Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

YJA Starê nasnameya 2 şehîdan aşkere kir

Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê diyar kir ku Endama Konseya Fermandariyê ya HPG û YJA Starê Gulçiya Gabar û rêhevala me Pelşîn Newroz şehîd bûne û got: " Weke hevrêyên wan em soz didin ku em ê hesab ji dijmin bixwazin û xwîna wan li erdê nehêlin."

Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê têkildarî gerîlayên şehîd bûne daxuyaniyek da. Daxuyanî bi vî rengî ye:

“Fermandara leheng a wêrek a gelê me, mirova esîl, pak, jin a azad, Endama Konseya Fermandariyê ya HPG û YJA Starê û ji Fermandarên me yên Biryargeha Navendî hevrêya me Gulçiya Gabar û hevrêya me Pelşîn Newroz 29’ê Nîsana 2019’an li qada Çemankê ya Garê di êrîşê de şehîd bûn. Ev êrîş di encama îxbar û hevkariya ajan û nokerên xwecihî yên bi dijmin re pêk hat. Fermandara me ya mezin hevrê Gulçiya ku piştî jiyana azad bi îdeolojiya Apoyî nas kir, temenê xwe da jiyana azad a gelê me û jinên kurd, mixabin bi îxbara ajan û nokerên dewleta tirk a qirker mêtinger, şehîd bûn. Ji ber şehadeta fermandara me ya mezin Gulçiya Gabar û hevrê Pelşîn, bila serê gelê me yê Kurdistanê yê welatparêz, xelkê me yê Mêrdînê yê welatparêz ê gelek ewladên xwe yên bi rûmet daye vê dozê, serê malbatên hêja yên Aydin û Orçûn sax be, bi navê Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê em sersaxiyê dixwazin. Weke hevrêyên wan em soz didin ku em ê hesab ji dijmin bixwazin, tola şehîdên xwe teqez hilînin û xwîna wan li erdê nehêlin.

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyên me yên şehîd bûne bi vî rengî ne:

  Nasnav: Gulçiya Gabar

  Nav paşnav: Servet Aydin

  Cihê jidayikbûnê: Mêrdîn

  Dayik-Bav: Rahîme-Sabrî

  Dem û cihê şehadetê: 29’ê Nîsana 2019 / Garê

 

  Nasnav: Pelşîn Newroz

  Nav paşnav: Gulistan Orçûn

  Cihê jidayikbûnê: Mersîn  

  Dayik-Bav: Selîme-Abdûllah

  Dem û cihê şehadetê: 29’ê Nîsana 2019 / Garê

Gulçiya Gabar

Fermandara me ya leheng Gulçiya Gabar li bajarê Mêrdînê ku kevneşopiyeke xwe ya xurt a berxwedan û welatparêziyê heye, li Mîdyatê ku gelek çand, ol, ziman û gel bi hezkirin bi hev re dijîn, li nava çanda malbateke welatparêz mezin bû û sala 1992’an tevî hevalên xwe yên zarokatiyê tevlî nava refên azadiyê bû. Di demekê de ku serhildanên Cizîr, Nisêbîn, Kerboran, Amed û Hezexê diqewimî, têkoşîn nas kir. Ev yek jî bû sedem ku bi ruhê asî û serhildêr tevlî têkoşînê bibe. Hevala me Gulçiya Gabar di jiyana xwe ya şoreşgerî de ya nêzî 30 salan, li qada Botanê ya dilê Kurdistanê li Gabar, Besta, Herekol, Kato û Colemêrgê, ji Amedê heta Kobanê, ji Erzîromê û Garzanê heta bi Garê li her bihosta xaka welatê me ked da, ji kaniyên wê av vexwar, di rêyên wê de meşiya, pê li her kevirî kir û di her çeperê de şer kir. Hevrêya me Gulçiya Gabar di pêvajoya serhildanê tevlî bû, di avakirina artêşbûna jinê û pêşvebirina Tevgera Azadiyê ya Jinê de, li qadên herî zehmet ma û bi tevlîbûneke xurt bû xwedî danheviyeke têkoşînê. Têkoşîna sih salan a hevrêya me Gulçiya ji bo me bû manîfestoya têkoşînê. Ji roja ku tevlîbû û pê ve bi ked, fedakarî, wêrekî û dîsîplîna xwe bû yek ji fermandarên me yên pêşeng.

Hevrêya me Gulçiya bi taybetmendiyên xwe yên fermandariyê di nava têkoşînê de li pêş bû. Her tim di demên herî zehmet û krîtîk de bi berpirsyarî rabû. Herî dawî cihê xwe di nava Fermandariya me ya Biryargeha Navendî de girt û hunera xwe ya fermandariya leşkerî bi danheviya rêxistinî û îdeolojîk bi xurtî gihand hev. Hevrêya me Gulçiya ku di temenê ciwantiyê de tevlî nava têkoşînê bû, bi ked û pêşketina xwe li nava hevrêyên xwe hemûyan bû cihê hezkirin, hurmet û baweriyê.

Di rastiya hevala Gulçiya Gabar de serketin nêzîkatiya bingehîn e ku divê tqez bi ked û hişmendiyê bê pêkanîn. Xwedî nêzîkatiyeke welê bû ku çiqas hunera xwe, çiqas enerjiya xwe hebû hewl dida tevlî bike. Fermandara me hevrê Gulçiya bû navê fedakariya li vê têkoşînê, navê xwedîderketina li Rêbertî, Partî û têkoşînê.

Ji karekî herî biçûk ê pratîkî heta bi pirsgirêkên leşkerî-taktîkî-rêxistinî ku her kesî zehmetî dikişand çareser bike, bi her tiştî ve mijûl dibû, xwe bi pêş ve dibir û bi asta xwe ya pêşketinê nedima, hewl dida hevalên xwe tevlî bike, jinê perwerde bike, dîsîplîn bike. Her wiha yek ji taybetmendiyên xwe yên girîng jî ew bû ku tu carî serî li ber serweriya mêr û kevneperestiya jinan neditewand. Kêmasî ji nedîtî ve nehat, nerazîbûn û helwesta xwe nîşan da.

Fermandara me ya leheng xwe bi pirsgirêkên rojane bi sînor nekir, lê belê tu carî çareserkirina van pirsgirêkan jî taloq nekir, her tim bersiv da kêliyê. Weke jin û fermandareke jin tu carî jirêzêbûyîn qebûl nekir. Bi jiyan, têkoşîn, rêbaz û kesayetiya xwe neşibiya kesî. Ew miroveke bedew bû ku xwedî taybetmendiyên xweser û sade bû. Mîna navê xwe ew gula çiya bû. Dema ku mirov li hevala Gulçiya dinihêrî bersiva ji pirsa ‘jin a azad kî ye, çawa dijî’ şênber dibû. Di kesayetiya wê de azadî veguherîbû karakterê. Ruhê xwe teslîmî vê sîstemê nekir û bû ‘xwebûn’. Bi wê re fikir, zikir û çalakî yek bû. Hevala Gulçiya Gabar mîna diaxivî dijiya, mîna dijiya dianî ziman. Ji aliyê leşkerî û îdeolojîk ve ji gelek aliyan ve xwe bi pêş ve biribû. Lê belê taybetmendiya herî diyarker a hevrêya me Gulçiya ew bû ku di têkiliyên mirovan, guhertina mirovan û bandora li mirovan de pêşketî bû. Dema ku Gulçiya dihate gotin, biryardarî, rûmetdarî û têkoşerî dihate bîra mirovan. Biryardariya ji bo azadiyê û hişmendiya azadiyê pê re gelekî pêşketî bû. Serbilindahî û rûmeta milîtanbûyîna PKK û PAJK’ê di rû, çav û jiyana wê de xuya dikir. Têkoşerî, şerkeriya di oxira rastiyên pê bawer dikir û afirîneriya eşqa azadiyê ya di dil û mejiyê xwe de, di kesayetî û jiyana xwe de şênber kir û vê taybetmendiyê ew hîn bêhtir bi bandor dikir. Ya ku ew bêhtir balkêş dikir ew bû ku xwe bi rastiya Rêbertî û Partiyê re kir yek. Sadebûn û otorîteriya wê, henek û coşa wê, rûyê wê yê li ken mîna guleke xwezayî, hunera xwe ya pratîkî, berpirsyariya ji xwe ya perwerdekirinê, dîsîplîna xwe, hêza parvekirinê ya bi mirovan re taybetmendiyên karakterê wê bû ku li pêş çavan bû. Bêyî ku mirovan aciz bike, bieciqîne û biçûk bixîne, hîn dikir.

Hevala Gulçiya Gabar hezkirina ji çiyê, xakê, welat û gerîlatiyê hînî gelek hevrêyên xwe kir. Em ji wê hîn bûn ku jiyana weke jinekê li çiyê çawa mirovan bedew dike û kêfxweş dike. Di kesayetiya wê de em hîn bêhtir bi bedewiya Xwebûnê hesiyan. Bi jiyan û kesayetiya xwe hînî me hemûyan kir ku gerîla bi felsefeya jiyanê, zor û zehmetî û bedewiya xwe karakterekî jiyanê ye. Di salên destpêkê de ku tevlî nava têkoşînê bû, piştî şerekî ji hevalên xwe qut bû, tevî ku bi rojan dûr mabû jî bi israra xwegihandina hevalên xwe û bi îradeyeke mezin, xwe gihandibû hevalên xwe. Mîna ku helbestvan dibêje; birçî mabû, tî mabû, lê belê evîna wê ew neterikandibû. Ew dileke evîndara Rêbertî, welat, çiya, gerîla û hevalên xwe bû.

Hevala Gulçiya jineke azad bû ku ji sînorên xwe derbas bû. Fermandareke wêrek bû ku dema ji sînorê xwe derbas dibû ji xwe nedibihurî, her ku hêza xwe didît xwe winda nedikir. Ji fermandariya mangayê heta bi Fermandariya Biryargeha Navendî di her astê de tevlî bû. Di her şert û mercî de sadebûna xwe, dilnizmiya xwe, kesayetiya xwe ti carî winda nekir. Pîvanên xwezayî yên hezkirinê, taybetmendiya azadiyê di kesayetiya xwe de ava kir û hînî me kir. Her gotin, hevokên wê bi zor û zehmetî, bi parvekirinên herî bedew û bi jiyanê bi wate bû bûn. Şoreşgerî bi wê re rêbaza jiyanê bû, ne mecbûriyeteke bû, lê tercîhek bû. Her ku bi rastiya Rêbertî re bû yek bêhtir bedew bû, bêhtir bi wate bû û wate tevlî jiyana xwe kir. Dilê wê bedew bû, mejiyê wê azad bû, kenê wê ji dil bû û nêrîna wê kûr bû.

Jiyana bi keda mezin a fermandara me ya asî û bi rûmet di wê astê de ye ku dikare bibe mijar ji dehan romanan re.

Ya ku hevala Gulçiya ewqasî zîrek kir ew bû ku dema jiyan û pratîka xwe bi rêxistin dikir, jiyana bi Rêbertî re timî ji xwe re dikir pîvana bingehîn. Hevrê Gulçiya bîst û çar saetên rojê dixebitî, enerjiya xwe tevlî dikir, derdora xwe bi xwe re bi jiyanê ve girê dida, pîvanên hevaltiya bi Rêbertî re di jiyana xwe de şênber dikir. Ya ku bû sedem di nava têkoşînê de ewqasî zîrek be, li hemberî zor û zehmetiyan bi îrade rabe û li hemberî dijmin bi wêrekî tevbigere, baweriya wê ya ji bo dîtina Rêbertî bû. Hevrê Gulçiya ji bo dîtina Rêbertî bi rê ket, lê belê komploya navneteweyî bi dîlgirtina fîzîkî ya Rêbertî bi encam bû. Ev rewş di dilê hevala Gulçiya de timî mîna birînekê bû û hêrsa xwe ya li hemberî dijmin mezin kir, eşqa xwe ya ji bo Rêbertî xurtir kir.

Fermandara me ya wêrek û leheng hevrê Gulçiya di têkoşîna xwe de li her qadê û di her karî de ji xwe re kir pîvaneke şoreşgerî ku li ser xeta Apoyî zelal be, bi pêş bikeve û li ser vê bingehê jî kedê bide. Di kesayetiya xwe de kûrbûna îdeolojîk, di jiyana xwe de ked û di têkoşînê de jî serketin temsîl kir û ji hevrêyên xwe hemûyan re bû mînak. Ew weke yek ji pêşengên tevgera me ya azadiyê, yek ji fermandarên me yên pêşeng ên artêşa me ya jinan di dîroka me ya têkoşînê de wê neyê jibîrkirin. Em careke din soz didin ku hêjayî bîranîna wê bin û meşaleya azadiyê ya ku radestî me kiriye bi ser bixînin.

Pelşîn Newroz

Hevala me Pelşîn Newroz ku tevî hevrê Gulçiya şehîd bû, bi çanda welatparêziyê ya Mêrdînê mezin bû, piştî ku felsefeya Rêbertî û têkoşîna azadiyê nas kir, ev çand bi hestên şoreşgerî re kir yek. Bi bandora berxwedana li Kobanê û Rojava, wê demê mîna gelek ciwanên kurd hevrêya me Pelşîn jî berê xwe da têkoşînê û di sala 2015’an de tevlî nava refên têkoşîna azadiyê bû.

Ciwanên kurd, jinên kurd û enternasyonalên ji gelek gelan bi piştevanî û têkoşînê DAIŞ têk birin. Hevrêya me Pelşîn jî bi rengekî çalak tevlî gelek pêngavên li dijî DAIŞ’ê bû. Li vê derê wezîfeya xwe ya dîrokî ıya ji bo mirovahiyê û gelên Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê bi rengekî hêja bi cih anî û piştre berê xwe da çiyê. Ji bo cihê xwe li nava gerîla bigire ku bi hesreteke mezin armanca wê bû, derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû. Artêşbûna jinan, şerê jinan û hêza îradeyê ya jinan gelekî bandor li hevrê Pelşîn kir. Li ser bingeha pejirandina milîtaniya PKK û PAJK’ê, xwe zane kir, perwerde kir, jinûve afirand û ji xwe re kir esas ku bibe jineke azad. Bi eşq tevlî gerîlatiya jinan bû, bi sade û cewherîbûna xwe, bi sekna xwe ya ji dil û rû li ken, rengê xwe da jiyanê. Hevrê Pelşîn bi rengekî bêteredût, bi daxwaz û eşqeke mezin tevlî nava jiyana gerîla bû, li nava hevrêyên xwe hemûyan bi cihê hezkirinê. Bi sekna xwe ya ku berê xwe li fermandarîbûneke mezin bû, bi tevlîbûna xwe ya cihê baweriyê, bi kesayetiya xwe ya kelecanî beşdarî nava karên me yên li Biryargeha Navendî ya YJA Starê bû. Ji bo vî karî bi serkeftî bi encam bike kedeke mezin da. Hevrêya me Pelşîn di nava têkoşînê de bi Rêbertî, hevrêtî û pîvanên jiyana azad re dilsoz ma û bi rengekî sade, kedkar û dilnizm tevlî bû.

Rêya hêjabûyîna li Rêbertî, şehîdan û gelê me yê bi rûmet bi serxistina Şerê Gel ê Şoreşgerî dibe. Bi navê Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê em destnîşan dikin ku bi fermandariya mînaka fermandariya jin a azad û leheng Gulçiya Gabar û li ser xeta Şerê Gel ê Şoreşgerî em ê ber bi serkeftinê ve bimeşin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar