Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...
Salı - 9 Temmuz 2024

Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

YJA Star: Serketin wê ya fedaiyên nemir ên li ser xeta Bêrîtan be!

Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Star: “ Bi navê gerîlayên YJA Starê em ê di sala 30’emîn de bi şer û şêwaza jiyanê ya Rêber Apo serketinê misoger bikin. Serketin wê ya fedaiyên nemir ên xeta Bêrîtan be.”

Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê bi daxuyaniyek ragihand ku: “Di ketina 30. salvegera artêşbûna jinan de, em di şexsê fermandara xeta têkoşîna azadiya jinan a Bêrîtan (Gulnaz Karataş) de şehîdên xwe yên di meha cotmehê de şehîd bûne bibîr tînin û bi rêzdarî bejna xwe li ber wan ditewînin. Ji şehîdên me yên destpêkê yên bi felsefeya jiyana azad a Rêbertiya me karîne bibin Xwebûn û serdema azadiya jinan dane destpêkirin heta bi şehîdên di meha cotmehê de nemir bûne; Canda Turk, Gurbetellî Ersoz, Meryem Çolak, Azîme, Bermal, Rewşen, Elefterya Fortûlakî û Ronahî (Andrea Woolf), Hêlîn (Çerkez), Gulan Canda, Roza Dêrîk, Şîlan Evîn, Zîlan Halep, Bêrîtan Maku, Berwar Gever, Denîz Salmas, Rûken Bîngol, Pîroz Mava, Medya Mava, Sorxwîn Roboskî, Sara Savûşka Bozan, Delîla Maku, Hevî Mûş, Dîcle Amed, Rojîn Gevda, Çiçek Botan, Berçem Cîlo, Doza Welat, Şîlan Goyî, Çavrê Kamuran, Dilvîn Dalaho, Zeynep Faraşîn û şopdarên wan, em bîranîna bi hezaran şehîdên xwe careke din deynê xwe dibînin. Em hêzên YJA Star’ê diyar dikin ku em ê bi şêwazê Rêbertî xwedî li mîrateya azadiyê ya jinan a şehîdên me bi canên xwe kolandine derbikevin, soza xwe ya gihandina zaferê ya têkoşîna me ya azadiyê dubare dikin.”

Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Star’ê destnîşan kir ku: “Hevalên me yên jin ên di vê mehê de ku ji meşên mezin û serhildanên dîrokî re şahidî kiriye gihiştine şehadetê, hucreyên kok û çavkaniya bingehîn a rûbara azadiya jinan a diherike ne. Wan mîrateya dîrokî ya meha cotmehê di dilê xwe de hilgirtin û têkoşîna azadiya jinan bi artêşa jinan re ku şoreşek mezin e, anîn gel hev. Artêşa jinan ji bo jinên di xeta azadiyê de dimeşin bû çeka azadiyê. Yek ji pêşengên artêşa me ya jin Heval Azîme (Mîhrîban Saran) bi sekna xwe ya têkoşînê ya bênavber bûye yek ji navên nayê jibîrkirin a têkoşîna azadiya jinan. Artêşa jinan ya ku tê wateya hevdîtina jinan ya bi hêza xwe ya dîrokî re, li ser baskên Bêrîtana ku li dijî koletî, teslîmiyet û îxaneta li ser jinan hatiye ferzkirin ji zinaran xwe avêt xwarê, bilind bûye û hatiye van rojan. Bêrîtan a ku dengê dîrokî yê jinên ku li hemberî koletiyê li ber xwe didin û di vê dozê de xwe ji fedakirina canê xwe paşve nedane, ji bo hemû jinan banga azadiyê ya dîrokî ye. Bi hezaran jinên ku guh dane banga Bêrîtan a azadiyê, îro li çiyayan bi awayeke fedaî li berxwe didin û bersiva herî watedar didin banga Bêrîtan. Artêşa jinan ku îfadeya pêkhatî ya xeta şer a Bêrîtan e; ev 30 sal in li çiyayan wek topa agir mezin dibe û veguheriye kabûsa faşîzm, dagirkerî û koletiyê. Ya ku vê tirsê diafirîne xeta Bêrîtan e. Xeta Bêrîtanê, teslîmiyet, îxanet û koletî ji rewşa tercîha jiyanê ya neçarî ya li ser gelê me û jinan derxistiye û bûye îfadeya herî bi rûmet a israra jinan ya di azadiyê de. Rûmeta firîna ji zinaran ya li şûna ku teslîmbûna hember dijmin, Bêrîtan kiriye fermandara pêşeng a xeta azadiyê. Bêrîtan, rastiya ku koletî kirêtî ye û bedewbûyîn ji çalakiya şerkirinê re derbas dibe, li qadên şer qîriya; weke prensîba bedewî û azadiya jinan di artêşbûna jinan YJA Star de şênber bûye. Yekîtiya Jinên Azad YJA Star bi rêgezên bedewiyê yên Berîtan xwe afirand û bi çalakiyên xwe yên azadiyê îspat kir ku îhtîmala jiyana azad ji bo hemû jinan dikare pêk bê.

Faşîzm nikare pêşî li jinan bigire

Bi dehan û bi sedan jinan li ser xeta Bêrîtan, Azîme û Zîlan’an dest bi meşa azadiyê kirin û israra jinan a di azadiyê de bi beden kirin. Jinên ku xwe gihandin cewhera xwedawenda dayîkê, veguherîn hêza pêşeng a şoreşê û bûn ronahiya hêviyê ku hemû jinên cîhanê ronî dike. YJA Star ku dizanibû şopdarê mîrateya van hemûyan e, mekanîzmayeke azadiyê ye ku gav bi gav pêş dikeve, pispor dibe û tirsê dixe nava pergala serdest a mêr. Bi taybetî Komara Tirk a faşîst ku her tim bi rêbazên şerê taybet jinên kurd dike hedef, nîşaneya vê tirsê ye. Faşîzma ku fêm kir nikare pêşî li jinên kurd û jinên ku îlhama xwe ji wan digirin û ketine nava berxwedanê bigire, bi rêbazên herî qirêj hewl dide pêşengên xeta azadiya jinan bêbandor bike. Di piştperdeya şehîdkirina pêşeng Nagîhan û Delal Nûrhak ku di xeta azadiya kurd de têdikoşiyan, her wiha di şexsê Jîna de zêdebûna êrîşên Îranê yên li dijî jinan de tirsa mezin a dewletan heye. Lê tevî hemû êrîşan jî artêşa jinan her ku diçe berfireh dibe. Artêşa jinan li Şengalê YJŞ, li Rojava YPJ, li Bakur YPS Jin û li Rojhilat jî HPJ ava kir. Rêxistinên li van hemû parçeyên Kurdistanê ji artêşa jinan ya YJA Starê îlham girtin. Artêşa jinan ya YJA Starê li hemberî koletiya jinan ya bi hezaran salan tercîha jiyana Bêrîtanî ye. Artêşa jinan a YJA Starê bûye berxwedana herî radîkal a xweparastinê ya zincîrên lingan û kelepçeyên destê jinan şikand. Di wateya ku jin xwe bigihîne hêza xwe ya cewherî, artêşa jinan hêzeke ku pêş dikeve û mezin dibe. Metirsiya herî mezin a li ser pergala serdest a mêr mezinbûn û pêşketina YJA Starê û artêşbûyînên jinan a îlhamên xwe ji wê digirin e. Avabûna wê ya ne tenê li ser bingehê leşkerî, di heman demê de li ser paradîgmaya ekolojîk, demokratîk, azadiya jinan û zîhniyeta wê, artêşbûna jinan derbeya herî mezin a li mekanîzmayên desthilatdarî û milkiyetê yên heyî ye.

Em her kesê azadîxwaz vedixwînın berxwedanê

Îro li çiyayên Kurdistanê li Avaşîn, Zap û Metîna bi rêbazên şer ên herî qirêj, bi çekên nukleerî yên erdê dihejînin, bombeyên qazanê û madeyên kîmyewî yên li derveyî mirovahiyê êrîşeke mezin tê kirin. Li hemberî van êrîşan artêşa jin bi vîna xwe ya qawîm hem li çiya û hem jî li navenda emperyalîzmê ango metropolan, li mêtingeriyê dixe. Sara Tolhildan Goyî û Rûken Zelal, dîwarên ewlekariyê yên ku faşîzma Tirk digot nayê derbaskirin, hilweşandin, ketin çeperên dijmin û li navenda wan gule li dijmin reşandin, Sara û Rûken pênaseya Zîlanî û Bêrîtanî ya nû ya jina birêxistinkirî ye. Sara û Rûken ên ku îradeya jinan vediguherînin hêza şer, rûyê yekîneyên xweser ên jin ên YJA Starê ku li çiyayan teknîka dijmin pûç kiriye, ya li metropolan e. Sara û Rûken nîşanî her kesî dan ku jina rêxistinkirî dikare hemû êrîşên dijmin pûç bike. Sekna jinên Kurd ên leheng Sara û Rûken ku bêdengiya li hemberî bikaranîna çekên kîmyewî û êşkenceyên di zindanan de bêrûmetî dibînin, Sekna Bêrîtan û Zîlan e. Ne pêkan e civakekî ku jinên wê îradeyek wisa bi dest xistiye têk biçe. Em li dijî hemû rêbazên şerê qirêj ê mêtingeriyê bi awayê Bêrîtanî radibin û Zîlan bi xwe teqandina di nava dijmin de, bersiva xwe didin û em ê bidin jî. Em ê weke hêzên YJA Star li dijî yên ku li Kurdistanê teslîmiyet, hevkarî û komployan ferz dikin, heta dawiyê xwedî li bijardeya jiyana azad a Bêrîtan derkevin. Wê faşîzm têk biçe, mêtingerî gav paşde bavêje û wê jin azad bibe, bi vê bawerî û îdîayê em her kesê ku alîgirê azadiyê ye, li dijî faşîzmê vedixwînin berxwedanê, bi taybetî em jinan vedixwînin refên artêşa jinan.

Çawa ku tovê ku di meha cotmehê de li axê hatiye çandin di biharê de şîn dibe, fermandar, pêşeng, hevrê û hevalên me yên ku di vê mehê de ax pîroz kirin, bûn tovên azadiyê ku jinan bigihînin biharê. Şehîdên me yên jin ên ku pêşengên xeta azadiya jinan ne, di serî de artêşbûna jinan bi fedakirina canê xwe mîraseke mezin ji bo azadiya jinan afirandin. Em hêza xwe ji vê mîrasê digirin û ber bi çeperên azadiyê ve dibezin. Em şopdarên xeta şer û jiyanê ya Berîtan, Zîlan, Viyan, Sema, Bermal û Ronahî, Rojîn Gewdalar, Gulnaz Egeler, Armanç Goşkar, Delal Amed, Nalîn Mûş, Zîn Cizîr, Çîçek Kûrtalan, Zîn Kobanê, Zelal Rojhilat, Avesta Xabûr, Têkoşîn Amanos, Sema, Koçerîn, Aryena Baran, Nûjîn Koçer, Nûjîn Êrsî, Nûjîn Amed, Esmer, Sarya, Nûda Sason, Diyana, Berfîn Rêbaz, Hêzil Rizgar, Guven Doza, Avzem, Sara û Rûken’an in. Weke gerîlayên YJA Starê em ê di sala 30. de bi şêwazê şer û jiyanê ya Rêber Apo serketinê misoger bikin. Serketin wê ya fedaiyên nemir ên xeta Bêrîtan be.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar