Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Cuma - 5 Temmuz 2024

YNK’ê piştgirî da banga Mûrat Karayilan

Navenda Nûçeyan |

Endamê Mekteb Siyasî ya Yekitiya Nîştimana Kurdistanê (YNK) Seedî Ehmed Pîre tev li bernameyek Aryen Tv bû. Pîre balkişand ser banga endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrad Karayilan a ji bo aştî, rêgirtina li şerê birakujiyê, metirsiya liv û tevgera hêzên PDK’ê ya li herêma Behdînanê, dagirkeriya dewleta tirk, daxuyaniya Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistan û lihevkirina derbarê Şengalê de.

Seedî Ehmed Pîre diyar kir ku PDK hêzên Roj li hinek deveran xistiye nava liv û tevgerê û niha jî dişine Herêma Behdînanê Gareyê û wiha got: “Ev ji bo serîhildana şer metirsiye. Birêz Murad Karayilan têkoşer û xwedî ezmûna şer û aştiyê ye. Dizane şer çend malwêraniyê bi xwe re tîne û çend ziyana siyasî û netewî heye. Ji bo vê em piştgiriyê didin peyama birêz Karayilan ya dijî şerê birakujiyê.”

Lihevkirinê PDK’ê

Pîre di axaftina xwe de behsa dagirkeriya dewleta tirk a li Herêma Behdînanê kir û wiha pêde çû: “Tirkiye li hinek herêmên Behdînanê hikumdariyê dike. Xetên peywendiyan yên telefonên Tirkiyeyê li wan herêman kar dikin. Ne ku xetên telefonê yên Asya û Korek lê yên Tirkiyeyê kar dikin.”

Di berdewamê de Pîre destnîşankir ku PDK’ê gelek lihevkirin bi Iraq û Tirkiyeyê re çêkiriye û ew ne agadarê van lihevkirinanin û got ku tevî ew di nava hikûmetê de ne lê ew ji van lihevkirinan nehatine agadarkirin.

Pîre derbarê lihevkirina PDK û Bexdayê ya li ser Şengalê de jî  ev tişt anî ziman: “Em bi lihevkirinên ku xelkê Şengalê qebûl bikin re ne. Lê ya ku tê dîtin xelkê Şengalê vê lihevkirinê qebûl nekiriye, ji bo vê em jî ne li gel lihevkirinê ne.”

Êrîşên dagirkeriyê

Endamê Mekteb Siyasî ya YNK’ê di dewama axaftina xwe de qala daxuyaniya Encumena Asayîşa Herêma Kurdistanê ya di rojên borî de jî kir û wiha got: “Ger ya dibêjin rast e, divê aşkera bikin. Ev demek zêde ye Encûmena Asayîşê kom nebûye da ku daxuyaniyek bide. Li nava Saziya Îstîxbarat û Parastinê ya Encûmena Asayîşê de pirsgirêk û nakokî heye. Ger ev neyê çareserkirin, wê daxuyaniyên weke Encûmena Asayîşê dayî, dûbare bibin.”

Her wiha Pîre bal kişand ser êrîşên dagirkeriya dewleta tirk a li ser xaka Başûr û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Dagirkeriya dewleta tirk nayê qebûlkirin. Ger peywendiya xwe bi Mîsaqî Milî ve heye, ew Mîsaqî Milî li Qerebax û Lîbya nîne. Ger peywendiya xwe bi başûrê Kurdistanê ve hebe, ev yek cihê pirsyar û axaftinê ye.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar