Gerîlayên YJA Starê 19’ê nîsanê li qada Kurêjaro ya herêma Zapê li artêşa tirk a dagirker dan. Di alakiyê de efserek jî di nav de 5 dagirker hatin cezakirin.
Gerîlayên YJA Starê 19’ê nîsanê li qada Kurêjaro ya herêma Zapê, bi rengekî koordîneyî li leşkerên tirk ên dagirker xistin.
Di vê çalakiyê de ku ji du baskan ve hate lidarxistin, baskê destpêkê yê çalakiyê bi çekên nîv otomatîk ji nêz ve li dagirkeran xist. Di encamê de 4 dagirker hatin cezakirin.
Baskê duyemîn ê çalakiyê jî dagirkerek ceza kir.
Di vê çalakiyê de ku bi pêşengiya YJA Starê hate lidarxistin, yek jê efser bi giştî 5 dagirker hatin cezakirin.