn bikin’ bang li gelê xwe dikin ku di 4’ê Nîsanê de her derê şîn bike. Em di wê baweriyê de ne ku di her dara berûyê de ya bê çandin wê gelê me nû bibe, jin wê xwe ji nû ve biafirînin.

Jidayikbûna Rêberê me jidayikbûna me

Li hemberî operasyonên dagirkerî û îmhayê yên ku rejîma faşîst a AKP-MHP’ê li çar aliyên Kurdistanê dewam dikin, çavkaniya me ya herî mezin a berxwedanê sekna berxwedêr a Rêberê me ye. Rêberê me zext û ferzên rejîma şerê taybet a dewleta tirk û şefên wê qebûl nekir. Rêberê me emrê xwe da azadiya mirovahiyê. Em jî weke milîtanên Rêberê xwe faşîzmê, dagirkeriyê, mêtingeriyê, tecrîdê, îşkenceyê red dikin û soz didin ku bi têkoşîna xwe em ê dawî li wan bînin. Gelê me îro dengê xwe li her derê bilind dike û daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê me li her derê diqîre. Em li çiyê, li çeperan li hemberî çekên ji teknolojiya dawî yên neqanûnî û gazên kîmyewî, bi hêza ji Rêberê xwe wergirtî bi xurtî li ber xwe didin. Cîhan tev fikrên Rêbertî nîqaş dike. Jidayikbûna Rêberê me her kes nû kir û mirovahiya azad êdî ji dayik bûye. Li gel zext û zordariyê jî eger gelê me û jin bi kêfxweşî dibêjin ‘Jidayikbûna Rêberê me jidayikbûna me ye’ hingî Rêberê me bi ser ketiye. Dengê ku bi vê dirûşmê bilind dibe wê di 4’ê Nîsanê de hîn bêhtir gur bibe û tola gelê me wê careke din ji rejîmê faşîst bê hilanîn. Bi vê wesîleyê em bang li jin ên ciwan dikin ku berê xwe bidin çiyê ku Rêbertî weke warê azadiyê yê jinan pênase dike û jidayikbûna xwe pêk bînin.

Wek YJA Starê em soza tolhildanê didin

Pêşveçûna civak û dîrokê jiyana azad a bi Rêbertî re ferz dike. Dem hatiye ku bi Rêbertî re bi rengekî azad bijîn. Û tu hêz nikare li ber tiştên dema wê hatiye bisekine. Jinên kurd ku bi jidayikbûna Rêberê me re xwe gihandin nasnameya jin a azad û gihîştin asta pêşengiyê ji jinên cîhanê re, pêşengên vê serdemê ne. Weke gerîlayên YJA Starê ku çiya ji xwe re kirine warê azadiyê û di vê oxirê de şer dikin, em bi biryar in ku bi pêşengiya jinên kurd ên azad, bi felsefeya Rêbertî xwe bigihînin Rêbertiya azad. Bi jidayikbûna Rêbertî re jinan li ser bingeha xweparastinê xwe gihandin nasnameya xwe. Bi rûmeta nasnameya ku bi dest xistiye, em ê heta serketinê jidayikbûnê ji xwe re bikin esas û bi enerjiya xwe ya jiyanê ya nûbûyî xwe bigihînin şoreşa azadiyê ya mirovahiyê. Weke YJA Starê ku artêşa fedaî ya Rêber Apo ye, bi hêrsa mezin a ji tecrîda giran a li ser Rêberê xwe, em soza tolhildanê didin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar