Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

YNK’ê bersiva PDK’ê da: We Şengalê radestî DAÎŞ’ê kir

Malbenda Şengal a YNK’ê ragihand ku aliyên dibêjin ewê bi 12 hezar pêşmerge parastina Şengalê bikin, di dema êrîşa DAÎŞ’ ya ser Şengalê de, xelkê Şengalê radestî DAÎŞ’ê kirin û reviyan.

Şaxa 17’ê ya PDK’ê bi daxuyaniyekê ragihandi ku ji bilî PDK’ê tu hêzek din nikare parastinê li Şengalê bike.

YNK’ê bi tundî bersiva PDK’ê da. Malbenda 15’an  aYNK’ê  ya li Şengalê derbarê mijarê de daxuyaniyek belav kir. Di daxuyaniya malbenda YNK’ê ya Şengalê de wiha hat gotin; “We behsa wê kir ku xelkê Şengal şahidin kê qurbanî û xwîn di dema êrîşa çeteyên DAÎŞ ya ser Şengalê de daye. Rastî ev e, hûn bûn ku desthilata Şengalê de destê we de bû û berpirsê şaxa we bû digot, em ê bi 12 hezar pêşmergeyan şer bikin.

Lê di rastî de şevek beriya êrîşa ser Şengalê, ferman ji were hat ku hûn yek fîşek neteqînin û paşde bizivirin. Berpirsê şaxa we bû digot em ê Şengalê çol nekin. Lê we pêşiya hemû kesê, Şengalê berda, xelkê sivîl di destê DAIŞ’ê de hêla û niha jî hemû xelkê Şengalê şahide ku we Şengalê radestê DAÎŞ’ê kir.”

YNK derbarê rizgarkirina Şengalê de jî bersiva PDK’ê da û got; “We behsa pêvajoya azadkirina Şengalê kir, ya rastî ew e ku YNK’ê bi gelek çek û teqemenî bi rêya Sûriyeyê şand xaka Şengalê. Heya niha YNK yek deqe jî Şengalê ne berdaye, mil bi milê xelkê Şengalê tev li pêvajoya azadkirina Şengalê kiriye. Hinek pêşmergeyên YNK’ê yên ser bi lîwaya 111 di vê pêvajoya azadkirina Şengalê de şehîd bûne.”

Di dewama daxuyaniya YNK’ê de behsa zextên PDK’ê yên di dema hilbijartinên pêşwext yên Iraqê de li ser êzidiyan jî hate kirin û wiha tê gotin; “Di dema hilbijartinê de bi çêkirina tirs û xofê, we gef li hemû xelkên di nava wargehan de xwar. We got, çi kesê deng nede PDK’ê wê ji wargehê werin derxistin. Ji bo ku hûn sûd ji dengê wan bistînin, we rê neda xelkê Şengalê vegere ser axa xwe.”

YNK’ê herî dawî diyar kir ku divê rewşa Şengalê aram bibe, xizmet ji bo herêmê were kirin û rê were dayîn xelkê Şengalê vegere ser warê xwe.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar