Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

YPG: Di meha çileyê de 552 terorîst hatin girtin

YPG’ê bi daxuyaniyekê bîlançoya meha çileyê aşkera kir. YPG’ê da zanîn ku hêzên wan li gelek deveran li hemberî komên terorîst operasyonên taybet pêk anîne û pêşî li ber gelek hewldanên êrîşan girtine. YPG’ê da zanîn ku herî kêm 552 çete hatine girtin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPG’ê bi daxuyaniyeke nivîskî bîlançoya şer û pevçûnên di meha çileyê de bi raya giştî re parve kirin. YPG’ê da zanîn ku hêzên wan berxwedana xwe ya li hemberî hemû cureyên terorê didomînin.

Di daxuyaniyê de navenda ragihandinê destnîşan kir ku têkoşîna YPG û YPJ’ê ya li rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûriyeyê ya li dijî dagirkeriyê û komên terorê bi biryardarî didome. YPG’ê daxuyand ku bi taybetî jî di operasyona ‘Şerê Tunekirina Terorê’ ku di çarçoveya Pêngava Bagera Cizîrê de li dijî DAIŞ’ê tê meşandin de hêzên wan bi erka pêşengiyê radibin. YPG’ê daxuyand ku hêzên wan ên Antî-Terorê (Y.A.T.) û tîmên taybet ên operasyonê, ji bo pêşî li hewldanên êrîşan bigirin, operasyonên taybet li dijî hucreyên veşarî pêk tînin. YPG’ê da zanîn ku hêzên wan ên YAT’ê û Tîmên Taybet ên Operasyonê di meha çileyê de operasyonên serkeftî pêk anîne.

Hûrgiliyên şer û pevçûnan

Li gorî daxuyaniya YPG’ê bîlançoya meha çileyê wiha ye: “Hêzên me yên YAT’ê û Tîmên Taybet ên Operasyonê li dijî DAIŞ, hêzên girêdayî MÎT’ê û rêxistinên terorîst ên cuda, 25 operasyon pêk anîn. Di encamê de 552 terorîst hatin girtin. Bi vê yekê re hêzên me pêşî li 8 (2 jê ji aliyê MÎT’ê ve hatin plankirin, 2 jê ji aliyê DAIŞ’ê, 4 jî ji aliyê komên cuda yên terorê ve hatin plankirin) hewldanên êrîşê girt. Her wiha hêzên me dest danîn ser 6 debance, telefonek, laptopek, gelek belgeyên leşkerî û 7 mayinan ( 2 mayin ên MÎT’ê, 3 yên DAIŞ’ê û 2 jî yên komên cuda yên terorê). Hêzên me 8 çalakî pêk anîn û di encamê de terorîstek hate kuştin û 5 jî birîndar bûn. Di temamiya meha çileyê de 6 hevalên me di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bûn. 2 hevalên me ji ber qezayê û 2 hevalên me jî ji ber krîza dil şehîd bûn.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar