Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Salı - 9 Temmuz 2024

YNK’ê nerazîbûn nîşanî biryara Barzanî da

Endamê rêveberiya YNK’ê Arêz Abdula nerazîbûna xwe li dijî biryara serokê hikumetê nerazîbûna xwe anî ziman û bang li serokê hikumetê kir daku biryarê berçavan re derbaz bike

Duh daxuyaniyek nivîskî bi îmzeya serokê hikumeta Herêma Federal a Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî hate belav kirin. Li gorî nivîsê biryar hatiye girtin ku karmendên Yekitiya Nîştimana Kurdistanê yên bi ser dîwana serokatiya herêmê veguhezin ser wezaretek din.

Endamê rêveberiya Yekitiya Nîştimana Kurdistanê Arêz Abdulah li ser malpera xwe ya tora civakî bersiva biryarê da. Arêz Abdula di nivîsa xwe de dibêje; “Em divê de mê de hemû li benda encam û başiyên lihevkirinê ne. Herwiha li benda pêkanîna hikumeta nû û aktîvkirina serokatiya herêmê ne. Lê di vê demê de nûçeya veguhestina hemû karmendên YNK û hinek partiyên nava serokatiya herêmê de ji bo wezaretk bê belav kirin hat. Bi rastî jî ev biryar cihê xemginiyê ye.”

Arêz Abdulla sedemê nerazîbuna xwe ya ji bo biryarê bi 6 xalan nîşan kir;

  • Karmendên ku li wê kar dikin, ger ji bo cihek din pêwîst bike werin veguhestin, pêwîstbû li benda hilbijartina serok û aktîvkirina serokatiya heremê ban.
  • Ev biryar di demek wisan deye ku hikumetek hevpeyman were pêkanîn û hemû xelk li bendêne ku nakokî kêmbibin. Nabe ku hemû sazî û dezgehên fermî dibin kontrola yek partî yan jî aliyekê de bin.
  • Bi çavê hizbatiyê temaşekirina karmendên dewletê karek neşîrîne. Divê hemû kes bizane kesên karmendên dewletê milkê hemû xelkê Kurdistanê ne.
  • Li herêma Kurdistanê azadiya bîr û bawerî hizbayetiyê azade. Nabe ji ber fikrên cûda karmendên hikumetê ji mafên xwe bê par bên hiştin û cûdahî lê were kirin.
  • Cezakirina bi awayek giştî karek ne raste û ne yasayî ye. Nabe pêngavên bi vî awayî werin avêtin.
  • Raste hinek endamên PDK’ê jî di nava vê lîsteyê de ne, lê gelo ew bi endamên YNK’ê ve şewitine, yan jî ji bo ku ev biryar were parastin bûne qûrbanî?

Arêz Abdula di dawiya nivîsa xwe de got; “Ez hêvîdar im serokê niha yê hikumetê û namzetê serokê herêmê vê biryarê bi berçavan re derbaz bike.” HEWLÊR

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar