Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

YJŞ: Xweparastin ji bo jinan pêwîstî ye

YJŞ'ê piştgirî da kampanya KJK'ê ya ji bo jinên Êzidî û Afgan û diyar kir ku wê berxwedan û rêxistiniya xwe hîn mezin bikin. YJŞ'ê got, "Xurtkirina xweparastinê ji bo jinan hemûyan pêwîstî ye."

Koordînasyona KJK’ê di salvegera êrîşên qirkirinê yên li ser Şengalê de û di salvegera desteserkirina desthilatdariya Afganistanê ji aliyê Talîbanê ve di navbera 3 û 15’ê Tebaxê de kampanya bi navê “Li dijî êrîşên mêr ên hegemon, em bi jinên Afganistan û Şengalê re ne” dabû destpêkirin.

Heta niha gelek rêxistin û saziyan piştgirî dane kampanyayê. Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ) jî têkildarî kampanyayê de daxuyaniyek da.

Daxuyaniya YJŞ’ê bi vî rengî ye: “Em weke jinên Şengalê û bi taybetî jinên erka xwe ya parastina vê xakê girtiye ser milê xwe, bi navê YJŞ’ê, ew kampanyaya ku KJK destpê kiriye bi drûşmeya ‘Li beramberî êrîşên mêrê desthilatdar (hegemon) em li gel jinên Şengal û Efgan cih digirin’ silav dikin û piştgiriya xwe nîşan didin. Di 3’yê Tebaxê de çend sal berê 2014’an de em beranberî êrişên bêbext man. Qirkirina civakek, olek û qirkirina jinan dihate qedimandin. 2 sal berê jî dîsa di heman demê de, di meha tebaxê de li ser civaka afgan taybet li ser jinên afgan de êrîşên weke kuştin, lêdan, taciz-tecawuz û girtin pêkhat û hîna ji pêk tên. Çi tesadufe ku her du êrîş jî bi heman zihniyeta qirêj bi navê oldarên radîkal pêk tê. Di Êzidxanê de navê kujeran DAIŞ bû, di Afganistanê de navê wê Talîban e. Ji xwe koka DAIŞ’ê, ji vê rêxistina Taliban tê.

Bi boneya vê kampanyayê em dixwazin taybet di serî de ji bo jinên êzidî û jinên afganî û hemû jinan vê bêjin; ji bo êrîşên tên kirin tenê maxduriyeta xwe dayîna teyîsandin, giliyê xwe kirin, hawara xwe gihandina her derî bes nake. Li beramberî qirkirinên mezin, li beramberî tundtûjî û bi giştî kujeriyê; hêzên jinên çekdarî, hêzên parastina cewherî, ji her dem bêhtir mîsogere. Me weke jinên şengalî vê rastiyê baş fam kirine ku gava tofanek tê serê me jinan, ne hêzên dewletê, ne tevgerek dervî me û ne jî bav û bira û hemû mêr nikare me biparêzin. Heta jin di destê wê de çeka azadî nebe, ne dozên hukukî, ne jî pêçandina çarşefê tu tişt me jinan nikare biparêze. Bê guman çeka azadiyê di serî de birdoziyek xurt, rêxistinên jinan, hiş û ramanek azadîxwaze û zanistek bê sînore. Di hamen demê de nêrînek polîtike û çalakiyên civakê ne. Lê ev rastiyane jî têrê nake. Weke rêxistinên leşkerî a jinan jî pêwîste di meriyetê de be. Bi taybet bendewariya parastinê ji hawirdora xwe tişta herî xeter e.

Niha jî gelek hawirdor dibêje Amerîka derket şûnde jinên afganî ketin nav xeteriyê. Lê ger Amerîka azadî ji bo jinên afganî anîba, ew ê jinên afgan îro neketiba rewşekî giran de. Ji xwe di serî de jî Amerîka ji bo berjewendiyên vê xakê ne hatibû vê erdnigariyê û ji xwe berjewendiyê wê nemabû derket û çû. Ji bona wê çareserî ne vegera Amerîka ye û ne jî mudaxeleya dewletên dinyayê ye. Çareserî hêza civakê ye û taybet rêxistinên jinan e. Ger piştgirî hebe ew piştgiriya gelan e piştgiriya jinên cîhanê ye. Mînak em weke jinên êzidî jî bi piştgiriya şagirtên Rêber APO, gerilayên YJA STAR- HPG, YPJ û YPG hişyar bûn, ser xwe ve hatin û bi îlhama hêza wan, bi tecrûbeyên ku dane me, me xwe rêxistin kir û me xwe weke YJŞ çekdarî kir. Bi saya fikrê Rêber Apo em zana dibin û xwedî rêxistin û çalakiyan dibin. Lewma em carekî din dibêjin; çareserî ji hêzên desthilatdar hêvî kirin nabe. Berovajî wê em têkevin di nava ferqê de ku desthilatdar her dem dest didin hev û tenê navê yekdestî tê guhertin lê herdem bi heman ferasetî tevdigerin.

Ji bona wê çawa ku hemû desthilatdar ji bo berjewendiyên xwe piştgirî didin hev û gelek kiryarên xwe bi awayek veşartî bi hevre plan dikin û pêk tînin, pêwîste di serî de em jinên cihanê û hemu gel xwe bidin gel hev û bi hevre bertek bidin, bi hevre rêxistinên xwe yên hevbeş pêş bixînin.

Em bizanibin ku êrîşek li bemberi qadekî sibê li beramberî derekî din e. Di soteneriya hemû rastiyan de dibînin ku heta desthilatdarî hebe, jin li her derî dibe maxdura êrîşên pir xedar. Lewma li beramberî hegemonya mêran berxwedanî tişta herî bi rûmet e.

Bêguman jinên afgan jî çawa ku Talîban dest da ser hikûmetê şûnde, heta îro di nava berxwedaniyê de ye û bêdeng nemaye. Lê ev têrê nake. Têkoşîna xwe hîn bêhtir bilind kirin, parastina xwe ya cewherî avakirin û mezinkirin ji bo me hemû jinan pêwîste.

Li ser vê esasî em di serî de jinên afgan de bigre, hemû jinên ku di bin zextê hegemonya mêr de mexdûr dibin, êşên hemû jinan parvedikin û piştgirî didin têkoşina jinan ya watedar. Bi taybet jî ew daxuyaniya TAJÊ ya bi navê “Li dijî êrîşên mêr em bi jinên afgan re ne” em jî weke YJŞ tev li dibin. Pêwîste taybet em hemû jinên Rojhilata Navîn bi şîara zêrîn ‘jin jiyan azadî’ bigihin hev û ya ku afirîneriya felsefeya azadiya jin pêşxiste di xeta Rêber Apo de bi hevre bimeşin. Azadî encex di vê derê de ye. Li ser vê erdnigarî bi çanda Aryenîk em ê carek din, bi hevre şoreşa jinan ava bikin. Ji bona wê carek din em berxwedaniya jinên afgan silav dikin û soza parastina mafê jinan didin.

Kampanyaya ku KJK despêkiriye, ji bo me pir bi wate ye. Weke YJŞ’ê xeta ku şehîdan ji me re diyar kirî, weke şehîd Bêrîvan, Arîn, Şîlan Goyî, Raperîn Amed, em jinên êzidî li ser vî mîrasê xwe bi rêxistin dikin û têkoşîna xwe bilind dikin. Her wiha li ser fikir û felsefeya Rêber Apo, rêxistina xwe xurt û mezintir dikin. Ji bona wê em dibêjin ku ji bo hemû jinan rêxistinkirin û têkoşîn kirin pêwîstiyek e. Em jî wekî jinên êzidî, ji bo parastina hemû jinan û parastina jinên êzidî yên ku hîn di destê çeteyên DAIŞ’ê de ne, soz didin heta ku em tola wan hilînin em ê li dû wan bin. Weke fedayiyên Êzidxanê em dibêjin heta dawî em ê têkoşîna xwe bilind bikin û rêxistina xwe mezin bikin.”

Daxuyanî bi dirûşmeyên ‘Jin, Jiyan Azadî’, ‘Bijî Serok APO’ û ‘Bê Serok Jiyan nabe’ bi dawî bû.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar