Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...
Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

YJŞ: Me bi saya Rêber Apo xwe nas kir

Fermandariya YJŞ’ê di salvegera fermanê de aşkera kir ku jinên êzidî li şûna mirinê, lêgerîna jiyana azad hilbijartine û hat gotin ku ji saya fikrên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, gihiştine wê astê ku li hember her cûre êrîşan rawestin û bersivê bidin

Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ) bi boneya salvegera fermana 3’yê Tebaxa 2014’an daxuyaniyeke nivîskî weşand.

YJŞ’ê bi bîr xist ku di fermanê de herî zêde jin hedef hatine girtin, li bazaran hatine firotin lê îro bi hêrsa li hemberî fermanê û bi daxwaza lêgerîna azadiyê jinên Şengalê gavên mezin ber bi jiyana azad ve diavêjin.

Daxuyaniya YJŞ’ê wiha ye:

“Hezên komploger yên navdewletî bi destê DAIŞ’ê 3 Tebax’a 2014 an de nijadkujiyek nû li ser gelê me yê êzidî pêşxistin. Em vê qirkirinê bi hemû hêrsa xwe û sonda tolhildanê, şermezar dikin û em gelê xwe yê mezlûm ên di fermanê de jiyana xwe ji dest dane bi rêzdarî bi bîr tînin. Şehîdên me yên ji bo vala derxistina qirkirinê canê xwe fedakirin û bi vî awayî pêşî li qirkirinê girtine, bi minnetdarî bi bîr tînin û li ber meznahiya wan bejna xwe ditewînin. Her wiha dilsoziya xwe ya bê dawî bi Rêber Apo re dûbare dikin ku bi rênîşandayînekî mezin, me ji qirkirinê rizgar kir.

Armanca sereke ya êrîşa ku di 3’yê Tebaxa 2014’an de li Şengalê pêkhatî, di şexsê jinan de tunekirina çand, exlaq, dîrok, ziman, bawerî û gel û ola Êzîdxanê bû. Ji ber vê jî bêguman mexduriyeta vê qirkirinê herî zêde keç û jinên êzidî jiyan kir. Hem bedena wan di bazaran de hatiye pêşkeş kirin, hem jî li ber çavên xwe mirina zarokên xwe dîtin, bi destdirêjiyê re rûbirû man, di rêya penaberiyê de şikestin, talan û dagirkerî dîtin. Ji ber vê yekê ev komplo, komploya ku li hember jinan hatiye kirine. Di vê êrîşa hovane de herî zêde jin hatine hedefkirin. Ew vê rastiya baş dizanîbûn ku destedirêjiya li ser jin, desteserkirina paşeroj û pêşeroja vê civakê bû. Ji ber vê ewqas êrîşek mezin li ser jin hat kirin.

Me bi paradigmaya Rêber Apo xwe nas kir

Şervanên azadiyê di bin ronahiya fikrên Rêber Apo de yekitiya xwe pêkanîn, li dijî hovîtiyê şerkirin û pêşî li qirkirinê girtin. Di serî de hêzên HPG-YJA STAR, YPJ-YPG li dijî talan û qirkirina li Şengalê bêdeng neman û berxwedaneke mezin li dijî çeteyên DAIŞ’ê şer kirin. Her çiqas ferman li ser gelê me yê êzidî pêk hatibe jî bi saya paradîgmaya Serok Apo, di pêvajoya herî zehmet û giran de me rastiya xwe nas kir û hêza xwe ya parastinê ava kir. YBŞ û YJŞ li ser rastiya Egîdan, Dilşêran, Nûjiyanan, Gulçînan û Nûjînan avabû û bû bingeha têkoşîna me. Me hêza mirovên azad, jinên azad di kesayeta wan de dît û me ji wan îlham girt. Hate dîtin ku gava jin parastina xwe bi xwe nekin, dê bi xeteriyan re rûbirû bimînin. Li ser vê esasê me hêza xwe bi rêxistinbûna YJŞ û parastina cewherî bi sazî kir. Em îro gihîştine wê astê ku li hember hemû êrîşan rawestin û bersivê bidin.

Statû neyê qebûlkirin xetere dê bidome

Dîsa jî heta ku statuya Şengalê bi awayekî fermî neyê qebûlkirin, wê xeteriya li ser Şengalê berdewam bike. Bi taybet PDK di qirkirin û tunekirina gelê me yê êzidî de bûye zemînê herî esasî. Ji bo vê PDK’ê şûna ku ji gelê me û jinan lêborîn bixwaze, bi polîtîkayên qirêj dixwaze dûbare li ser vê erdnîgariyê hakîmiyet ava bike û vê axê pêşkêşî hêzên dagirker bike. Li hember nêzîkatiyên îmha û înkarkirinê bersiva herî mezin ew e ku gelê me yê êzidî di warê leşkerî û siyasî de rêxistinbûyîna xwe mezin bike û rêveberiya xweser ava bike.

Em ê berxwedana YBŞ û YJŞ’ê mezintir û xurtir bikin

Çiqas li ser Şengalê hewldanên gef û komployê hebe jî, asta ku di roja me ye îro de em gihiştinê mirov dikare bibêje, têkoşîna ku li Şengalê pêşketiye ne wekî beriya fermana 74’ne. Li herêma Şengalê di şexsê jinên rêxistinkirî de guhertinên mezin çêbûne ku karîne pêşî li ferman û komployan bigirin. Jinên ku duh di bazaran de dihatin firotin, mirovên ku li ser rêyan tî û birçî bûn, îro hişyarbûyînekî mezin jiyan û bûn xwedî îrade û ketin nava lêgerîna azadiyê. Şûna koletî û mirinê qebûl bikin, lêgerîna jiyana azad pêş xistin. Li hember fermana ku pêk hatiye xeta têkoşîn, jiyan û berxwedanê, gihiştiye lûtkeya herî bilind. Ji bo em encamên hin xurttir jî bi dest bixin, em ê tu car fermana 74’an û yên beriya wê ji bîr nekin û nedin ji bîr kirin.

Weke Yekîneyên Jinên Şengalê em ê îdîa û baweriya xwe ya têkoşînê mezin bikin. Em ê hevalên xwe yên şehîd di her kêliya pêngava xwe ya şoreşgerî de bidin jiyandin. Li ser vê esasê em ê hêz û berxwedaniya YBŞ û YJŞ’ê mezintir û xurtir bikin. Em ê bi her awayî berxwedan û têkoşîna ji bo bidestxistina statûya xweser ji bo Şengalê mezin bikin. Ya herî girîng jî, em xwe di ber azadkirina fizîkî ya Rêber de xwe berpirsyar dibînin û em ê têkoşîna xwe ya di vê çarçoveyê de bilind bikin.” ŞENGAL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar