Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

YNK’ê hevkariya dewleta tirk qebûl nekir

Dewleta tirk bi serokatiya Erdogan piştî civîna li gel wezîr û kizîrên xwe, li dijî kurdan dîsa gef xwar ku ew ê wan ji holê rake. Erdogan navê qirkirina kurdan û dostên wan li Rojava kiriye “korîdora ewlehiyê” û dagirkirina başûrê Kurdistanê jî kiriye şerê li dijî ” terorê”. Partî Demokratî Kurdistan PDK’ê helwesta wê aşkera ye û ew jî li gel dewleta tirk e ku jêre bibêje çi bike ew dibêje “ferman li ser çavan!”. Ev helwesta PDK’ê helbet kurdan hemû dêşîne lê serokên PDK’ê û desthilatên wê ne xema wan e ji êşên kurdan û ew li pêyî bazirganî û ticareta xwe ne. Lê ya hîn zêdetir mirov jê aciz dibe, ev serkirdeyên PDK’ê cil û bergên kurdî li xwe dikin, derdikevin qale pîroziyên kurd û Kurdistanê dikin û rojên weke zimanê kurdî û raperîna gelê kurd li başûr li dijî dagirkeriya li ser kurdistanê li kurdistaniyan pîroz dikin.

Em werin aliyê din ê vê meselê ku ji serê vê salê de dewleta tirk bi her rengî li dijî Yekîtî Niştîmanî Kurdistan YNK’ê ketiye tevgerê û dixwaze ew jî weke PDK’ê bikeve xeta wê ya li dijî kurdan. Berê bi tehdîdan, paşê PDK’ê şand Silêmaniyê da YNK’ê jî bibe alîgirê wan û piştî ku encam negirt, careke din gef xwar ka belkî YNK’ê bibêje temam ez ê bi te re li dijî Rojava û PKK’ê bikevim nava şer. Dewleta tirk vê dike da ji qada cîhanî re bibêje; binêrin, vaye kurd di şerê li dijî PKK’ê de, di şexsê YNK’ê û PDK’ê de li gel min in. PDK’ê jî dixwaze YNK’ê bîne xeta xwe, da kurd nebêjin çima tu bi dewleta tirk re tev digerî û dema gotin, bibêje ma vaye YNK’ê jî bi me re ye û barê xwe sivik bike. Lê bersiva vê pilana wan, gotinên Serok YNK’ê Bafil Talabanî bûn. Bafil Talabanî 4 Adarê li Bexdayê beşdarî Forûma Diyalogê ya Rafîdênê bû û got: “Em ne li dijî PKK’ê ne, divê dewleta tirk tevgera xwe binirxîne.”

Ev helwesta serokê YNK’ê ji bo kurdistaniyan cihê kêfxweşiyê ye ku rêgezên xwe yên kurdîtiyê diparêze û li aliyê din cihê aciziyê ye ji bo dewleta tirk û PDK’ê lê ew rastiya li erdê naguhere.

Dewleta tirk tev vê helwesta YNK’ê jî li pêyî wê ye ku planên xwe bi cih bîne û kurdan qir bike. Li nêzî qadên gerîla yên li çiyayên Kurdistanê hêzên PDK’ê bi cil û bergên artêşa Îraqê bi cih kirin. Ev jî di bin navê parazvanên sînor de hatin bi cih kirin. eşkere bû ku ev hêzên PDK’ê ne, lê Bexdayê negot ku ev hêz ne em in. Ev jî dide xuyakirin ku hin aliyên li Bexdayê jî di nava vê pilana dewleta tirk de ne. Lê plan çi ye?

Ji fermandarên HPG’ê Dr. Bahoz Erdal ev plan aşkera kir ku bi riya dezgehên çapemeniyê anî ziman. Birêz Erdal diyar kir ku dewleta tirk dixwaze ji Dergeha Rebîa ya bi sîrorê Îraqê re heta qadên derdora bajarê Tirbesipiyê dagir bike da bikin riya bazirganiyê. Ev agahiyên ku Dr. Bahoz Erdal zelal kir ku dewleta tirk çi plan dike.

Ya li dawiyê mirov bibêje; Pilana dewleta tirk ev û PDK’ê di nav de ye, YNK’ê naxwaze bibe hevkar, hin aliyên Bexdadê jî erê kirine.

Nûçeyên Têkildar