Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

YNK: Kengî pirgirêk çareser bûn emê tevlî civînê bibin

Mesrûr Barzanî di civîna hikumetê de bang li YNK’ê kir da ku tevlî civînên hikumetê bibe. Berdevkê Qubat Talebanî jî bersiva Mesrûr Barzanî da û got; “Çi dema mijara mûçeyê karmendên Silêmaniyê wek yên Hewlêrê çareser bû, emê jî li ser vegera civînan biryarek bidin.”

Îro Hikumeta Herêma Kurdistanê bêyî YNK’ê civîna xwe ya asayî lidarxist, lê YNK carek din tevlî civînê nebû. Di civînê de serokwezîrê başûrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî bang li YNK’ê kir ku vegere nava civînên hikumetê.

Li beramberî vê Semîr Hewramî ku berdevkê cîgirê serokwezîrê başûrê Kurdistanê Qubat Talebanî ye, bersiva Mesrûr Barzanî da.

Semîr Hewramî got; “Kengê mijara mûçeyê karmendên Silêmaniyê weke yên Hewlêrê hate çareserkirin, wê demê emê jî biryarek li ser vegera civînên Encûmena Wezîran bidin. Pirsgirêk ewe ku mûçeyê pêşmergeyên dêrîn yên YNK’ê li Hewlêrê hatiye rawestandin, nabe mûçe li bajarek were belavkirin, li bajarê dinjî neyê belavkirin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar