Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Cuma - 5 Temmuz 2024

YPG: Hevrêyê me Serbest Heleb şehîd bû

Yekîneyên Parastina Gel ragihand ku şervanê wan Serbest Heleb (Rafet Elî) 11’ê Mijdarê dema li ser erka xwe bû di encama qezayekê de şehîd bûye. YPG`ê diyar kir; “Rêheval Serbest soza pêkanîna armanc û hedefên xwe radestî rêhevalên xwe kir.”

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) têkildarî mijarê li ser malpera xwe ya fermî daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hat gotin: “Hevrêyê me Serbest Heleb di roja 11’ê Mijdara 2023’an de dema li Helebê li ser erka xwe bû di encama qezayekê de şehîd bû.”

Berfirehiya daxuyaniyê bi vî rengî ye: “Rêhevalê me Serbest li Efrînê di malbateke welatparêz de hat dinê. Welatparêziya malbat û derdora wî û bandora şoreşa Rojava bû sedem ku rêhevalê me Serbest ku di nava lêgerîna jiyaneke nû de bû, biryara tevlibûnê da. Dema ku di sala 2022’an de biryara tevlîbûnê da, helwesta xwe ya li ser esasê azadiya ax û gelê me, bi taybet rizgarkirina bajarên me yên dagirkirî weke armanca xwe ya herî mezin nîşan da. Rêheval Serbest, piştî perwerdeya bingehîn ya bîrdoziyê xwest di asta pisporiyê de pêş bikeve û rola xwe ya demê pêk bîne, tevlî hêzên me yên Komandosê bû. Di asta pisporiyê de azweriyek girt. Rêheval Serbest tevlîbûna xwe ya bi moral ya jiyanê, ked û fedekariya xwe, dilpakiya xwe ya li hemberî rêhevalên xwe, ji bo rêhevalên xwe, bû kesayetek mînak.

Şehadeta zû ya rêheval Serbest soza pêkanîna armanc û hedefên xwe radestî rêhevalên xwe kir. Em soza xwe dubare dikin ku em ê xeyala şehîdên xwe ya rizgarkirina bajarên xwe yên dagirkirî teqez bi cîh bînin û layiqê hemû şehîdên xwe bibin.

Em di serî de ji malbata hêja ya hevrêyê xwe Serbest Heleb û hemû gelê xwe yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin.”

Nasnameya şehîd li gorî daxuyaniyê wiha ye:

Nasnav: Serbest Heleb

Nav û Paşnav: Rafet Elî

Navê Dayikê: Heyat

Navê Bav: Xalid

Cih û Dîroka Şehadetê: Heleb | 11’ê Mijdara 2023

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar