Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

YPG: Ji bo azadkirina Efrînê em ê têkoşînê mezin bikin

Fermandariya YPG’ê daxuyand ku kurdên li Efrînê ji mafê xwe yê azadî û jiyanek bi rûmet bêpar têne hiştin û wiha hat gotin: “Em weke YPG’ê carek din destnîşan dikin ku heya azadkirina axa Efrînê û hemû herêmên xwe yên dagirkirî em ê têkoşîna xwe bidomînin. Em ê şerê azadiyê mezintir bikin.”

Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bi boneya salvegera 6’emîn a dagirkirina Efrînê daxuyaniyeke nivîskî weşand.  Fermandariya YPG’ê tevahî şehîdên Berxwedana Serdemê hatin bi bîr anî. YPG’ê b ibîr xist ku di sed salên borî de gelê kurd bi tevahî di nav lepên qirkirinek fîzîkî û çandî ya xedar de hatiye girtin û ev pergala mêtingeriyê ji aliyê hêzên navnetewî ve hatiye pesendkirin.

YPG’ê daxuyand ku ku di destpêka sedsala 20’an de, pergala qirkirinê ya kurewî war û hebûna Kurdan di nav dewletên herêmê de belav kiriye û dewleta tirk a dagirker weke nobedarê domandina vê pergalê hatiye erkdarkirin. Bal hat kişandin ku hemû destkeftiyên gelê kurd her tim bûne hedefa vê pergalê û êrîşkirina li ser bajarê Efrînê jî gaveke nû ya vê pergalê bû ku gelê kurd nikaribe bi hebûn û îradeya xwe li ser axa xwe azad bijî.

Di berdewamiyê de YPG’ê diyar kir ku dewleta dagirker a tirk di sala 2018’an de bi teknolojiya şer a herî pêşketî, bi piştevaniya hêzên navneteweyî û bi bikaranîna komikên çete 58 rojan êrîşeke berfireh biriye ser Efrînê û hat gotin: “Aşkere ye ku êrîşa li ser Efrînê bi pesendkirina hêzên emperyal ên ku li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyiyê xwedî bandor in pêk hat.”

Di daxuyaniyê de Berxwedana Serdemê ya Efrînê hat bibîr xistin û  têkildarî berxwedanê ev xal hatin rêzkirin: “Pêvajo û bûyerek bêhempa bû ku di dîrokê de mînaka wê nehatibû dîtin. Fedakarî û berxwedêriya gelê me û hêzên me ya li Efrînê, herêm ji dewleta dagirker re teng kir û careke din îspat kir ku li hemberî her cûre êrişkariyê, gelê me dikare bi hêza xwe ya cewherî xwe biparêze. Di heyama wan 2 mehan de bi sedan rêhevalên me û gelê Efrînê, bi derfetên pir kêm tevlî berxwedanê bûn û bi pêşengiya lehengên wekî Avesta Xabûr, Îlan Dara, Artêş Hakkarî û Fermandar Karker Êrîş, bi sedan hevrêyên me bi ruhekî fedaiyane şer kirin û şehîd bûn.”

YPG’ê faşîzma dewleta tirk a dagirker û çeteyên w» wiha rêz kir: “Di 6 salên borî de li Efrînê demografî hat guhertin, Kurd hatin koçberkirin, mafên mirovan ên ku bi yasa û peymanên navnetewî hatine parastin û dewleta tirk jî aliyek ji wan hevpeymanan e, tên binpêkirin; Kurdên li Efrînê ji mafê xwe yê azadî û jiyanek bi rûmet bêpar têne hiştin. Efrîn ji Kurdan tê paqijkirin û bi vî awayî tê armanckirin ku nasnmameya herêmê bê guhertin. Bi vê armancê Kurdên ku dixwazin vegerin Efrînê jî rastî zext û êrişên çeteyên dewleta dagirker tên.”

Di dawiya daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku dagirkeriya li Efrînê sûcek li dijî mirovahî û hiqûqa navneteweyî ye, wê dijî têkoşîn bê mezinkirin û wiha hat gotin:  “Em weke YPG’ê carek din destnîşan dikin ku heya azadkirina axa Efrînê û hemû herêmên xwe yên dagirkirî em ê têkoşîna xwe bidomînin. Bi vê boneyê em hemû hevrêyên xwe yên ku di berxwedana Serdemê ya Efrînê de şehîd bûne bi hurmet bibîr tînin û soza xwe dubare dikin ku em ê di şopa wan de şerê azadiyê mezintir bikin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar