Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Yolerî: Girtî êdî nikarin xwe bigînin edaletê

Seroka ÎHD’a Stenbolê Gulseren Yolerî, bal kişand polîtîkayên bêcezakirinê û wiha got: “Ji ber kesên sûc dikin nayên cezakirin îhlal zêde dibin. Ji ber pêkanînên kêfî êdî girtî nikarin xwe bigînin lêgerîna edaletê.”

Li girtîgehan binpêkirina mafan roj bi roj zêde dibe. Têkildarî zêdebûna îhlal û cezayên girtiyan Seroka Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Gulseren Yolerî, ji Ajansa Mezopotamya (MA) re nirxand. Yolerî diyar kir ku li girtîgehan binpêkirinên li dijî hiqûqê pêş dikevin û wiha axivî: “Îşkence sûcê mirovahiyê ye. Li girtîgehan lêdan û îşkence bê navber pêş dikeve. Mafê girtiyan ê dermankirinê tê astengkirin. Îşkence sûcê mirovahiyê ye. Rayedarên girtîgehê mecbûr in ewlehiya girtiyan bistînin. Li girtigehan rêjeya mirinê zêde bûye. Mirinên bi şik wekî ‘întîhar’ derbasî qeydan dikin. Di nava girtiyan de jî îşkence û lêdan pêş dikeve. Rêveberiya girtîgehê vê bêcezakirinê wekî riza nişan dide. Astengikiran tundiyê pirsgirêka rêveberiya girtîgehan e. ”

Tecrîd didome

Yolerî, destnişan kir ku li girtîgehan tecrîd didome û wiha lê zêde kir: “Mafê girtiyan ê tenduristî, werzîş, sohmet, name, rojname û kovan tê astengkirin. Neheq û bê sebeb cezayê dîsîplînê didin girtiyan. Girtiyên der barê neheqî û cezayên neheq de daxwaznameyan dişînin, daxwaznameyên wan nagêjin cihê xwe. Nikarin xwe bigînin mekanizmayên edaletê. Daxwazname û nameyên wan bi mehan tên rawestandin. Girtiyen nexweş demek dirêj naşînin nexweşxaneyan. Sewqa girtiyên nexweş pir deng dikin. Ji ber girtî nayên dermankirin bi nexweşiyên giran ên talûke dikevin. Hêj girtiyan bi kelepçe dibin tedawî dikin. Pêkaninên derhiqûqî didomin. Di serdema OHAL’ê de binpêkirina mafan ji sedî 300 zêde bû. Her sal binpêkirina mafan li girtîgehan zêde dibe. Di nameyên ku em ji girtiyan digirin de dibêjin ‘Li gel ku min 4 caran name nivîsî we bersiv neda’ Destûr nadin ku nameyên wan bigêjin me. Ev jî nîşan dide ku binpêkirinên mafan zêde ne. STENBOL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar