Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

YJŞ: Em ê êrîşên li ser jinan têk bibin û azadiyê misoger bikin

YJŞ’ê ragihand ku ew tevlî kampanya 'Li dijî qirkirina jinê bibe dengê xweparastinê' bû û wiha hat gotin: “Em bawer in bi vê kampanyayê em ê hemû êrîşan têk bibin û azadiya hemû jinan misoger bikin."

Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ) têkildarî kampanya ‘Li dijî qirkirina jinê bibe dengê xweparastinê’ ya ku di 8’ê Adarê de ji aliyê Tevgera Jinên Êzidî (TAJÊ) ve hate ragihandin, daxuyanî weşand. YBŞ’ê kampanya TAJÊ silav kir û  daxuyand ku ew bi awayekî çalak beşdarî kampanyayê dibin. YJŞ’ê işaret bi rola jinê ya ji bo parastina çand, bîr û baweriyê ya civakan û destnîşan kir ku dijmin ev sekna bi rûmet a jinê tu carî nepejirand, lewma her gavê êrîş kir.

Di daxuyaniyê de fermana 3’yê tebaxê ya li Şengalê hate bibîrxistin û ev tişt parvbe kir: “Duh jinên êzidî, îro jî jinên Efganistanê û Filistînê bi vê rastiya zilamê serdest re rû bi rû dimînin. Lê belê dijminê hemû jinan weke hev in. Ji bo hemûyan jin tenê amûrek bikaranînê ye û dikare bêne kuştin, destdirêjî lê bê kirin. Îro jî bi heman mejiyê serdest bi rengekî bê exlaq êriş li jinê, vîna jinê tê kirin.”

YJŞ’ê destnîşan kir ku tirsa desthilatdaran ji hêz û têkoşîna jinê ye û wiha dewam kir, “Ji ber ku dijminê jinan bi xwe jî dibînin ku jin êdî xwedî îrade ne û çarenûsa ku ji wan re hatiye diyarkirin qebûl nakin. Li dijî vê yekê serî hildidin.”

Bi taybetî jî işaret bi sekna jinên Êzidî hate kirin ku di herikîna dîrokê de ti carî serî li ber zordestiyê netewandiye.

Têkildarî armanca kampanyayê jî ev agahî hatin dayin: “Bi esasî armanca kampanyayê ew e ku hemû jin li hemberî her cûre êrişan bisekinin, yekitiya jinan ava bikin û zilma heyî ji kokê ve têk bibin. Li ser van esasan em weke YJŞ beşdariya xwe ya li kampanya ‘Li dijî qirkirina jinan bibe dengê xweparastinê’ radigihînin.”

Di dawiya daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku ew amade ne li her derê li hemberî her cure êrişên li dijî jinê bersivê bidin neyarên jinan û wiha bi dawî kir: “Em bawer in bi vê kampanyayê em ê hemû êrîşan têk bibin û azadiya hemû jinan misoger bikin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar