Polîtîkayên pişaftinê yên li ser çandê

Yek ji polîtîkayên civakî yên blokên desthilatdar û şer herî zêde serî lê dane polîtîka asîmîlasyonê ye. Bi gotineke giştî asîmîlasyon, helandin û pişaftina...

Nemirên Kurdistanê

Em di meheke pîroz de ne û ev jî meha şehîdan e. Di dîroka tevgera azadiyê ya Kurdistanê de wekî meha şehîdan hatiye pênasekirin....

Pazartesi - 20 Mayıs 2024

YNK’ê biryara rawestandina amadekariyên hilbijartinê red kir

Berdevka Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinên Iraqê Cumane Xelayî ragihand ku piştî biryara Dadgeha Federal a Iraqê, wan bi awayek demkî heta bi encambûna giliyê ku li ser hilbijartinê hatiye kirin, biryara sekinandina karûbarên hilbijartina parlementoya Herêma Kurdistanê dane. YNK’ê biryara Komîsyona Hilbijartinên Iraqê ya ji bo sekinandina karûbarên hilbijartina parlementoya Herêma Kurdistanê red kir.

Roja 6’ê gulanê serokê hikûmeta demborî ya Herêma Kurdistanê Mesrur Barzanî li Dadgeha Federal a Iraqê xwestibû ku karûbarên ji bo hilbijartina dema şeşem a parlementoya Herêma Kurdistanê were rawestandin. Dadgeha Federal ya Iraqê ragihandibû ku dadgeha wan li gor fermaneke dewletê biryara cîbicîkirina benda duyemîn ya madeya 2 ya sîstema tomarkirin û erêkirina lîsteyên namzetan bo hilbijartina Parlamentoya Herêma Kurdistanê ya hejmar 6 ya sala 2024’ê rawestandiye û ev mijare wê rawestandiyî bimîne ta ku doza Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya demborî bi encam dibe.

Berdevka Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinên Iraqê Cumane Xelayî di daxuyaniyek de ragihand ku piştî biryara Dadgeha Federal a Iraqê, Komîsyona Hilbijartinê bi awayek demkî biryara sekinandina karûbarên hilbijartina parlementoya Herêma Kurdistanê daye. Cumane Xelayî diyarkir heta ku giliyê li ser hilbijartinê hatiye kirin bi encam bibe, wan hemû karûbarên ji bo hilbijartina Herêma Kurdistanê dane rawestandin.

Medya fermî ya YNK’ê ragihand ku Navenda Karûbarên Yasayî ya YNK’ê biryara Komîsyona Hilbijartinên Iraqê ya di derbarê sekinandina karûbarên ji bo hilbijartina parlementoya Herêma Kurdistanê de red dike. Her wiha hat gotin ku biryara Dadgeha Federal a Iraqê peywendîdare bi dabeşkirina kursiyên parlementoya Herêmê ya bi ser bazinan de, neku tevayî mijarê digre nava xwe.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar