Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

YNK’ê nîşandana kurtefîlmê Sakîne Cansiz qedexe kir

Asayîşa YNK’ê ya Silêmaniyê ji bo astengkirina nîşandana kurtefîlmê berxwedana Sakîne Cansiz deriyê Sînemaya Salim girt. Rêveberiya Sînemayê bi daxuyaniyekê bertek nîşanî girtina deriyê xwe da û diyar kir ku dê bêdeng nemînin

Asayîşa Giştî ya Silêmaniyê piştî astenkirina nîşandana fîlmê ‘14’ê Tîrmehê’ nîşandana kurtefîlmê berxwedana Sakîne Cansiz (Sara) ‘Di nav 10 salan de 3 roj e’ jî asteng kir. Ji bo vê yekê asayîşê beriya dema nîşandana kurtefîlmê, deriyê Sînemaya Salim a ku dê kurtefîlm lê bihatina nîşandan girt. Hat diyarkirin ku rêveberiya asayîşê rêveberiya Sînema Salim agahdar kiriye û hişyarî daye wan ku dê kurtefîlma li ser Sakîne Cansiz nede nîşandan.

Rêveberiya Sînema Salim têkildarî mijarê daxuyaniyeke kurt weşand û bertek nîşanî helwesta asayîşê da. Rêveberiyê diyar kir ku ji bo astengkirina nîşandana kurtefîlma berxwedana Sakîne Cansiz deriyê sînemaya wan hatiye girtin û ev agahî parve kir: “Beriya çend rojan bi awayekî fermî jî ji me re hat diyarkirin ku nabe ev fîlm were nîşandan. Lê ev fîlm bi awayekî fermî ji aliyê Wezareta Rewşenbîrî ya Hikûmeta Herêmê ve hatiye erêkirin. Ev sînordakirina azadiyê ye û em li hemberî vê yekê bêndeng namînin.”

Hêjayî gotinê ye ku di dawiya sala borî de nîşandana fîlma ‘14’ê Tîrmehê’ ku behsa zilm û berxwedana Zindana Amedê ya salên 1980’yî dikir jî li herêmên di bin kontrola YNK’ê de hatibû qedexekirin. Beriya vê qedexeyê rêveberiya YNK’ê bi awayekî dizî bi hikûmeta tirk re li hev kiribû û di vê çarçoveyê de hemû ofîsên Tevgera Azadî û RJAK’ê yên li herêmên di bin kontrola xwe de bi hinceta ‘fermiyeta wan tune ye’ girtibû. SILÊMANÎ

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar