Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

YNK: Wê helwesta me ya neteweyî dewam bike

Şêwirmendê Mekteba Ragihandinê ya YNK’ê Burhan Rauf got ku: “YNK li gorî biryara parlamentoya herêmê, agahdariya Amerîka û Hêzên Hevpeyman danûstandinê bi HSD’ê re dike û wê YNK helwesta xwe ya neteweyî bidomîne.”

Şêwirmendê Mekteba Ragihandinê ya Yekîtiya Nîştiman a Kurdistanê (YNK) Burhan Rauf derbarê êrîşa di 8’ê nîsanê de ya li ser balafirgeha Silêmaniyê pêkhatî, ji Rojnews re axivî.

Burhan Rauf got ku nabe tu parêzgehên herêmê êrîş û ambargo li ser hebin û ji bo vê jî hincetek were diyarkirin. Burhan da zanîn ku ew hemû wan daxuyaniyan weke sucên çêkirî dinirxînin û got ku ew di nava hikûmetê dene, lê boykot kirine.

Tirkiye êrîşê Silêmanî dike

Burhan Rauf derbarê helwesta YNK’ê ya li hemberî êrîş û destwerdanên Tirkiyeyê ya dijî Silêmaniyê de wiha got: “Pêngavên Tirkiyeyê yên li hemberî Silêmanî, girtina geştên hewayî û êrîşa ser balafirgeha, geşedanên metirsîdar û tirsnakin. Ev yek destwerdana raste rast ya di kar û barê Herêma Kurdistan û Iraqê deye. Di heman demê de binpêkirina serweriya Iraqê ye, parastina serweriyê jî erkê Hikûmeta Iraqê ye. Ya ku dikeve ser milê me weke YNK, em bi tûndî vê êrîşê şermezar dikin, bi rêyên siyasî, dîplomasî û yasayî bersiva destwerdanên Tirkiyeyê bidîn.”

Burhan Rauf bal kişand ser peyama berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Cotyar Adil ya piştî êrîşa ser balafirgehê û ev tişt anî ziman: “Di rastiyê de em wê peyamê weke peyama hikumetê nabînin, ew tenê nêrîna wezîrên PDK’ê yên di nava Hikûmeta Herêmê de ye.  Nabe êrîş li ser parêzgehek herêmê hebe û tu jî ji bo vê hêcetan bibînî.” Rauf di dewamê de got ku bi daxuyaniyên hatin dayîn diyare ku destê navxweyî di vê êrîşê de heye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ev aliyên ku ji bo êrîşan hincetan dibînin, diyare, bi vê re jî wê bacek giran bidin. Silêmanî ji ber helwesta xwe ya neteweyî rastî êrîşa Tirkiyeyê tê, ew jî ji bo vê êrîşan hincetan dibînin û li şûna piştevaniyê daxwaza tiştên din dikin.”

‘YNK’ê helwesta xwe ya neteweyî neguherandiye’

Derbarê helwesta YNK’ê ya ji bo yekîtiya neteweyî de jî Burhan Rauf ev tişt got: “Di dema borî de û niha jî, YNK’ê helwesta xwe ya li beramberî pirsa neteweyî û nîştimanî neguherandiye. Bêguman dema pêş de jî wê li ser heman helwesta xwe dewam bike.”

Şêwirmendê Mekteba Ragihandinê ya Yekîtiya Nîştiman a Kurdistanê (YNK) Burhan Rauf di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku ser sucdariyên PDK’ê yên weke ‘YNK alîkariya komên çekdar ên parçeyên din yên Kurdistanê dike’ jî dibêje; “Ya ku ew dibêjin, ji rastiyê dûre. YNK danûstandinê bi hêzek kurd, hêza HSD’ê ku ne tenê ji bo xelkê Herêma Kurdistanê tê nasîn dike. Ew hêzekin ku endamên Hevpeyama dijî DAIŞ’ê ne, di dema xwe de Reqayê ji destê DAIŞ’ê rizgarkirin, gelek caran cîhanê hemû ji wan re gotin, ew li cihê hemû mirovahiyê şer dikin. YNK bi agahdariya Hevpeymana Navneteweyî û Amerîka peywendî bi wan re dike. Herwiha YNK li gorî biryara parlamentoya Herêma Kurdistanê danustandinê bi wan re dike, ya ku PDK dibêje, dûrî rastiyê ye.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar