Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

YJA Star’ê nasnameya fermandareke xwe ya şehîd aşkere kir

YJA Starê, ragihand ku Endama Komîteya Navendî ya PKK’ê, Endama Meclîsa PAJK’ê, Endama Konseya Fermandariyê ya HPG û YJA Starê Leyla Sorxwîn (Hamiyet Yalçinkaya) li Bestayê di şer de şehîd bûye.

ANF Images

Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê têkildarî şehadeta fermandar Leyla Sorxwîn (Hamiyet Yalçinkaya) daxûyaniyek da. Daxûyanî bi vî rengî ye:

“Endama Komîteya Navendî ya PKK’ê û endama Meclîsa PAJK’ê, endama Konseya Fermandariyê ya HPG û YJA Starê fermandara me ya hêja Leyla Sorxwîn (Hamiyet Yalçinkaya) ku li Amedê li nava malbateke welatparêz a xwedî li nasnameya kurdîtiyê derdikeve mezin bû, bi vê cewhera xwe bi rengekî gelekî sade, xwezayî, leheng, fedakar û wêrek tevlî têkoşîna xwe ya 31 salan bû û sekna jin a azad di kesayetiya xwe de şênber kir, di operasyona dijmin de ya 22 û 23’ê çileya 2023’yan a li Bestayê tevî 6 hevrêyên xwe yên jin du rojan bi lehengî şer kir û şehîd bû. Bi navê Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê em sersaxiyê ji malbata Yalçinkaya ya welatparêz a hêja, ji xelkê me yê Amedê ku gelek ewladên xwe di oxira welat û jiyana azad de şehîd da, di şexsê wan de jî ji tevahiya gelê me re sersaxiyê dixwazin. Weke hevrêyên wê yên têkoşînê em hevrê Leyla Sorxwîn û şehîdên xwe yên Bestayê hemûyan bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin. Di şexsê Leyla Amed û Şehîdên Bestayê de soza xwe ya ji bo pêkanîna armanca şehîdên şoreşê ya ji bo Kurdistana Azad dubare dikin, ku ji bo vê yekê têkoşîna xwe bilind bikin.

Agahiyên li ser nasnameya hevrêya me Leyla Sorxwîn bi vî rengî ne:

Nasnav: Leyla Sorxwîn
Nav paşnav: Hamiyet Yalçinkaya
Cihê jidayikbûnê: Amed
Dayik-Bav: Gulê-Kadîr
Dem û cihê şehadetê: 23’ê Çileya 2023 / Besta

Fermandara me ya hêja Leyla Sorxwîn li nava malbateke welatparêz a Amedê ji dayik bû, bi hestên serhildêr hîn di ciwantiyê de têkoşîna azadiyê nas kir, di sala 1993’an de tevlî nava refên partiyê bû. Li Amed, Botan, Zagros, Garê bi rengekî çalak tevlî nava têkoşînê bû, ji bo pêşvebirina milîtaniya jin a azad têkoşîna xwe her roj mezintir kir. Bi dilsoziya xwe ya bi Rêbertî û Paradîgmaya Azadîparêziya Jinê, Demokratîk Ekolojîk a Rêbertî, ji bo pêşvebirina artêşbûna jinê, li ber her cûre zehmetiyê rabû, di şexsê xwe de sekna jin a azad afirand. Li hemberî komploya navneteweyî ya ku sala 1999’an li hemberî Rêberê me hate kirin û xeta xiyanet-tasfiyekar, bi sekna xwe ya wêrek û leheng sekneke xurt nîşan da û bi rengekî cewherî nêzî paradîgmaya Rêberê me bû, di kesayetiya xwe de bi cih kir. Bi keda xwe, sekna bi pîvan, hezkirina ji jiyan û mirovan, wêrekî, coş û şervaniyê, di nava jiyanê de her tim rê nîşanî hevrêyên xwe da, bû fermandareke perwerdekar û hînkar, bi têkoşîna xwe ya 31 salan bû yek ji fermandarên me yên pêşeng ên fedaî. Bi hişmendiya îdeolojîk rêxistinî, li dijî nêzîkatî û ferasetên li derveyî partiyê her tim têkoşiya, bi hevrêtiya xwe ya ji manewiyata bilind bû çavkaniya baweriyê ji hemû hevrêyên xwe re.

Li Botanê ku keleha gerîla ye û hîmê bingehîn ê artêşbûna jinê bi xurtî lê hate danîn, fermandara me ya hêja hevrê Leyla bi xurtî tevlî têkoşînê bû, gelek pîvanên gerîlatiyê li vê derê pêk anî. Bi dilê xwe yê ku bi gelê Botanê re bû yek, li vir kedeke mezin da û bi rengekî fedaî tevlî bû. Di serî de Pêngava 1’ê Hezîranê, pêşengî ji şerê me yê gel ê şoreşgerî re kir, bi fedakarî tevlî bû, di nava jiyana xwe ya gerîlatiyê de her tim di pêngavên dîrokî de bi fermandariyeke xurt bi rola xwe rabû. Weke fermandareke çalakvan, dilnizm û şerker, wezîfeya xwe ya pêşengiyê bi serketî bi cih anî. Ji Amedê heta Rojhilat, ji Garê heta Zagrosan li gelek qadan gerîlatî kir, bû fermandar, ji şervaniya fedaî ya Apoyî heta bi Fermandariya Biryargeha Navendî di her astê de wezîfe kir, hemû wezîfe û berpirsyarî jî bi cih anî. Di heman demê de wezîfeyên PKK û PAJK’ê di asta herî bilind de pêk anî, timî hewl da hîn bêhtir bike. Tu sînorên sîstema heyî nas nekir, ji dil baweriya xwe bi îdeolojiya rizgariya jinan anî, di pêşvebirin, xurtikrin, bedewbûn û azadiya jin a kurd de bû heqîqeta şênber.

Piştî ku fermandara me ya hêja Delal Amed sala 2017’an şehîd bû, hevrêya me Leyla bi dilsoziya xurt a bi hevrê Delal û şehîdan re derbasî Botanê bû. Bi çûyîna Botanê cihê hevrê Delal dagirt, têkoşîna wê dewam kir û ji bo serxistina têkoşînê bi wezîfeya Fermandariya Qada Botanê rabû. Hevrê Leyla berxwedêriya jinan bi hestên welatparêziyê re kir yek, wateyeke bilind da heqîqeta ku di Tevgera Azadiyê de şênber bûye û di cih de pêk anî, bi vî rengî xwe bi pêş ve bir. Weke hevrêyeke ku pîvanên azadiyê di kesayetî, pîvan, rêbaza jiyan û kar û têkoşeriya xwe de gihand hev, bi rêbaza xwe ya jiyanê û fermandariyê li her deverê xeta PKK-PAJK’ê ji xwe re kir esas, bi vî rengî bû çavkaniya baweriyê ji hemû hevrêyên xwe re.

Leyla cewhera gerîlayê serdemê bû

Hevrê Leyla xeta Rêbertî bi kûrahî pejirand, bi pîvanên milîtaniyê ya jin a azad ji her alî ve xwe bi pêş ve bir. Weke hevrêyeke xwezayî, sade, dilnizm û cewherî bi hezkirin nêzî hemû şervanan bû, ji bo pêşvebirina wan kedeke mezin da. Her wiha di pêşvebirina gerîlatiya HPG û YJA Starê, di mijara jinûve avakirinê û serxistina gerîlatiya jin a demokratîk de kete nava hewldanên girîng, bi vî rengî tecrûbeyên mezin da têkoşîna me. Hevrê Leyla bi cewher û gotina xwe, bi pratîk û çalakiya xwe yek bû, bi tecrûbeya xwe ya leşkerî, danheviya xwe ya gerîlatiyê, bi şerkerî û wêrekiya xwe gelek caran derbên herî giran li hêzên qirker-faşîst xist û kir ku dijmin timî winda bike. Bi hêrsa mezin a li dijî dijmin, bi eşqa mezin a ji bo azadiyê di gelek çalakiyan de bi ser dijmin ve meşiya. Herî dawî li Bestayê di şer de tevî 6 hevrêyên xwe yên jin bi lehengî şer kir, derb li artêşa faşîst û kontrayên xiyanetkar xist.

Hevrê Leyla bi tecrûbeya xwe ya dîrokî û kesayetiya xwe ya xwedî danhevî, li qada Botanê ku gelekî jê hez dikir, di demên herî zehmet de her tim kete nava lêgerîna wê yekê ku bi dilsoziya bi Rêbertî timî biafirîne û bi pêş ve bibe. Hevrê Leyla li vê derê bi kedeke mezin her tim xwedî li armanca Kurdistana azad a Rêberê me û gelê me yê welatparêz derket, her gava xwe ji bo vê yekê avêt, ji bo azadiyê xwe feda kir. Di vê oxirê de bi rêbaza şer a fedaî derbên mezin li dijmin xist, heta nefesa xwe ya dawî şer kir, bi wêrekiya Jin a kurd a Leheng bi lehengî şehîd bû. Di şexsê fermadnara me ya leheng hevrê Leyla Sorxwîn û 6 hevrêyên xwe yên jin ên şehîd bûn, hemû şehîdan careke din bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin û soza xwe dubare dikin ku xwedî li armanc û bîranîna wan derkevin, tola wan hilînin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar