PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Cuma - 22 Kasım 2024

YJCR: Em ê dengê çalakgeran bigihînin hemû cîhanê

Yekitiya Jinên Ciwan a Rojava têkildarî çalakiya Leyla Guven daxuyaniyek da û diyar kir ku dê deng û xwesteka Guven û hemû çalakgeran bigihînin hemû cîhanê

Yekitiya Jinên Ciwan a Rojava ji bo piştgiriya çalakiya hevseroka KCK`ê û parlamantera HDP`ê Leyla Guven ku 71 roj in li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ye, li Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido ya kantona Kobanê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de jinên ciwan diyar kirin ku ji sala 2015’an heta îro tecrîdeke giran li ser Ocalan tê meşandin û wiha gotin: “Bi vê tecrîdê dixwazin rêber Apo ji me qut bikin û gelê kurd ê serhildêr bê rêber bihêlin û di heman wextî de dixwazin fikrên Rêbertî yên mirovane û demokrasiyê bi vê tecrîdê pûç bikin. Lê belê dewleta tirk a faşîst û dagirker baş dizane ku fikrên rêber Apo di dil û mejiyê hemû mirovên azadîxwaz de belav bûne. Îro jî bi pêşengiya Leyla Guven ev yek xwe dide nîşandan.”

Yekitiyê da zanîn ku wan di şexsê Guven de dît ku hemû jinên kurd û jinên cîhanê azadiyê di rêya Ocalan de dibînin û daxuyaniyê wiha bi dawî kir: “Em jî wek jinên ciwan ên Rojava heya ku tecrîda li ser Serokatî ranebe û azadiya serok a fizîkî nebe û hemû xwestekên çalakgeran pêk neyên, em ê jî her di nav çalakiyan de bin. Em dibêjin ji bo hemû hevalên di çalakiyê de û ji heval Leyla Guvan re; tu ne bi tenê yî, em ê dengê te, xwesteka te li hemû cîhanê belav bikin û em soza vê didin ku em wek jinên ciwan ên rojavayê Kurdistanê qiyametê rakin û serkeftinê misoger bikin.” KOBANÊ

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar