Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

YNK: PDK wekî ku saziyên hikûmeta Herêmê malê wê yê hizbî bin nêz dibe

Parlementera YNK’ê ya Parlementoya Herêma Kurdistanê Şadî Newzad bal kişand ser binemala Barzanî û got: “PDK wekî ku saziyên hikûmeta Herêmê malê wê yê hizbî bin, nêz dibe. PDK’ê ji serokatiya Herêmê ta digihe saziya herî biçûk a hikûmetê ji bo berjewendiyên xwe yên hizbî bikartîne û mercên xwe li ser pêkhate û saziyan ferz dike.”

Roja 22’yê gulane Parlementoya Herêma başûrê Kurdistanê bêy biryara seroka parlementoyê, ji aliyê cîgir û sekreterê parlementoyê ve mijara aktîfkirina komîsyona hilbijartinê xist bernameya karê parlemenê. Lê ji beriya wê Seroka Parlementoyê Rêwaz Fayeq a YNK’yî, rûniştina parlementoyê ji bo demek nediyar paşxistibû. Lê berovajiyê rêziknameya navxwe ya parlementoyê, Cîgirê Seroka Parlementoyê Hêmin Hewrami yê PDK’yî, aktîfkirina komîsyona hilbijartinê xist ber dengdanê. Bi dengên PDK’ê û pêkhateyan hat erêkirin. Lê parlementerên YNK’ê û Tevgera Goran tevlî dengdanê nebûn û biryar wek neyasayî bi nav kirin.

Di derbarê vê mijarê de Parlementera YNK’ê ya Parlementoya Herêma başûrê Kurdistanê Şadî Newzad ji Rojnews re axivî û got: “PDK dema li cihek tiştek li hesabê wan nayê, dibêjin nabe kêmîne û piranî were bikaranîn û divê bi lihevkirina siyasî pêkwere. Lê dema tiştek li hesabê wan were jî, dibêjin divê bi rêya dengên piranî biryar li ser were dayîn.”

Şadî Newzad aşkere kir ku ew li dijî aktifkirina komîsyona hilbijartinê derketin û rê nedan wisan bi hêsanî bi dengên piranî were erêkirin. Şadî got; “Hemû gotinên ku li ser komîsyonê tên kirin, ne yasayî ne. Ji berku tu rûniştinek li parlementoyê pêknehatiye heta dengdan li ser were kirin. Ji bona wê aktîfkirina komîsyona hilbijartinê ya bi vî rengî ne yasayî ye û nabe wisan bi hêsanî bi piranî yan jî kêmaniya dengan biryar li ser were dayîn.”

Di dewamê de parlementera YNK’ê Şadî Newzad got ku desthilata rûniştina parlementoyê tenê di dest seroka parlementoyê de ye û wiha dom kir: “Ji bilî wê jî em tu niyetek ya PDK’ê a ji bo lidarxistina hilbijartinê nabînin. Ji ber di giftûgoyên di navbera PDK’ê û YNK’ê de tu nermbûnek ji bo ji hev têgihiştin û çareserkirina pirsgirêkan nebû. Ev yek jî bi lewaziya hikûmeta niha ya Herêmê ve girêdaye.”

Derbarê desteserkirina saziyên hikûmî ya ji aliyê binemala Barzanî PDK’ê ve jî Şadî Newzad wiha axivî; “PDK wekî ku saziyên hikûmeta Herêmê malê wê yê hizbî bin, nêz dibe. PDK ji serokatiya Herêmê ta digihe saziya herî biçûk a hikûmetê ji bo berjewendiyên xwe yên hizbî bikartîne û mercên xwe li ser pêkhate û saziyan ferz dike.”

Di dawiyê de jî Parlementera YNK’ê Şadî Newzad got; “Tişta balkêş ewe ku PDK xwe li gor guhertinên di qada siyasî ya navdewletî de çêdibin di ber çavan re derbas nake û li gor xwestekên gel tevnagere.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar