Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

YJA Starê’ê Roja Fedaîtiyê silav kir

Gerîlayên YJA Starê li Zap û Xakurkê ji bo silavkirina 30’ê Hezîranê Roja Fedaîtiyê çalakî li dar xistin. Gelek çalakî hat krin. Dagirkerek hate cezakirin û çar jî birîndar bû.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê got, “Tîmên me yên gerok ên YJA Starê li Zap û Xakurkê ji bo silavkirina 30’ê Hezîranê Roja Fedaîtiyê ya ku salvegera çalakiya mezin a Şehîd Zîlan e, hin çalakî li dar xistin.”

Agahiyên li ser çalakiyên hêzên gerîla û êrîşên artêşa tirk a dagirker wiha ne:

“Herêma Rojava Zapê ya Şehîd Delîl;

Di 29’ê hezîranê saet 10:30’an de li Qada Berxwedanê ya Girê FM pergala radarê ya dagirkeran bi taktîkeke sûîqestê hate îmhakirin. Dema dagirker ketin tevgerê, bi çekên giran li wan hate xistin.

Di 30’ê hezîranê saet 07:00’an li Qada Berxwedanê Girê FM’ê bi çekên giran li dagirkeran hate xistin. Ev çalakî ji aliyê tîmên me gerok ên YJA Starê ve hate kirin.

Di 30’ê hezîranê saet 08:30’an de Qada Berxwedanê ya Girê FM bi çekên giran li çepereke obusê ya dagirkeran hate kirin. Ev çalakî ji aliyê tîmên me gerok ên YJA Starê ve hate kirin.

Herêma Xakurkê

Di 29’ê hezîranê saet 10:50’an de bi çekên giran li çeperên dagirkeran ên li Qada Girê Koordîne hate xistin. Ev çeper hate îmhakirin û dagirkerek hate cezakirin. 4 dagirker jî birîndar bûn. Ev çalakî ji aliyê tîmên me gerok ên YJA Starê ve hate kirin.

Di 29’ê hezîranê saet 19:20’an de li Qada Girê Şehîd Axîn bi çekên giran li çepereke dagirkeran hate xistin. Ev çalakî ji aliyê tîmên me gerok ên YJA Starê ve hate kirin.

Êrîşên artêşa tirk a dagirker;

Di 29’ê hezîranê de qada Rojava Zapê ya Şehîd Delîl 9 caran, Qada Berxwedanê ya Girê Hakkarî ya Metînayê carekê, qadên gundê Çemrobotkî û Xêrê yên Garê 2 caran, qadên Sinînê û Ava Lolanê ya Xakurkê 2 caran, bi giştî 14 caran qad bi balefirên şer hatine bombekirin.

Di 29 û 30’ê hezîranê de Qadên Berxwedanê yê Girê Bahar, Girê Cûdî û Girê Amêdiyê yên herêma rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl, Qadên Berxwedanê yên Girê Hakkarî, gundê Şêlazê, Golka, Serê Metîna ya Metînayê, qadên Çilûçar, Girê Kolît û Girê Şekîf ê Xakurkê, 336 caran bi obus, tank û çekên giran hatine bombekirin.

Artêşa tirk a dagirker di 29 û 30’ê hezîranê de êrîşî nuqteyên me yên li Qada Berxwedanê Sîda ya Zapê kir û hewl da ku tunelan qul bike û bi kepçeyan hilweşîne.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar